Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Dozger di doza panzerê de mutalaa da

Dozger di 9’emîn rûniştina Doza Panzerê de mutalaa da û ji 2 salan heta 15 salan ceza xwest. Gotinên bersûc Omer Yîgît ên derbarê midurê polîsan ê demê ku ew weke berpirsê bûyerê dît, derbasî girtekan nehatin kirin

9’emîn rûniştina doza bersûc Omer Yîgît ku di 3’ê gulanê 2017’an li navçeya Silopiya Şirnexê bi panzerê ketibû mala birayên Mûhammed (7) û Fûrkan Yildirim (6) û ew heciqandibûn û serbazê wî Mûrat Maden ku ew peywirdar kiribû, li 2’yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Cizîrê hat dîtin. Her du bersûcên ku ji sûcdariya “bi qusûr bûne sedema mirina ji kesekî zêdetir’ ji wan re ji 2 salan heta 15 salan ceza tê xwestin li rûniştinê amade bûn. Parêzerên dozê, bavê birayên Yildirim Mesût Yildirim û parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr jî beşdarî rûniştinê bûn.

Di rûniştina ku piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir de, mafê axaftina ji apê birayên Yildirim Ahmet Yildirim ku di heman bûyerê de birîndar bûbû re hat dayîn. Yildirim diyar kir ku gilîdar e û dixwaze tevlî dozê bibe. Li ser van gotinên Yildirim, bersûc Mûrat Maden angaşt kir ku beyanên gazindker bi raporên bijîjkan re nakok in û xwest ku daxwaza Yildirim a tevlibûna dozê bê redkirin. Piştî vê yekê parêzerê birayên Yildirim Husnu Kaplan daxwaz kir ku derbarê kesên berpirsyar wan di bûyerê de heye yên di rapora pispor de serlêdana sûc bê kirin.

Ji 2 salan heta 15 salan ceza xwest

Dadgehê diyar kir ku mijareke ku lêkolîn bikin tuneye û ji meqamê angaştê xwest ku derbarê esasê de mutalaa bide. Meqama angaştê diyar kir ku bersûc Yîgît ji bo bikaranîna wesayîtê tu perwerde negirtiye lê heta dema bûyerê bi qasî 6 mehan wesayîtên bi vî rengî bi kar aniye û wiha got: “Her çiqas Yîgît perwerde negirtibe jî ji ber ku demeke baş wesayîtê bi kar aniye, di ferqa tiştê kiriye de ye berpirsyariya wî heye. Di dema di wesayîtê de bûye, ji ber sekinandina motorê diviya ku wesayîtê frên bikira û ji tevgerandina wesayîtê bûbûya asteng. Lê vê yekê nekiriye,  derveyî vê girîngiyê tevgeriyaye û tê di encama qezaya pêk hatiye de bûye sedema mirina birayên (6) û birîndariya Ahmet Yildirim. Ji ber vê yekê divê bersûc Omer Yîgît li gorî xalên 85/2, 53/6 ên TCK’ê ji sûcê “bi qusûr bûyîna sedema mirin û birîndariyê” bê cezakirin.” Meqama angaştê diyar kir ku bersûcê din Mûrat Maden jî ji bûyerê berpirsyar e û xwestin ji xala ku tê darizandin bê cezakirin.

Gotinên derbarê midurê polisan derbasî girtekan nehatin kirin

Bersûc Yîgît dema ku li dijî mutalaayê mafê axaftinê girt careke din diyar kir ku berpirsyarê bingehîn ê bûyerê midurê polîsan ê demê Selçûk Erdogan e. Lê balkêş e vana gotinên bersûc Yîgît ên derbarê midurê polîsan de ji aliyê dadgehê ve derbasî girtekan nehat kirin. Parêzer Yildirim jî li dijî mutalaayê daxwaza dema zêdek kir. Dadgehê daxwaza dema zêdek a parêzer qebûl kir û ji bo biryarê bide rûniştinê taloqî 19’ê hezîranê kir. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar