Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cuma - 13 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Dozgerî derbarê leşkerên êşkencekar parast

Kerem Arvas ê li Tetwanê ji hêla leşkerên tirk ên dagirker derketine operasyonê ve êşkence dîtiye, tevî ku gilî hate kirin jî îfadeyên leşkeran nehatin girtin û derbarê dosyeyê de biryara “neşopandinê” hate dayîn.

Êşkence û faşîzma dewleta tirk a li ser kurdan bi dawî nabe. Kerem Arvas ê ji gundê Peyîndasa navçeya Tetwana Bedlîsê, di 10’ê tebaxa 2023’yan dema di nav zeviya xwe de dixebitî ji hêla leşkeran ve hate binçavkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Der barê Arvas de di 29’ê adarê de bi îdiaya “Tevî ku ne endamê rêxistinê ye alîkariya rêxistinê kiriye” 3 sal, mehek û 15 roj cezayê hefsê hate birîn. Arvas di meha nîsanê de hate berdan.

Parêzer Berfîn Ozan di 11’ê tebaxê de ji ber muwekîlê xwe yê di bin çavan de êşkence dîtiye bi sedemên “êşkence û muamileya xirab” û “Peywira xwe bi neyînî bikaranînê” derbarê leşker û cerdevanan de ji Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê gilî kir. Di serlêdanê de hat gotin ku Arvas ê serlêdanê kiriye bi awayekî sîstematîk êşkence dîtiye, der barê êşkenceya dîtiye de rapor nehatiye amadekirin, bêyî were dermankirin tevî parsuyê xwe yê şikestî 24 saetan di nezarete de hatiye girtin û agahî nedane malbatê.

Dozger ji bo serlêdana di 23’yê tîrmehê de hatiye kirin biryara neşopandinê da. Tevî ku îfadeyên tu leşkerên ku tev li operasyonê bûne nehatine girtin, ji bo biryara neşopandinê jî “kêmbûna delîlan” hate nîşadan. Di hinceta biryarê de ev tişt hatin gotin: “Hatiye diyarkirin ku gilîkar rûyên kesên ku wî kirine ji ber di serê wan de serik, li rûyê wan ve jî rûpoş hebû nedîtiye, tenê çavên wan xuya dikir lewma jî heke ev kes werin hevrûkirin dê gilîkar wan nas neke, ji ber wê jî ji gumanan sûcdar sûdê digire. Lewma hewcehî bi rapirsînê nîn e.

Parêzer Ozan wiha got: “Darizandina muwekîlê min di 7 meh û 18 rojan de hate temamkirin lê belê di giliya me kiriye de hat gotin ku lêpirsîn di 11 meh û 9 rojan de hatiye temamkirin.” Ozan da zanîn ku tevî hemû navên leşker û cerdevanên tev li operasyonê bûne hatine diyarkirin, derbarê serlêdana sepana îşkenceyê de biryara neşopandinê hate dayîn. Şûna ku polîs û cerdevan ewlehiya muwekîlê min pêk bînin, êşkence lê kirine û di parsuyê wî yê çepê de 2 cih derizîn çêbûne. Bijîşk muwekilê min ê 61 salî tedawî nekiriye, muwekîlê min 24 saetan bi parsuyê xwe yê deriziye di nezaretxaneyê de hatiye ragirtin.”

Ozan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Yekineyên darazê li gorî xwe, kesên wek ‘taluke’ dibînin, bi destê darazê tacîz dikin. Tevî ku ev tacîz têr nake, êşkenceya fîzîkî û derûnî li gel dikin. Dema ku bûyerekî êşkence û muamileya xirab tê rojevê polis û leşker înkar dikin. Yekineyên darazê jî bi biryarên didin, dibin alîkarê van kesan. Ji sala 2015’an ber bi îro ve di bin çavan de bûyerên îşkence û muamileya xirab zêde bûne. Lê belê bêcezahiştina faîlan anku politikaya bêcezahiştinê ya dewletê, faîlan bi hêz dike. Ne tenê di dosyeya Arvas de faîlên di dosyeyên dema borî û yên dema pêş de dizanin dê ji ber êşkenceyê neyên darizandin, ji vê yekê wêrek dibin û bêhtir êrişkar tevdigerin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar