Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Doza cînayeta Hrant Dînk di çi astê de ye?

Di salvegera 12’emîn de, Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk tê bibîranîn. Tevî ku bi ser doza Dînk re 12 sal derbasbûne jî doz hîn bi encam nebûye

Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk 12 sal berê di 19’ê çileya sala 2007’an saet derdora 15.00’an de li ber deriyê rojnameyê ya li ser kolana Halaskargazî ya Şîşliyê hate qetilkirin. Di salvegera 12’emîn a qetilkirinê de Dînk, îro dê li ber rojnameya Agosê bi merasîmekê bê bibîranîn.

Têkildarî mijarê Serokê Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê Turgay Olcayto daxuyaniyek da û got; ‘Ez meraq dikim gelo yên ku bi gotinên nefretê Hrant Dînk kirin hedefa kujeran, tevî ku 12 sal derbas bûne jî wijdanê wan rehete yan na?’ Olcayto destnîşan kir ku tevî 12 sal bi ser kuştina Dînk re derbas bûn jî, hîn di dozê de hêviyeke şênber nîne. Olcayto xwest ku di zûtirin dem de danişînên dozê bi encam bibin û wiha bi dawî kir: “Me ew tu caran ji bîr nekir. Êşa wî her tim di dilê me de ye. Hêvîdarim ku êdî destûr ji kesên rojnameger, hunermend û rewşenbîran dikin hedefa kujeran re neyê dayîn.”

Doza cînayetê didome

Hrant Dînk 12 sal berê îro hatibû qetilkirin lê doza der barê cînayetê hîn didome. Di doza Hrant Dînk de tevî Fethullah Gulen, dozgerê berê Zekeriya Oz, rojnameger, cendirme û peywirdarên emniyetê yên berê, 6 jê girtî, 14 jê fîrarî, 85 bersûc tên darizandin. Di danişîna dozê ya di 21’ê adara sala 2018’an de 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê Mîrlîwa Hamza Celepoglu û berbaz Yavuz Karakaya ku ji kar hatine îxrackirin, tehliye kirin. Dadgehê danişîna dozê ji bo 12-13 û 14 adarê paşde dabû.

Samast çawa hate girtin?

Demekî pir kin piştî qetilkirina Hrant Dînk, kujerê Hrant Dînk ê bi navê Ogun Samast,  bi saya kamerayên ewlehiyê hate girtin. Samast 36 saet piştî cînayetê li se îxbara bavê wî, dema ku dixwest ji Samsunê biçe Trabzonê li Otogara Samsunê hate binçavkirin. Li ser Samast çeka ku di cînayetê bi kar anî jî hate girtin. Di îfadeya xwe de Samast got ku li ser fermana Yasîn Hayal cînayet pêk aniye. Li ser vê yekê jî Hayal hatibû binçavkirin.

Îtirafan cînayet ronîtir kir

Di îfadeya xwe de Hayal jî diyar kir ku cînayet tevî Erhan Tuncel plan kiriye û Tuncel ku wê demê xwendekarê Zanîngeha Teknîkê ya Karadenîzê bû, hate binçavkirin. Derket holê ku Tuncel demekê ji bo Midûriyeta Emniyetê ya Trabzonê sîxurtî kiriye. Piştî cînayetê, dîmenên Samast ên li emniyetê ku tevî polîsan ala tirkan radike derketin. Vê yekê rê li ber guman û bertekên cidî vekir.

Doz di sala 2007’an de dest pê kir

Darizandina ji bo cînayeta Dînk, di nîsana sala 2007’an de dest pê kir. Danişîna destpêkê jî di 2’yê tîrmehê de li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ku li navçeya Beşîktaşê ye, pêk hat. Di serî de 12 kes jê girtî, 18 kes di dozê de hatin darizandin. Di îdianameyên salên 2008 û 2009’an de jî hejmara bersûcan gihaşt 20 kesan. Der barê dozê de di çileya sala 2012’an de jî hikûm hate dayîn. Li gorî vê Hayal bi sûcê ‘Teşwîqkirina kuştina bi plan’ meubbeta giran hate girtin û Tucel jî 10 sal û 6 meh ceza girt û hate tehliyekirin.

