Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Doza Kobanê: Nehêştin girtî parastina xwe bikin

Ji parêzerên doza Kobanê Sevda Çelîk Bîngol destnîşan kir ku, Ew ê têkoşîna edaletê ya li dijî bêhiqûqiyan bidomînin û wiha got: “4 girtiyan hêj parastina xwe nekiribûn ku dozger dest bi xwendina mutalaayê kir.”  

Li dijî êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, di navbera 6-8’ê cotmeha 2014’an de li bakurê Kurdistanê gel rabû ser pêyan. Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê cotmehê doz hatibû vekirin û Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê jî di nav de û 17 jê girtî bi giştî 108 kes tên darizandin. Rûniştina 3’yemîn a danişîna 24’emîn a Doza Kobanê li Eywana Danişînan a Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin. Doz, ji hêla şandeya 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ve tê birêvebirin.

Hevserokên HDP’ê yên berê jî di nav de hêjta rapirsîna 4 girtiyan nehatiye girtin, dozger dest bi xwendina mutalaayê kir. Têkildarî xwendina mutalaayê biryar hate dayîn.

Di periyoda 3’yemîn a dozê de daxwazên siyasetmedar û parêzeran hatin redkirin û hêj parastina siyasetmedaran nehatibû girtin ku mutalaa hate xwendin. Girtiyên siyasî, parêzerên wan û beşdaran jî bi çepikan ev biryar protesto kirin û ji eywanê derketin.

Mutalaa, li eywana vala hate xwendin û parêzerên ku eywana dadgehê terikandin jî li derve daxuyanî dan.

‘Hesasiyetên însanî jî paşguh kirin’

Ji parêzeran Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku ji destpêka doza Kobanê heta niha her tim bûne şahidên bêhiqûqtiyan û bandorên siyasî û wiha domand: “Bêyî parêzeran li şahidên nepen hate guhdarîkirin. Rêgezên darizandinê tune hatin hesibandin. Di tevahiya pêvajoya darizandinê de em bûn şahidên derhiqûqiyan.”

Ozbîngol, diyar kir ku tevî erdhejên 6’ê Sibatê jî hewl hat dayîn ku 3 periyodên danişînan bên lidarxistin û axaftina xwe wiha qedand: “Dev ji hesasiyetên hiqûqî berde, heta hesasiyetên însanî jî paşguh kirin. Em tevek bûn şahidên pêvajoyeke siyasî ku siyasetmedar li qada siyasetê weke amûr tên bikaranîn. Ev yek jî xizmetê ji hiqûq û edaletê re nake. Di periyoda dawî de nehiştin ku 4 miwekîlên me parastina xwe xelas bikin û dosyaya me sewqî mutalaayê kirin. Miwekîlên me ji bo parastinê amade bûn ê destûra parastinê jê re nehate dayîn. Em di nava pêvajoyeke siyasî ya wisa de ne ku hesasiyetên hiqûqî esas nayên girtin, li peymanên em aliyekê wan in nayê guhdarîkirin, mekanîzmayên darazê û biryarên DMME’yê yên derheqê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş de tên paşguhkirin. Pêvajoyeke darazê ya keyfî li holê ye. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî derhiqûqiyan bidomînin. Heta ku hevalên me tên berdan jî dê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar