Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Doza Nisêbînê: Li Aydin muebbet û 20 sal cezayê girtîgehêê hate birîn

Danişina Doza Nisêbînê ku 17 jê zarok bi giştî 70 kes tê de tên darizandin, didome. Danişîna dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê berdewam kir. Di danişîna dozê de Rojhat Aydin ê li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê girtî, bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Aydin diyar kir ku wî xwestiye di danişînê de amade be lê belê bi darê zorê anîne odeya SEGBÎS’ê. Aydin piştre jî ji ode terikand. Parêzerê Aydin, Mehmet Demîr parastin kir.

Parêzer Demîr da zanîn ku têkildarî sûcdariyên li muwekîlê wî tên kirin tu belge nînin û dosya bi baldarî nehatiye amadekirin. Demîr qala pêvajoya siyasî ya wê demê jî kir û piştre xwest ku muwekîlê wî bê berdan.

Heyeta dadgehê piştî parastinê, li Rojhat Aydin cezayê muebetê û 20 sal cezayê girtîgehê birî. Dadgehê bi îdiaya ‘Xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê’ cezayê muebeta giran, bi îdiaya ‘Hewldana kuştinê’ 17 sal û bi îdiaya ‘Ziyan gihandiye malê cemaweriyê’ jî 3 sal ceza li Aydin birî. Heyeta dadgehê heta niha tevî Rojhat Aydin, li 45 kesan ceza biriye.

Girtiyên ceza lê hatine birîn

Di danişînên beriya niha de şandeya dadgehê li girtî Recep Yel cezayê muebbeta giran û 17 sal, li Yasemîn Erkol 10 sal, li Ozgur Sevîm cezayê muebbeta giran û 25 sal, li Îlyas Dogan, Omer Karataş, Osman Bozkurt, Hamît Acur û Akar Îkbal cezayê muebbeta giran û 15 sal, li Sadik Tan, Îsmaîl Yilmaz, Bayram Sevgîn, Firat Dari, Mazlum Yaşa û Hatîp Oyman cezayê muebbeta giran û 18 sal, li Ercan Dolaşir cezayê muebbeta giran û 10 sal, li Erkan Benlî cezayê muebbeta giran, 20 sal û 3 meh, li Baver Başar cezayê muebbeta giran û 19 sal, li Mehmet Zîrîg cezayê muebbeta giran û 17 sal, li Suleyman Goksel Yerdut cezayê muebbeta giran û 15 sal, li Dilber Tanrikulu cezayê muebbeta giran û 26 sal, li Tufan Îlbaş cezayê muebbeta giran û 27 sal û 6 meh, li Ramazan Eroglu du caran cezayê muebbeta giran û 3 sal, li Omer Guner û Faruk Engîn cezayê muebbeta giran û 31 sal, li Resûl Ergun 3 caran cezayê muebbeta giran û 27 sal, li Firat Çîftçî cezayê muebbeta giran û 29 sal, li Oktay Gul cezayê muebbeta giran û 25 sal û 6 meh, li Ferhat Dogan 18 sal, li Nûrûllah Akyuz cezayê muebbeta giran û 26 sal û 6 meh, li Îbrahîm Halîl Ildiz cezayê muebbeta giran û 53 sal û li Enes Taşkin jî cezayê muebbetê û 18 sal cezayê girtîgehê hate birîn. Li Îbrahîm Toktaş tevî cezayê muebbeta giran a ji hêla 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê ve hatibû birîn, di heman demê de ji hêla 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê ve jî 15 sal cezayê girtîgehê hate dayîn.

Cezayê li zarokan hatiye birîn

Her wiha li Şukru Aybek, Heja Algan, Emre Topçuoglu, Baran Eman, Çeçan Kilkaya û Dîlan Aslan ku dema hatin girtin hêj zarok bûn, li her yekî 35 sal û 10 meh cezayê girtîgehê hate birîn. Di heman demê de li Huseyîn Bag 11 sal, li Zehra Kaya 18, li Fatma Aslan 21 sal û 7 meh, li Nûrcan Aslan 25 sal û 8 meh û li Mûrat Gazîoglu 11 sal û 4 meh cezayê girtîgehê hate birîn. Di demên berê de 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê cezayê muebbetê li van kesên navborî birîbû. Li dayika 5 zarokan Nûrşen Demîr ku mala xwe neterikandibû jî 10 sal cezayê girtîgehê hate birîn.

Îtîrafkar xelat kir

Di dozê de şandeya dadgehê her wiha Hîcran Berna Ayverdî ku li ser îtîrafên wê hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli û hevşaredara Şaredariya Peyas a Amedê Kezîban Yilmaz hatibûn girtin, xelat kir. Şandeyê bi îdiaya ‘Endama rêxistinê ye’ 8 sal ceza li Ayverdî birîbû û ev ceza jî daxistibû 3 sal û 4 mehan.

Dosyeya girtiyên bi navên Medya Çinar û Siraç Yuksek ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fedaî kiribûn û jiyana xwe ji dest dabûn, hatin girtin. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar