Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Dr. Fernaz Etiye: Abdullah Ocalan têgîna azadiyê nû kir

Doktora Zanistên Siyasî Fernaz Etiye diyar kir ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan têgîna azadiyê nû kir û wiha axivî: “Neteweya demokratîk ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin, projeyeke berfireh û yekgirtî ye.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi paradîgmaya neteweya demokratîk rêya têkoşîn û azadiyê danî ber gelan. Kesayetên navdar ên ku paradîgmaya Rêber Apo dixwînin hêviya azadiyê bi wan re geş dibin û hewl didin ku Rêber Apo ji nêz ve nas bikin. Ji van kesayetên navdar yek jê doktora Zanistên Siyasî Fernaz Etiye projeya neteweya demokratîk a Rêberê Gelan Abdullah Ocalan nirxand.

Dr. Fernaz Etiye diyar kir ku di neteweya demokatîk de jiyaneke hevpar heye û wiha got: “Dema ku em ji aliyê siyasî ve li projeya neteweya demokratîk binêrin, em ê bibînin ku birêz Abdullah Ocalan banga neteweya demokratîk dike. Ev jî nîşan dide ku prensîba welatîbûnê xurt dike û divê peymaneke civakî di navbera hemwelatî û desthilatdariya neteweya demokratîk de hebe. Di vê projeyê de wekhevî di navbera jin û mêr de heye, ku ji mafê her yekê ji wan bi rewatî bijî û hevjiyaneke hevbeş di navbera wan de jî hebe.”

Modela herî guncav a gelan

Fernaz Etiye anî ziman ku ji bo hemû gelan modela herî guncav modela neteweya demokratîk e û wiha domand: “Em ji bîr nekin ku modela herî diyar a pêkanîna vê ramanê modela Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Modela li ser bingeha fikra neteweya demokratîk, modela li ser bingeha azadî û wekheviyê ye. Ji mezhebên cuda û hêmanên olî û etnîkî yên cuda pêk tên.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Fernaz Etiye ev tişt anî ziman: “Eger em fikira birêz Abdullah Ocalan hîn berfirehtir bikin, em ê bibînin ku di şaredariyan de ji aliyê aborî ve behsa nenavendîbûnê kiriye û ev yek ji hêmanên girîng ên rêveberiyê ye. Ji ber ku balê dikişîne li ser hebûna azadî, wekhevî, hebûna demokrasiyê û karîna rêveberiya civakê ye.”

Abdullah Ocalan têgîna azadiyê nû kir

Der barê pirsgirêka jinê de jî Fernaz Etiye destnîşan kir ku axaftina li ser jinê di fikirê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de xwedî rol e, her wiha têgîna koletiyê bi her şêweyî red kir, bi taybetî koletiya ku li jinê tê ferzkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Abdulah Ocalan têgîna azadiyê nû kir û zanista wê (jineolojiya) afirand. Ev zanist li ser têkiliya jinê bi aborî, civak û kar û barê civakî re lêkolîn dike. Ev projeya ku pêşkêş kiriye projeyeke rast e. Di encamê de divê em vê projeyê xweş fêhm bikin. Divê li nava dewletê Erebî û li nava welatên Rojhilata Navîn belav bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar