Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Doza Nisêbînê: Berpirsê rûxandina Nisêbînê dewlet e

Di doza Nisêbînê ku ji hev hatiye cihêkirin de daneşîna 5 kesên din jî hat dîtin. Hunermend Erkan Benlî diyar kir ku dewlet polîs û leşkerên xwe şandiye mirinê û wiha got: “Em ji kuştina 76 polîs û leşkeran berpirsyar tên dîtin. Em ne berpirsyarê vê yekê ne. Dewlet bi xwe berpirsyar e.”

Daneşîna doza 17 jê zarok 70 kesên ku dema qedexeya derketina derve ya Nisêbînê di 26’ê Gulana 2016’an de hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn girtin û dosyayê wan ji hev hatine cihêkirin, didomin. Piştî cihêkirina dosyayan îro jî daneşîne 5 kesan hat dîtin. Daneşînên ku li 4’êmîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin, bi şandeyên demkî berdewam kir. Ji ber krîza ku duh di dema parastinê de cendirmeyan mudaxaleyî girtiyan kiribû, derketibû, îro hejmara girtiyên anîn daneşînê, hat kêmkirin.

Destpêkê daneşîna Sevda Delî ku di dosyayê de weke “îtîrafkar” hatiye diyarkirin, hat dîtin. Di daneşînê de şandeya dadgehê ji bo Delî biryara berdewamkirina girtinê da û daneşînê taloqî dîrokeke pêş kir.

Piştî Delî, Solîstê Koma Sê Bra ya Muzîkê Erkan Benlî di daneşînê hat amadekirin. Daneşîna Benlî ku parêzerên wî jî lê amade bûn, bi xwendina nivîstekên ku hatibûn, dest pê kir. Paşê parêzerê Benlî, Bergan Acûn dest bi parastinê kir û diyar kir ku muwelîlê wî jî di nav de îfadeyên hemû girtiyan di bin îşkenceyê de hatiye girtin û wiha got: “Me daxwaz kiriye ku encama lêpirsîna serlêdana me ya ji bo îşkenceyê ji dadgehê re bê şandin. Me daxwaz kiriye ku wêneyên muwekîlê me yê berî û piştî îşkenceyê jî ji dadgehê re bên şandin. Me mutalaaya dozger jî qebûl nekiriye. Divê ku dosya careke din bibin yek û em daxwaza berdana muwekîlê xwe dikin.”

‘Dewletê bajar rûxand’

Piştî parêzerê xwe Benlî axivî û diyar kir ku tevlî parastina parêzerê xwe dibe û wiha got: “Ji bo guhdarkirina biryarê hatim. Dosyayên min bi rêbaza kopî bike û pêve bike hatine amadekirin. Sekn û mutaalaya dozger pergala cemaweriyê xera dike. Tê xwestin ku sûcên dewletê kirine li me bên barkirin. Li Nisêbînê çekên giran di destê me de tunebûn. Çekên kîmyewî û giran di destê polîs û leşkeran de bûn. Wan bajar rûxand. Dewletê rûxand. Çekên giran dewletê bi kar anî. Dewletê binasaziya Nisêbînê xera kir. Beriya ku qedexe bê ragihandin van hemû tiştan kirin. Dewletê polîs û leşkerên xwe yên ku niha mirine, şand mirinê. Em ji kuştina 76 polis û leşkeran berpirsyar tên dîtin. Em ne berpirsyarê vê yekê ne. Dewlet bi xwe berpirsyar e. Lewre dewlet li Nisêbînê ket nav. Piştî pirsgirêkên derûnî endamên dewletên bi hev ketin. Li wir şerek derket. Gotina ‘bûyera xendekan’ a ji vê yekê re biçûkxistina tiştên ku hatin jiyîne.”

‘Em ê xwe bi rê ve bibin’

Di berdewamê de Benlî destnîşan kir ku li Nisêbînê têkoşîna azadiya gelekî daye û wiha pêde çû: “Di demên pêş de dê teqez têkoşîna gelê kurd a azadiyê bi serkeve. Me vê yekê berê jî gelek car nirxandibûn. PKK ne rêxistineke dabeşker a terorîst e. Hûn ê hemû bibînin ku Rêber Apo li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê têkoşîna demokrasiyê dide. Em ê jî xwe bi rê ve bibin. Ez ê wek hunermendekî vî gelî li cem vê têkoşînê cih bigirim.”

Dadgehê, piştî parastinan daxwazan red kir, biryara berdewamkirina girtina Benlî da û daneşînê taloqî 16’ê cotmehê kir.

‘Divê ku di dosyayê de arizîkirin bê kirin’

Piştî Benlî jî daneşîna girtî Omer Karakaş hat dîtin. Di daneşîna ku Karakaş û parêzerê xwe amade bûn de destpêkê nivîstek hatin xwendin. Karataş diyar kir ku tiştekî ku têkildarî nivîsteken bibêje tuneye. Piştî vê yekê parêzerê Karataş parastinê kir û daxwaza dema zêde kir. Parastina diyar kir ku divê dosya ji bo muwekîlê wî careke din bê nirxandin û wiha got: “Angaştên bê bingeh di dosyayê de hene. Divê ku di dosyayê de arizîkirin bê kirin. Dosya hatiye cihêkirin, ji ber vê yekê divê bê diyarkirin ku kî ji çi angaştê tê darizandin. Heke arizîkirin neyê kirin dê derketina ji nav dosyayê gelek zehmet be.” Paşê jî Karataş bixwe mafê axaftinê girt û diyar kir ku dosyaya wî siyasî ye û helwesta dozger a li hemberî xwe qebûl nake.

Dadgehê daneşînê taloqî 3’ê cotmehê kir.

Berteka li dijî SEGBÎS’ê

Piştî Karataş jî daneşîna Dîlber Tanrikûlû hat dîtin. Ji ber ku hat xwestin bi rêya SEGBÎS’ê tevlî daneşînê bibe, Tanrikûlû tevlî daneşînê nebû. Dozger di mutalaaya xwe ya têkildarî Tanrikûlû de xwest ku Tanrikûlû cuda cuda 76 carana bi muebeta giran bê cezakirin û cuda cuda bi sedan sal ceza li bê birîn. Parêzerê Tanrikûlû diyar kir ku ne diyar e muwekîla wî tevlî kîjan çalakiyê bûye û neçare ku tespîta vê yekê were kirin. Parêzer daxwaza dema zêde kir. Dadgehê daxwaza parêzer qebûl kir û daneşînê taloqî 21’ê mijdarê kir.

Paşê jî daneşîna girtî Mazlûm Yaşa hat dîtin. Yaşa bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bû û ev tişt got: “Ez ji bo ku bibêjim bi rêya SEGBÎS’ê tevlî daneşînê nabim, hatim. Ez dixwazim ku parastina xwe li eywana dadgehê bikim.” Piştî van gotinên xwe Yaşa ji odeya SEGBÎS’ê veqetiya û li ser vê yekê şandeya dadgehê daneşînê taloqî 31’ê cotmehê kir. MÊRDÎN

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar