PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Pazar - 24 Kasım 2024

Dozger xwest 7 rojnameger bên cezakirin

Dozger xwest 7 rojnamegerên bi hênceta parvekirina lînka li ser medya civakî Cîgirê Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Mûsa Çîtîl kirine hedef tên darizandin ji salekê heta 3 salan bên cezakirin

Di serdema qedexeya derketina derve ya navçeya Sûrê ya Amedê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hat girtin bi sernavê “Navê Dorpêçkirinê ‘Bayrak 12’ Musa Çîtîl e” hatibû çêkirin. Rojnameger Omer Çelîk, A.Vahap Taş, Çagdaş Kaplan, Selman Çîçek, Hamza Gunduz, Înan Kizilkaya, Kemal Sancili û Selîm Gunenç lînka nûçeyê di hesabên xwe yên medya civakî de parve kiribûn. Bi hênceta parvekirina lînkê doz li 8 rojnamegeran hat vekirin. Danişîna doza rojnamegeran li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Rojnameger Kemal Sancili yê ji dozek din li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ne bi rêya dîmen beşdarî danişînê bû. Rojnamegerên din beşdarî danişînê nebûn. Di danişînê de parêzer Resûl Tamûr amade bû.

Ji ber ku biryara girtina rojnameger Selîm Gunenç nehat cih, ji dosyeya rojnamegerên din veqetandin û biryar hat dayîn ku ji nûve li ser dosyeyê bê xebitandin.

Dozgerê li dozê dinêre îdia kir ku rojnamegeran Mûsa Çîtîl kiriye hedef û sûc kirine û ji bo rojnamegeran salekê heta 3 salan cezayê hefsê xwest. Her wiha dozger xwest rojnameger Selman Çîçek ji ber parvekirinên xwe yên di medya civakî de bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye” bê cezakirin.

Parêzerê rojnamegeran Resûl Tamûr ji bo li dijî mutalaya dosyeyê dikaribe parastinê bike dem xwest.  Heyeta dadgehê daxwaza parêzer Tamûr qebûl kir û ji bo rojnameger û Tamûr li dijî mutalayê parastina xwe bikin danişînê taloqî 18’ê kanûnê kir. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar