Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dozger baxçeyê dadgehê li Emîne Şenyaşar qedexe kir!

Çalakiya Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û zarokên wê ji aliyê xizmên parlementerê AKP’ê hatibû qetilkirin di roja 8’an de ye. Dozger baxçeyê dadgehê li Şenyaşar qedexe kir

Emîne Şenyaşar a ku hevjînê wê Hecî Esved Şenyaşar û zarokên wê Adil û Celal Şenyaşar ji aliyê parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibû kuştin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar çalakiya rûniştinê li baxçeya Dadgeha Rihayê dabûn destpêkirin. Çalakiya wan di roja 8’an de ye.

Malbatê çalakiya xwe didomand û dixwest bi Serdozgerê Komarê re hevdîtinekê bike, heta niha bersiveke erênî nedane daxwaza malbatê. Emîne Şenyaşar duh bi îdîaya ‘heqaret li peywirdarê dewletê kiriye’ hatibû binçavkirin, piştî ku îfadeyê hatibû berdan û vegeriyabû baxçeyê dadgehê.

Ji ber biryara serdozger destûr nehat dayîn ku Şenyaşar têkeve baxçeyê dadgehê. Malbatê li ser twîtterê daxuyanî da û wiha got: “Serdozger qedexe kiriye ku em herin baxçeyê dadgehê. Hemû dinyayê qîrîna me ya edaletê bihîst, lê Wezîrê Edaletê dengê me nebihîst.”

Malbata Şenyaşar a ku têketina baxçeyê dadgehê li wan hatibû qedexekirin, çalakiya xwe li ber deriyê dadgehê dikin. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar