Rûniştina doza rojnameger Bêrîtan Canozer hate dîtin. Dozger xwest ku ji 7 sal û nîvan heta 15 salan ceza li rojnameger Canozer bê birîn
Der barê nûçegihana JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer bi îdiaya ‘endama rêxistinê ye’ doz hatibû vekirin. Rûniştina 2’yemîn a dozê li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin. Canozer û parêzerê xwe Resûl Tamûr tev li danişîna dozê bûn.
Di danişînê de rojnameger Canozer diyar kir ku ew îfadeyên şahidan red dike. Canozer got ku ew rojnamegere û tenê karê xwe dike.
Dozger xwest ji 7 sal û nîvan û heta 15 salan ceza li rojnameger Bêrîtan Canozer bê birîn.
Di danişînê de parêzer Tamûr jî wiha got: “Tê îdiakirin ku muwekîla min bi endamên rêxistinê re roportaj kiriye lê li holê tu roportaj nînin.”
Rûniştina doza rojnameger Berîtan Canozer taloqî meha cotmehê hate kirin. AMED