Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Doza Kobanê: Bila şandeya dadgehê ji dozê vekişe

Danişîna duyemîn a Doza Kobanê di roja sêyemîn de dest pê kir. Parêzeran di danişînê de hincetên xwe yên derbarê daxwaza reda dadgerî de rave kirin û xwestin şande ji dozê vekişe

Danişîna duyemîn a Doza Kobanê ku rêveberên HDP’ê jî di nav de 28 jê girtî 108 siyasetmedarên ji siyaseta kurd tên darizandin di roja sêyemîn de berdewam dike. Danişîn li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncayê ye tê lidarxistin.

Pisporên Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê (YE) û nûnerên dîplomatîk ên welatên Yekitiya Ewropayê dozê dişopînin. Şandeyek qelebalix a HDP’ê jî dozê dişopîne û bi sedan parêzer di danişînê de amade bûne.

Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û Hevseroka DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel mazerata xwe ragihandin û beşdarî danişînê nebûn.

Hevseroka HDP’ê ya berê FîgenYuksekdag, Hevşaredara Amedê ya berê Gultan Kişanak, Hevseroka DBP’ê ya berê Emîne Ayna, rêveberên navenda HDP’ê Alî Urkut, Nazmî Gur, Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ê qeyûm tayînê cihê wî bû, parlamentera HDP’ê ya berê Gulser Yildirim, rêveberên navendî yên HDP’ê yên berê Zeynep Olbecî, Cîhan Erdal, Can Memîş, Meryem Adibellî ji girtîgehên lê dimînin bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Surreya Onder ji Stenbolê û parlamenterê HDP’ê yê berê Altan Tan jî ji Amedê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. Gulfer Akkaya a negirtî tê darizandin jî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê beşdarî danişînê nebû.

Parlamentera HDP’ê ya berê Ayla Akat Ata, Berdevkê HDP’ê yê berê Gunay Kubîlay, parlamenterên HDP’ê yên berê Emîne Beyza Ustun, Îbrahîm Bînîcî, rêveberê HDP’ê yê niha Alp Altinors, hesabgirê HDP’ê yê berê Zekî Çelîk, rêveberên HDP’ê yên berê Pervîn Odûncû, Ayşe Yagci, Bîrcan Yorûlmaz, Berfîn Ozgul Kose, Bulent Parmaksiz, Îsmaîl Şengul, Dîlek Yagli û Sîbel Akdenîz jî li eywana danişînê amade ne.

Ji dadgehê vekişin

Danişînê bi ravekirina hincetên daxwazên reda dadgerî ya parêzeran dest pê kir. Parêzer Cemîle Turhalli Balsak di danişînê de wiha got: “Em dixwazin ji ber daxuyaniyên muwekîlên me yên derbarê daxwaza reda dadgerî de şandeya dadgehê ji dozê vekişe. Heke hûn venekişin, em dixwazin dosya ji bo dadgehek bilindtir were şandin.”

Danişîn bi parastina parêzeran didome. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar