Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Doza Nisêbînê: Pirsgirêka sereke pergal bi xwe ye

Firat Çîftçî yê di Doza Nisêbînê de cezayê muebata giran û 29 sala cezayê girtîgehê lê hat birîn, parastin kir û wiha got: “Feraseta ku Rêveberiya Xweser weke sûc dibîne, sûcê herî mezin dike.”

Danişîna doza 17 jê zarok 70 kesên piştî qedexeya derketina derve ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdîn, di 26’ê gulana 2016’an de hatibûn binçavkirin û dûre hatin girtin, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê berdewam kir. Danişîna 2 kesên ku dosyayên wan ji hev hatibûn cuda kirin îro hatin dîtin.

Destpêkê danişîna Hêvîdar Ozdemîr hat dîtin. Danişîn piştî tespîta nasnameyê bi xwendina mutalaaya dozgerê dozê dest pê kir. Dozger mutalaaya xwe ya derbarê Ozdemîr de aşkere kir. Dozger xwest ku Ozdemîr bi cezayê muebeta giran bê cezakirin.

Dûre parêzerê Ozdemîr ji bo parastinê dem xwest. Heyeta dadgehê daxwaza parêzer qebûl kir û danişîna Ozdemîr taloqî 13’yê sibata 2020’an kir.

‘Ji ber ku min jiyana azad parast ez li vê me’

Dûre danişîna Firat Çîftçî hat dîtin. Çîftçî ji Girtîgeha Bandirmayê anîn û di salona danişînê de amede bû. Firat Çîftçî dest bi parastina xwe kir û wiha axivî: “Du sal in têm darizandin. Yekemîn careke ku parastina xwe dikim. Ev du sal in têm dadgehê û diçim. Berê jî, min bi dehan car got ku ev şande û dadgeh ne ser bixwe ne. Li gel vê yekê jî, em bi heman helwestê û şandeyê re dewam dikin. Ji ber ku min daxwaza rêveberiya xweser a demokratîk kir û jiyana azad parast ez îro li vê derê me. Ez tu carî ne poşman im. Tu bihayê cezayê ku hûn bidin min tuneye. Feraseta ku Rêveberiya Xweser weke sûc dibîne, sûcê herî mezin dike. Îro Erdogan diçe kîjan welatî, di rojeva wî de tenê kurd hene. Ji ber ku ji kurdan ditirse, wan evqasî dike rojev. Lê hewldaneke me ya ku em tirsê bidin avakirin tuneye. Çawa ku em ji kesekê natirsin, em naxwazin ku kesek jî ji me bitirse. Em dixwazin çand û exlaqê xwe bi awayekê azad bijîn. Dixwazin me înkar bikin, bi tank û topan encamê bigirin. Gelo karîn bi van PKK’ê biqedînin? Niha li her derê têkoşîn dewam dike. Wê dewam bike jî. Dibêjin ku kurd û tirk xwişk û biran e. Lê di rastiyê de, pîvan û exlaqeke xwişk û biratiyê jî, heye.”

Pirsgirêk pirsgirêka pergalê ye

Çîftçî bal kişand ser awayê darizandina xwe û wiha dawî li parastina xwe anî: “Em îro bi şanoyekê hatiye avakirin tên darizandin. Ma hûn wisa difikirin ku em ê van cezayan ji bîr bikin? Bi îdia û îfadeyên tewş hûn me ceza dikin. Yên ku jina 70 salî dayika zarokan li Nisêbînê dan ber guleyan ma ez bûm? Yên ku cenazeyê Dayika Taybet li Silopiyê bi rojan li kolanê hiştin me ez bûm? Na ne ez bûm. Ev hemû kirînên we ne. Ceza bidin min û tola xwe ji min bigirin. Li ser dervera cîhanê mirov dimirin. Pirsgirêka sereke pirsgirêka pargalê ye. Ev hişmendî êdî nabe çareser. Pergala ku hûn weke terorê dibînin, pergala konfederalîzmê ye. Çi yê vê sûc e? Hûn jî baş dizanîn ku ev ne sûc e. Cezayê ku hûn bidin min jî, wê ne li gorî wijdan, exlaq, çand û nirxê civakê be.”

Heyeta dadgehê piştî parastinê navber da û dûre cezayê muebeta giran û 29 sala cezayê girtîgehê li Çiftçî birî.

Berê jî li 31 girtiyan ceza hatibûn birîn

Heyeta dadgehê heta niha der barê 29 kesan de biryar dabû. Heta niha dadgehê der barê Yasemîn Erkol 10 sal, Ozgur Sevîm cezayê muebbeta giran û 25 sal, Îlyas Dogan, Omer Karataş, Osman Bozkurt, Hamît Acur û Akar Îkbal de muebbeta giran û 15 sal, der barê Sadik Tan, Bayram Sevgîn, Firat Darî, Mazlum Yaşa û Hatîp Oyman de muebbeta giran û 18 sal, der barê Ercan Dolaşir de muebbeta giran û 10 sal, der barê Erkan Benlî de muebbeta giran û 20 sal û 3 meh, der barê Baver Başar de muebbeta giran û 19 sal, der barê Mehmet Zirig de muebbeta giran û 17 sal, der barê Suleyman Goksel Yerdut de muebbeta giran û 15 sal, der barê Dîlber Tanrikulu de muebbeta giran û 26 sal, der barê Tufan Îlbaş de muebbeta giran û 27 sal û 6 meh, der barê Ramazan Eroglu de jî 2 caran muebbeta giran û 3 sal cezayê girtîgehê birîbûn, ji bo Farûk Engîn muebeta giran û 31 sal cezayê girtîgehê û ji bo Resûl Ergun jî 3 caran muebata giran û 27 sal cezayê girtîgehê hatibû birîn.

Her wiha heyeta dadgehê der barê Şukru Aybek, Heja Algan, Emre Topçuoglu, Baran Eman, Çeçan Kilkaya û Dîlan Aslan de jî ji ber temenê wan biçûk e ji bo her yekî-ê 35 sal û 10 meh cezayê girtîgehê birîbûn. Dîsa li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê Huseyîn Bag rastî cezayê muebetê û 11 sal, Zehra Kaya cezayê muebetê û 18 sal, Fatma Aslan 21 sal û 7 meh ceza hatibûn.

Dosyaya 2 girtiyan hatibû girtin

Ji girtiyên dozê Medya Çinar û Siraç Yuksek, di çalakiya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dawî li jiyana xwe anîbûn. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar