Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Dozger ji Rojnameger Evren 20 re sal ceza xwest

Rojnameger Kîbriye Evren a 122 roj in li Gîrtîgeha Tîpa E ya Amedê di greva birçîbûnê de dîsa nehat berdan. Dozger ji Evren re heta 20 salan ceza xwest

Rojnameger Kîbriye Evren di 9’ê cotmeha 2018’an de li Amedê di pêla operasyona li dijî siyasetmedar û rojnamegeran de li gel 142 kesan hatibû binçavkirin û hatibû girtin. Danişîna 4’emîn a Doza Evren li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Evren a ji 16’ê kanûna 2018’an ve li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye beşdarî danişînê nebû. Parêzerên Evren, Resûl Tamûr û Pîrozhan Karalî di danişînê de amade bûn. Malbata Evren û rojnamegaran danişînê şopandin. Evren, daxwazname şand ji heyeta dadgehê re û diyar kir ku heta tecridkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî nebe daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bi dawî nebe ew tev li danişinê nabe. Serokê heyeta dadgehê diyar kir ku dosyaya ku li 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqere ku der barê Evren de hatiye vekirin û ev dosya heyî kirine yek. Dozger jî axivî û wiha got: “Evren di nava TJA  de xebatê dimeşîne. Ji qada çapemeniyê berpirsiyar e. Li ser Evren îfadeya 3 şahidên nehen hene.” Dozger der barê Evren de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” ji 7.5 salan heta 15 salan û ji “propaganda rêxistinê” jî heta 5 salan bi giştî heta 20 salan cezayê hepsê xwest.

Parêzerên Evren Pirozhan Karalî û Resul Tamur, ji bo der barê mutalaya dozger de parastinê bikin dem xwestin. Tamûr diyar kir ku der barê Esra Solîn Dal, Mehmet Akdogan û Savaş Aslan de doz hatibû vekirin û heyetê beraat kirin. Tamûr xwest der barê muwekîla wê Evren de jî heman biryar bê dayîn û serbest bê berdan.

Heyeta Dadgehê piştî danişîna hat dîtin biryara navberê da û biryara dewama girtina Evren da û danişîn taloqî 7’ê gulanê kir.  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar