Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Doza Kobanê: Heke hûn Destûra Bingehîn nas nakin tişta we girê dide çî ye?

Di Doza Kobanê de berdevkê berê yê HDP'ê Gunay Kubîlay ku li dijî mutalaaya berdewama girtinê hat xwestin axivî, ev pirs kir: "Heke hûn DMME, Destûra Bingehîn nas nakin, tişta we girê dide çî ye?"

Danişîna Koma 11’emîn a Doza Kobanê ku li 108 siyasetmedaran hatibû vekirin di roja heştan de li Qampûsa Girtîgeha Sîncanê ji aliyê 22’yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê tê dîtin. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Alîkarê Hevserokên Giştî Tulay Hatimogûllari û Tûncer Bakirhan, parlamenterên HDP’ê Kemal Pekoz, Omer Farûk Gergerlîoglû û rêveberên HDP’a Enqerê tevlî dozê şopandin.

Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê girtî li danişînê hatin amadekirin û siyasetmedarên din jî bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê bûn. Hin siyasetmedar jî hincet nîşan dan û tevlî danişînê nebûn.

Di danişînê de destpêkê Hevşaredara berê ya Amedê Gultan Kişanak û endamên berê yên MYK’a HDP’ê Mesût Bagcik û Îsmaîl Şengul mafê axaftinê girtin û axivîn. Kişanak, da zanîn ku haya wan jê tunebûye ku wê şahid bên guharîkirin û biryara navberê bê dayîn. Bagcik jî daxwaz kir ku di vê pêvajoyê de dev ji guhdarîkirina gilîker û şahidan bê berdan. Şengul jî piştî ku parastina xwe kir daxwaza beraeta xwe kir.

Piştre Parêzer Kenan Maçoglû ket navberê û daxwaz kir ku daxwaznameya ku şahid Kerem Gokalp di 24’ê kanûna 2019’an de ji Serdozgeriya Komarê ya Enqerê re şandiye û biryara çavdêriya îdarî ya 2’yemîn Dadgeriya Ceza ya Silhê ya Enqerê daye li dosyayê bê zêdekirin.

Serokê Dadgehê got ku wê daxwaza parêzer Maçoglû binirxînin û derbarê biryara berdewama girtina wan de ji siyasetmedarên girtî daxuyanî girt.

Li ser vê Endamê Pena-Kurd Nezîr Çakan, derbarê lêkolînakirina girtina xwe de axivî û derbarê eleqeya xwe ya bi dozê re pirsan kir û got ku çima û bi kîjan armancê li dosyayê hatiye zêdekirin.

Piştre Berdevkê berê yê HDP’ê Gunay Kûbîlayderbarê gotinên şahidan axivî û ji heyeta dadgehê re ev tişt got: “Heke hûn Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), Destûra Bingehîn nas nakin, tişta we girê dide çî ye?”

Piştr siyasetmedara girtî Zeynep Olbencî, Endama berê ya MYK’a HDP’ê Zeynep Karaman, Hevşaredara berê ya Amedê Gultan Kişanak, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag derbarê biryara berdewama girtina xwe de axivîn.

Dema axaftinên Karaman, Kişanak û Yuksekdag 3 caran ceyrana eywana danişînê hat birîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar