Doza hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş taloqî meha gulanê hate kirin
Dadgehkirina hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş ku ji doza xwe ya sereke negirtî tê darizandin, di roja sêyemîn de li 19’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dihat dîtin, bi dawî bû.
Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê tê ragirtin û ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nekarî beşdarî danişîna di roja sêyemîn de bibe. Di danişînî de parêzerên Demîrtaş û heyeteke ji siyasermedaran pêk dihat, amade bûn.
Parêzerên Demîrtaş mafê axaftinê wergirtin û parastina miwekîlê xwe kirin. Heyeta dadgehê piştî parastin û daxwazên parêzeran navber da danişînê û piştre jî doz taloqî 27-28’ê gulana 2020’an kir.
Her wiha heyeta dadgehê xwest belge û ewraqên têkildarî lêpirsîn û girtina Demîrtaş radestî wan bên kirin. ENQERE