Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dozger zaroka 13 salî kir endama rêxistinê!

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê di 16’ê sibata 2016’an de qedexeya derketina kolanan hatibû îlankirin. Di qedexeya derketina kolanan de zaroka 13 salî Fatma Elarslan di 7’ê Adara 2016’an de li kolanê cenazeyê wê hatibû dîtin. Li ser îfadeya şahidê nepen Fatma Elarslan wekî ‘Endama rêxistinê’ hat qebûlkirin. Têkildarî kuştina Elarslan Serdozgrê Komarê yê Şirnexê lêpirsîn dabû destpêkirin. Dozer piştî lêpirsînê bi hinceta ‘Hewce bi şopandina dosyayê tune’ dosya girt. Dozgerê ku pêdivî bi vekirina dozê nedît û dosya girt, diyar kir ku bedena Elarslan li qada vekirî ya navçeyê li gel 9 kesan hatiye dîtin. Dozger da zanîn ku di otopisyê de hatiye dîtin ku Elarslan bi çekê birîndar bûye û sedema wê teqîna muhimmatê ye.

Dozger parast ku guleya ku Elarslan kuştiye ji kijan çekê derketiye ne diyar e û li ser îfadeya şahidê nepen Elraslan wekî endama rêxistinê nîşan da. Dozger îfadeya şahida nepen a bi kodê ‘Hîlal’ esas girt û îdea kir ku Elarslan bi polîsan re şer kiriye û di şer de jiyana xwe ji dest daye. Dozger dîsa îdea kir ku Elarslan di dema rêveberiya xweser a Hezexê de xebatên şerê çekdarî dikir. Dozger parast ku leşker û polîsan fermana dayî pêk anîne û li gorî hiqûqê tev geriya ne.

Parêzerê malbata Elarslan Veysel Vesek jî li li dijî biryara dozger serî li Dadgerê Cezayê Sulhê yê Şirnexê da û îtîraz kir. Parêzer Vesek anî ziman ku zarokek 13 salî ne pêkan e bibe ‘endama rêxistinê’ û li cihê ku cenaze lê hatiye dîtin şer tune ye û diyar kir ku qebûlkirina ‘Endamtiya rêxistinê’ ya Elarslan li dijî pîvan û peymana Dadgeha Mafên Mirovan (DMME) û Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ye û li dervê hiqûqê ye.

Hekîmê Cezayê Sulhê ji îtiraza parêzer red kir. Dadger jî biryara dozger esas girt û biryara redkirina îtîraza parêzer da. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar