Dozger der barê kuştina 3 kesên ji malbata Şenyaşar piştî 18 mehan îdianame amade kir. Dozger di îdianameyê de cih neda kuştina bav ê li Nexweşxaneyê Dewletê ya Pirsûsê hat kuştin. Malbata Şenyaşar bertek nîşanî îdianameyê da
Di 14’ê hezîrana 2018’an de li Pirsûs a Rihayê xizm û parêzvarên parlementerê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Hecî Esvet Şenyaşar û kurê wî Adil û Celal Şenyaşar kuştibûn. Di bûyerê de birayê Yildiz Mehmet Alî Yildiz jî miribû û ji malbata Şenyaşar Mehmet û Ferît Şenyaşar jî di nav de 8 kes birîndar bibûn. Di ser bûyerê re 18 meh derbas bûn lê hêj nû Serdozgerê Komarê yê Rihayê têkildarî bûyerê doz vekir. Dozger di îdianameyê de cih neda kuştina bav Esvet Şenyaşar ê li Nexweşxaneya Dewletê ji aliyê xizmên parlamenter Halîl Îbrahîm Yildiz ve hat kuştin. Dozger tenê lêpirsîn bi kuştina Adil, Celal Şenyaşar û birayê wekîl Yıldız Mehmet Şah Yıldız bi sînordar kir. Piştî 3 dozger hat guhertin, îdianame hat amadekirin. Dema malbat û xizmên Halîl îbralîm Yildiz êrîşî nexweşxaneya Pirsûsê kirin û Esvet Şenyaşar kuştin, Wezîrê Çandiniyê Eşref Fakibaba, Waliyê Rihayê û Qeymeqamê Pirsûsê jî li wir bûn. Lê ligel vê yekê dozger cih neda kuştina bav Esvet Şenyaşar.
Dayik Emîne Şenyaşar bertek nîşanî naveroka îdianameyê da û got ku li gorî xwe îdianeme amade kirine û her wiha Ferît Şenyaşar jî diyar kri ku ew vê îdianameyê qebûl nakin.
‘Tenê em sûdar kirin’
Emîne Şenyaşar bertek nîşanî îdianameyê da û diyar kir ku li gorî dilê xwe îdianame amade kirine û ev tişt anî ziman: “Tenê em sûcdar kirine. Li gorî xwe dosya amade kirine. Çima lêkolîn nekirine. Çima dîmenên li nexweşxaneyê derxistine. Qira malbata me anîn. Ev bê wijdanî çi ye? Çima Halîl Îbrahîm Yildiz naşopînin. Bi xwîna zarokên min dîwarê nexweşxaneyê boyax kirin. Ez û Hacî çûn cihê bûyerê. Piştre hevjînê min Hecî li pêş çavê min qetil kirin. Min bang li polîsan kir. Min got zarokên min dikujin. Lê tiştek nekirin.”
‘Em vê îdianameyê qebûl nakin’
Her wiha Ferît Şenyaşar, jî bertek nîşanî îdianameyê da û ev tişt diyar kir: “Di ser bûyerê re 18 meh borîn. Hêj nû îdianameyê amade dikin. Ji bo me tu wateya vê îdianemeyê tune ye. Ev îdianame yekalî amade kirine. Tenê em tiştekî dixwazin. Em dixwazin îdianame bêalî û li gorî edaletê bê amadekirin. Li kargeriya me dîmen hene. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê dîmen hene. Em dixwazin van dîmenan derxin holê. Em dixwazin dozger ji nûve vê îdianameyê amade bike. Li nexweşxaneyê 2 birayên min û bavê min bi hovîti qetilkirin. Di îdianameyê de tu geşedanên li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê pêşketine tune ye. Cih nedane geşedanên li nexweşxaneyê. Ji ber vê yekê em vê îdianameyê qebûl nakin. Em dozgerekî nû dixwazin. Bi vî dozgerî ev doz nameşe. Dema îdianame amade kirine paşedora me lêkolîn kirine. Têkildarî girtina bavê min lêkolîn kirine. Lê bavê min neheq hatiye girtin. Bavê min piştî hat girtin 20 roj şûnde hat berdan. Em edaletek bêalî dixwazin. Em dixwazin birayê min ê girtî jî serbest bê berdan.” RIHA