Kujer hatin beraetkirin

Di heman demê de Ogun Samast bi hinceta ku ‘dema sûc kirî yê 17 salî bû’ di dadgeha zarokan de hate darizandin. Samast bi biryara di tîrmeha sala 2011’an de, bi îdiaya ‘kuştina biplan’ û ‘li ser xwe gerandina çekên bêruxset’, 22 sal û 10 meh cezayê girtîgehê xwar. Lê di doza esasî de hemû bersûc bi sûcê ‘endamtiya rêxistina terorê ya bi çek’ hatin beraatkirin.

Doz birin Dadgeha Bilind

Lê biryara 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê birin Dadgeha Bilind. Di gulana sala 2013’an de jî 9’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind biryara xwe da û beraata ku ji ber ‘rêxistinê’ hatiye dayîn xerab kir û xwest ku bi sûcê ‘endamtiya rêxistina ji bo ku sûc bikin hatiye avakirin’ careke din bên darizandin. Li ser vê yekê jî doz careke din hate dîtin.

Rola peywirdarên emniyetê

Bi vê yekê re tevî doza esasî, der barê peywirdarên cendirme û emniyetê yên Samsun û Trabzonê de jî gelek lêpirsîn hatin vekirin û hatin darizandin. Di encama lêkolîna Komîsyona Lêkolînkirina Cînayeta Hrant Dînk a Meclisê de hat destnîşankirin ku di cînayetê îhmala yekîneyên emniyetê yên Trabzon û Stenbolê jî heye.

Îstixbaratê bi zanebûn rê li ber cînayetê negirt

Di heman demê de derket holê ku beriya kuştina Dînk, agahiya qetilkirina Dînk di destê hêzên îstîxbaratê de bû. Hat ragihandin ku di sibata sala 2006’an de Tuncel plana kuştina Dînk ji Midûriyeta Emniyetê ya Trabzonê re şandiye û wan jî ev agahî bi Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê re parve kiriye. Li ser van agahiyan her çiqas wezareta karên hundir lêpirsîn dabe destpêkirin jî, demekî dirêj destûra lêpirsîna payebilindên emniyet û cendirmeyan neda.

Doz birin DMME’yê

Malbata Dînk jî di dozê de xwest ku midûrê Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê yê wê demê Celalettîn Cerrah û peywirdarên wê demê weke şahid bên guhdarkirin. Lê ev daxwaz hate redkirin. Malbata Dînk jî mijar bire Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). AÎHM’ê dosya xist rojeva xwe di sibata sala 2010’an de biryar da ku ‘di cînayetê de rola çalak a peywirdarên dewletê’ nehatiye lêkolînkirin. Di sala 2014’an de jî wezareta dadê ji bo rê li ber darizandina peywirdarên emniyetê vekir. Di sala 2015’an de jî lêpirsînên ku li bajarên cuda yên der barê peywirdarên kamuyê de hatine vekirin, li Stenbolê kirin yek.

Çend kes tên darizandin?

Niha di doza esasî de 85 bersûc tên darizandin. Di îdianameya dawî de jî ji cînayeta Dînk, rêxistina Gulen berpirs tê dîtin. Di nava kesên tên darizandin de Samast, Tuncel, Hayal, Fethullah Gulen, dozgerê berê Zekeriya Oz, midûrê nûçeyan ê berê yê FOX TV’yê Ercan Gun, Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Rojnameya Zamanê yê berê Ekrem Dumanli, fermandarê wê demê yê cendirmeyan a Trabzonê efser Alî Oz û polîsên ku bi Samast re wênek kişandin, tên darizandin.

Navên çend bersûcên payebilind

Çend payebilindên emniyetê yên ku ceza jê re tê xwestin jî wiha ne: “Midûrê Emniyeta Stenbolê Celalettîn Cerrah, Serokê Daîreya Îstixbaratê ya Emniyetê Engîn Dînç, Serokê Daîreya Îstîxbaratê Sabrî Uzun, Midûrê Emniyeta Trabzonê Reşat Altay, Alîkarê Berpirsê Îstîxbaratê yê Midûriyeta Emniyetê ya Trabzonê Hasan Durmuşoulu, Serokê Daîreya Îstîxbaratê ya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê Ramazan Akyurek, Midûrê Person Şaxa Midûriyeta Personelan a Serokatiya Daîreya Îstîxbaratê Coşgun Çakar, Midûrê Şaxa C ya Serokatiya Daîreya Îstîxbaratê Alî Fuat Yilmazer, polîsên ji emniyeta Trabzonê Muhîttîn Zenît, Mehmet Ayhan, Onur Karakaya û serbaz serhengê berê Muharrem Demîrkale.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar