Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Doza Kobanê: Parêzeran salon terk kirin

Bi hinceta di salona danişîna Doza Kobanê de cih tune ye, parêzer negirtin salonê lê li cihê parêzeran polîs dan rûniştandin. Li ser vê yekê parêzer salonê terk kirin

Yekemîn danişîna Doza Kobanê ya derbarê 28 jê girtî 108 kesan de hatibû vekirin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampusa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir.

Ji bo şopandina danişînê rojnameger, parlamenter, parêzer û şandeyên navneteweyî girtin hundirê salonê. Xizmên girtiyan ji bo danişînê kirin salonek din. Berî danişînê hem di hundir de, hem jî li derve, ewlekariya zêde hatiye girtin. Piştî hejmareke kes a girtina salonê, ketinên salonê hatin rawestandin.

Bi hinceta ku di salonê de cih tuneye, nêzî 100 parêzerên mafên mirovan negirtin hundirê salonê. Lê cihên ku diviya bû parêzer lê rûnin, polîsên hêzên taybet dan rûniştandin. Parêzer jî li derveyê salonê hatin rawestandin. Parêzerên HDP’ê xwestin ku hemû parêzeran bigirin hundirê salonê. Lê serokê dadgehê ev daxwaza parêzeran red kir.

Siyasetmedarên girtî yên xwestin beşdarî danişînê bibin, hîna ne anîne salona danişînê.

Li bendeye ku hevserokên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê û Fîgen Yuksekdag ji Girtîgeha Jimara 1 a Kandirayê, Alî Urkut, Cîhan Erdal, Nazmî Gur û Ayhan Bîlgen ji Girtîgeha Jimar 2 a Sîncanê û Emîne Ayna jî ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bibin.

Di heman  demê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê qeyûm tayînî cihê wî hatibû kirin, dê bi SEGBÎS’ê ji 3’yemin Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê beşdarî danişînê bibe. Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder jî dê ji 33’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bibe.

Parêzer salonê terk kirin

Parêzeran li ser vê yekê helwest nîşan dan û salona danişînê terk kirin.

Parêzeran dan zanîn ku heya hemû parêzeran negirin hundir, ew ê tev li danişînê nebin. Parêzerên ji salonê derketin, derbarê vê yekê de li ber deriyê salona danişînê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya ku bi lêxistina çepikan û berzkirina dirûşma ‘Parastin bêdeng nebû, wê bêdeng nebe’ destpêkir de parêzer Mehmet Emîn Aktar axivî.

Aktar diyar kir ku divê şert û mercên ku parêzer karibin bi awayekî azad û serbixwe parastin bikin bên avakirin û got ku ger ev şert neyin avakirin dê parastin nekin û ev tişt anî ziman: “Bi hincetên keyfî parêzeran nagirin hundir. Ger negirin hundir, em ê jî dewam nekin. Ligel ku me got temamiya parastinê hatiye xirabkirin jî, daxwaza me nehat qeydkirin. Mafê me heye ku em her tiştî zanibin. Ji bo ku em nebin hevkarê vê bêhiqûqiyê me salona danişînê terk kir. Heya ku ev rewş neyê derbaskirin, em ê parastin nekin. Divê şertên û mercên ku parêzer karibin bi awayekê serbixwe parastinê bikin, bên avakirin. Encex em bi vî awayî parastin bikin.”

Siyasetmedarên girtî

Siyasetmedarên ji ber dozê hatine girtin ev in:

Hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevseroka berê ya DBP’ê Sebahat Tûncel, Hevşaredara berê ya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, parlementera berê ya HDP’ê Aysel Tûglûk, Hevserokê berê ya DBP’ê Emîne Ayna, Hevşaredarê Qersê yê ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin Ayhan Bîlgen, parlementerên berê Ayla Akat Ata, Beyza Ustun, Îbrahîm Bînîcî, berdevkê berê yê HDP’ê Gunay Kûbîlay, Endamê Desteya Rêveberiya Navendî Alp Altinors, Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Nazmî Gur, Endamê HDP’ê yê RTUK’ê Alî Urkut, jimêryarê berê yê HDP’ê Zekî Çelîk, endamên berê yên Desteya Rêveberiya Navendî Can Memîş, Cîhan Erdal, Îsmaîl Şengul, Mesût Bagcik, Bîrcan Yorûlmaz, Dîlek Yagli, Pervîn Odûncû, Berfîn Ozgu Kose, Ayşe Yagci, Zeynep Olbecî, Nezîr Çakan û Meryem Adibellî.

Kesên ku dozê dişopînin

Ji welatên cuda 11 heyetên biyanî tev li dozê bûn. Yên ku dozê dişopînin wiha ne:

Marta Rosique -Partiya Çep a Komarger a Katalonyayê, Sekreterê Giştî yê Komîsyona Navneteweyî ya Max Zanartu-Barselona, Eulàlia Reguant-Parlamenterê Meclîsa Katalan, Oihana Etxebarrieta Legrand-Bask BILDU, Francois Alfonsi-AP Endamê Koordînasyona Koma Dostaniya Kurdan / Greens/EFA Parlamenter, Ana Miranda-Parlamentera Koma EFA ya Parlamenta Ewropayê, Jean-Christophe Sellin – Hevkoordînatorê Partiya Çep a Fransayê û Endamê Meclîsa Herêmî, Eric Coquerel – Endamê Meclîsa Neteweyî ya Partiya Fransa ya Serînatewîne, Emilie Marche-Endama Meclîsa Neteweyî ya Partiya Fransa Serînatewîne, Brando Benifei-Parlamenterê Koma Demokratan û Sosyalîstan a Parlamenta Ewropayê, Evin İncir-Parlamentera Koma Demokratan a Parlamenta Ewropayê.”

Nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên demokratîk û nûnerên sendîkayan jî ji bo şopandina rûniştinê li ber Kampusa Girtîgeha Sîncanê ne.

Hin ji nûneran wiha ne: Ji Partiya Gel a Komarê (CHP) Sezgin Tanrikulu, Ali Haydar Hakverdi, Semra Dinçer, Serokê Giştî yê Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş, ji Partiya Kedê (EMEP) – Ercument Akdeniz, KESK- Mehmet Bozgeyik (Hevserok) – Gulistan Atasoy (Sekretera Jinê), TUM BEL-SEN – Yilmaz Yildirim, Serokê Giştî yê Tarim Orkam Senê Ahmet Keleş, Hevseroka Giştî ya SES’ê Selma Atabey û Siddik Akin, Gonul Adibelli, Nûnerê Herêmê yê DÎSK’ê Tayfun Gorgun, ABF-Ali Aktaş, PSAKDER – Ozgur Kaplan, DAD – Reyhan Kumru- Mustafa Karabudak.  ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar