Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Dozger ji rojnameger Olçen re 15 sal ceza xwest

Serdozgerê Komarê yê Amedê der barê Xwediyê Îmtîyazê yê Rojnameya Azadiya Welat a bi KHK’ê hat girtin,  Ramazan Olçen de doz vekir û ji bo wî heta 15 salan cezayê girtîgehê xwest

Serdozgerê Komarê yê Amedê der barê Xwediyê Îmtîyazê yê Rojnameya tekane kurdî Azadiya Welat a bi KHK’ê hat girtin Ramazan Olçen de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” îdiname amade kir û pêşkêşî dadgehê kir. 11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê îdianame qebûl kir û doz vekir.

Lijneya weziran di 30’yê cotmeha 2016’an de bi hêjmara 675’an a KHK’ê der barê rojnameya Azadiya Welat de biryara girtinê dabû. Piştî rojname hat girtin Serdozgerê Komarê yê Amedê der barê Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameyê Olçen de bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kiriye” îdianame amade kir û pêşkêşî dadgehê kir. Dozger bi sedema ku dema polîsan di 10’ê gulanê û 14’ê kanûna 2016’an de bi ser buroya Rojnameyê de girt û pirtûka Devrim Serhat a bi navê “Geliyê Zîlan Jêderka Jîn û Janê”, kovarên Ozgur Halk û Çîrûska Heviya Jinê û taslaka pirtûka Mehmet Salih Erden a Derin Yara li buro girtine bi îdiaya “Propagandayavrêxistinê” doz vekir. Dozger pirtûk, kovar û fotokopiyên ku li buroyê dîtin wekî weşana bîrdoziya PKK/KCK’ê pênase kir û parast ku rojname dibe sedem ku kes tev li rêxistinê bibin.

Dozger xwest dadger guh nede îfadeya Olçen a sûcdariya der barê xwe de red kiriye û bê darizandin. Dozger ji 7,5 salan heta 15 salan xwest Olçen bê cezakirin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar