Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Doza JÎTEM’ê ya Qoserê sibê tê dîtin

Sibê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê dê 18’emîn danişîna Doza JÎTEM’ê ya Qoserê bê dîtin. Tê payîn ku piştî 5 salan, dê sibê biryar bê dayîn

Di 18’emîn danişîna doza JÎTEM’ê ya Qoserê ya têkildarî înfaza 22 kesên di navbera salên 1992-1996’an de di serdema serheng Hasan Atîllla Ugur de hatine kuştin û di dozê de fermandarê Cendirmeyan a Amedê serheng Eşref Hatîpoglu, fermandarê Boluka Komando Ahmet Boncuk, serçawîş Unal Alkan û cerdevanên gund Abdurrahman Kurga, Mehmet Emîn Kurga, Ramazan Çetîn, Mehmet Salîh Kilinçaslan û Îsmet Kandemîr tên darizandin dê sibê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. Di navbera salên 1992-1996’an de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, leşker û cerdevanan 22 welatiyên sivîl kuştibûn. Der barê van kuştinan de doz hatibû vekirin û ev doz didome. Danişîna 19’emîn ku di raya giştî de weke “Doza JÎTEM’ê ya Qoserê” tê nasîn, li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin.

Di serdema lêpirsîna Ergenekonê ya Stenbolê de îfadeya şahidê nepen ê bi kodê “Aydos” derket holê. Serdozgerê Komarê yê Qoserê lêpirsîna JÎTEM’ê, piştî îfadeya Aydos derket holê dest bi lêpirsîna JÎTEM’ê kir. Aydos di îfadeya TEM’ê ya Stenbolê ya di 27’ê cotmeha 2008’an de gotibû; ‘Bersûcên Ergenekonê serheng Hasan Atîlla Ugur dema li Qoserê serpel bû û fermandarê Cendirmeyan ê Qoserê bû, gelek cînayet pêk hatin û berpirsiyarê van cînayetan e. Hasan Atîlla Ugur di bin navê têkoşîna bi terorê re li herêmê gelek cînayetên faîl nediyar pêk anîn. Dadgehê der barê dozê de biryara bê erkiyê da û doz şand Serdozgeriya Komarê ya Amedê. Dîsa ji bo lêkolineke fireh bê kirin, dosya dîsa di 10’ê cotmeha 2013’an de şandin Serdozgeriya Komarê ya Qoserê. Piştre îfadeya xizmên windayan hatin girtin û lêpirsîn hat firehkirin. Di lêpirsînê de li gundê Boxetar ê Qoserê di bîra avê de hestî derketin. Dîsa li gundê Tilzêrîn hestiyên mirovan derketin. Di encama testa DNA’yê de derket holê ku hestî aydî Nurettîn û Necat Yalçinkaya yên birayê hev in. Du bira di bin çavan de hatibûn windakirin. Dîsa derket holê ku hestî aydê Zubeyîr Bîrlîk, Zekî Alabalik, Abdurrahman Coşkun, Mehmet Emîn Abak in. Wê demê bi îdiaya ‘PKK’ê kiriye’ ser dosyayê hatibû girtin. Piştî di 23’yê gulanê û 10-11’ê hezîrana 2013’an de hestiyên Abak ji bîra avê derket, kuştina Mahmut Abak a ji aliye JÎTEM’ê ve xurtir bû.  Derket holê ku hin hestî aydê xizmên Mahmut Abak, Mehmet Emîn Abak in.

Sivîl qetil dikirin û di gotin; ‘PKK’ê kiriye’

Di 1’e kanûna 1992’yan de li Qoserê ji malbata Yîgît 7 kes hatibûn kuştin. Piştre gotin; “PKK’ê kiriye” û dosya girtin. Piştî îfadeya şahidê nepen ê bi navê ‘Oguz’ ku di got; ‘7 kesên hatin kuştin sempatîzanên PKK’ê bûn. Bêyî der barê wan de lêpirsîneke fermî bê vekirin, endamên JÎTEM’ê bêyî ku wan bidarizînin, kuştin. Ev kesên hatin kuştin bi traktora wan derxistin derveyî gund. Endamên JÎTEM’ê xwe wekî endamên PKK’ê pênase kirin û gotin ‘Maşîneya me li derveyî gund maye’ û alîkarî ji gundiyan xwestin. Piştre 7 kes birin û kuştin.”

Di lêpirsîna 13’ê gulana 1995’an de li gundê girêdayî Şemrexê Şehmûs Kaban û şivan Memduh Demîr hatin kuştin. Ji bo aqûbeta wan jî di 21’ê hezîrana 1995’an de wiha hate gotin; ‘Dema PKK’î nîşan dida maşîne bi wan de teqiya’ û dosyaya wan girtin.

‘Ew qas cenaze hatin ku êdî kefen jî nedikirin’

Di çarçoveya lêpirsînê de Notirvanê Goristanê yê Qoserê Husamettîn Karaca diyar kir ku Abdulvahap Ateş li goristana bêkesan defin kirin. Di sala 1993’yan de nêzî 30 cenazeyên nasnameya wan nediyar li goristana ser rêya Eradê defin kirin. Ev cenaze ji morga nexweşxaneyê dihatin û leşker û polîsan teslîmî me dikirin. Ewil bi kefen defin dikin. Piştî cenaze zêde bûn tevî cilê wan defin kirin.”

‘Ez bûm şahidê xebatên JÎTEM’ê’

Şahid ‘Oguz’ (Bedran Akdag) ku piştre nasnameya wî diyar bû jî di îfadeya xwe de wiha got; ‘Di navbera 1994- 2010’an de cerdevaniya gund kir. Di navbera salên 1997-1999’an de tev li JÎTEM’ê bûm. Di vê demê de min bi nasnameya JÎTEM’ê peywir girt. Li Fermandariya Cendirmeyan a Mêrdînê avahiya JÎTEM’ê hebû. Ez bûm şahidê xebatên JÎTEM’ê yên li Qoserê. Wê demê bi sedan kes bi awayeke neheq hatin binçavkirin û aqûbeta wan nediyar e. Wê demê rêberê JÎTEM’a Qoserê, Fermandarê Cendirmeyan a Navçeya Qoserê Hasan Atîlla Ugur bû. Hasan Atîlla Ugur wê demê ‘Tîmê Kêrê’ ava kir.”

Piştî dozger îdîaname amade kir, di 17’ê îlona 2014’an de 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê îdianame qebûl kir û doz vekir. Beriya danişîna yekem bê dîtin di 20’ê mijdara 2014’an de 5’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind bi hinceta ‘ewlehiyê’ doz sewqî Enqereyê kir.

Bi îdiaya ‘Bi zanebûn mirov kuştine’ doz hate vekirin

Di 3’yê adara 2015’an de li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê yekemîn danişîn hate dîtin. Der barê bersûc Hasan Atîlla Ugur û Eşref Hatîpoglu de ji ber rutbeya wan destûr nedan ku der barê wan de lêpirsîn bê vekirin. Dosya şandin Lijneya Bilind a Dozger û Hekîman (HSYK) HSYK’ê biryar da ku ji ber ‘Rêxistina çekdarî ava kirine’ û ‘Bi zanebûn mirov kuştine’ divê der barê wan de lêpirsîn bê vekirin û bên darizandin.

Parêzer xwest ku heyeta dadgehê biguhere

Di danişîna 15’ê çileyê de parêzerê mexdûran Erdal Kuzu heyeta dadgehê red kir û xwest heyet bê guhertin. Di danişîna 24’ê hezîrana 2016’an de xizmên windayan û parêzer amade bûn. Piştre hat îdiakirin ku kuştî Nurettîn Yalçinkaya dijî. Di 11’ê nîsana 2019’an de îfadeya Zeynep Yalçinkaya girtin. Lê Zeynep got agahiya wê ji kuştina Nurettîn Yalçinkaya nîne.

Sibe biryar tê dayîn

Di danişîna 18’emîn a 28’ê gulana 2019’an de, ji bersûcan Mehmet Salih Kiliçaslan bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Parêzerên gilîdar Senem Doganoglu, Erdal Kuzu û gelek parêzerên din beşdarî danişînê bûn. Şandeya dadgehê beriya ku dozger mutalayê bixwîne, ji Kiliçaslan pirsa daxwazên wî kir. Bersûc diyar kir ku ew îfadeya xwe ya berê dubare dike û beraeta xwe dixwaze. Dozgerê Komarê Mehmet Hanîfî Yildirim piştî parastina parêzerên gazindker, mutala da. Dozger di mutaleya da û ji ber demboriyê xwest ku bersûc bên beraet kirin. Şandeya Dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û danişîna taloqî 9’ê îlona 2019’an kir. Danişîna dozê wê sibê bê dîtin. Tê payîn ku dê heyeta dadgehê biryara xwe bide. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar