Danişîna doza hevşaredar Selçûk Mizrakli li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin. Şandeya dadgehê biryara domkirina rewşa girtî ya Mizrakli da û doz taloqî 10’ê sibata 2020’an kir
Danişîna ewil a doza hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin. Mizrakli ji Girtîgeha T2 a Bunyana Kayseriyê bi rêya Dîmen û Deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Mizrakli û parêzerên wî serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, Mehmet Emîn Aktar û Zulal Erdogan di danişînê de parastin kirin.
Piştî parastinan, şandeya dadgehê biryara domkirina rewşa girtî ya Mizrakli da û doz taloqî 10’ê sibata 2020’an kir. AMED