Danişîna doza Midûrê Karê Nivîsan a Rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin li 28’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hate dîtin. Akin îdiayên der barê xwe de red kir. Dadger doz taloqî 22’yê cotmehê kir
Bi hêceta ‘Têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê de nûçe çêkirine’, der barê Midûrê Karê Nivîsan a Rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin de bi îdiaya ‘li pey hev propagandaya rêxistinê kiriye’ doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê îro li 28’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hate dîtin. Akin û parêzerê xwe Ozcan Kiliç di danişînê de amade bûn.
Di danişînê de Akin parastina xwe kir û wiha got: “Min weke midûrê karê nivîsan di Rojnameya Yenî Yaşamê de xebat meşand. Ez îdiayên der barê min de tên kirin, red dikim. Nûçe hatine berovajîkirin. Çend peyv ji nava nûçeyê hatine derxistin û weke hêcet hatine nîşandan. Di hundirê tu nûçe û nivîsan de propaganda nehatiye kirin.”
‘Nûçe di çarçoveya azadiya çapemeniyê de ne’
Di berdewamê de jî Akin da zanîn ku nûçe ji malper û ajansên cuda hatine wergirtin û wiha pê de çû: “Ev nûçe û nivîs ji bo agahdariya civakê hatine weşandin. Di çarçoveya azadiya çapemeniyê de ne û ji ber ku hêjayî nûçeyê ne, hatine weşandin. Ev nûçe û nivîs kesan an jî civakê teşwîqî tundî û sûc nakin, nêvenga terorê jî naafirîne. Ez van îdiayên di dosyayê de der barê min de hatine kirin, red dikim.”
Doz hate taloqkirin
Parêzer Ozcan Kiliç jî parastina muwekîlê xwe kir û ji bo ku bikare parastinê bike, dem xwest. Dozgerê dozê mutala da. Dozger îdia kir ku Akin ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ û xwest ku Akin bê cezakirin. Heyeta dadgehê jî doz taloqî 22’yê cotmehê kir. STENBOL