PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Doza malbata Şenyaşaran dest pê kir

3’yemîn danişîna doza malbata Şenyaşar ku parazvanên wekilê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an de ji wan 3 kes kuştibûn li Meletiyê dest pê kir. Xizm û parazvanê wekilê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz bav Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar kuştibûn. Di bûyerê de birayê wekîl Mehmet Şah Yildiz jî jiyana xwe ji dest dabû. Bi giştî 4 kes hatibûn kuştin. Di bûyerê de Mehmet Şenyaşar, Ferît Şenyaşar û Fadil Şenyaşar jî di nav de 8 kes birîndar bûbûn. Danişîna doza kuştina bav û 2 birayên malbata Şenyaşar ku Fadil Şenyaşar û xizmê Yildiz ê AKP’î Enver Yildiz girtî tên darizandin li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê dest pê kir.

Di danişînê de dayik Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ê serbest tê darizandin li salonê amade bûn. Ji parêzeran endam û rêveberên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), endamên Baroya Riha, Amed, Enqere, Dîlok û Meletiyê Amede bûn. Ji malbata Yildiz jî xizmên Yildiz û parêzerên wî li salonê amade bûn.

Parlamenterên HDP’ê Omer Ocalan û Ayşe Surucu, wekilê berê yê Semsûrê Behçet Yildirim, Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk jî xwestin beşdarî danişînê bibin lê destûr nedan ku wekil û sendîkvan beşdarî danişînê bibin. MELETÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar