Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...
Perşembe - 3 Ekim 2024

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Dr. Jeffrey: Abdullah Ocalan mîna çirûskeke ku agir pêdixe ye

Dr. Thomas Jeffrey Miley diyar kir ku Abdullah Ocalan li dijî pergala emperyal alternatîfek pêş xistiye û wiha axivî: “Abdullah Ocalan mîna çirûskeke ku agir pêdixe ye. Bi modernîteya demokratîk ku ew li dijî modernîteya kapîtalîst pêş dixe, gelek îlhamê dide mirovan.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de li paytexta Kenya Naîrobiyê bi komployeke navdewletî radestî Tirkiyeyê hat kirin û 25 sal in li girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin.  Bi hincetên cuda ev 3 sal in jî bi tu awayî agahî jê nayên girtin. Dewleta tirk a dagirker ji bo fikrên azadiyê yê Rêber Apo negihêje gelan her cure planên qirêj xistine dewrê û dîsa jî nikarin pêşiya fikrên Rêber Apo bigirin. Dostên kurdan di 10’ê cotmeha 2023’yan de pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” dane destpêkirin. Li bakurê Kurdistanê û Ewropayê meşên azadiyê hatin destpêkirin. Berxwedêrên zindanan jî ji 27’ê Mijdarê vir ve di greva birçîbûnê de ne.

Hîndekarê Departmana Civaknasiyê ya Zanîngeha Cambridgeyê Dr. Thomas Jeffrey Miley têkildarî komploya navneteweyî û rola Rêber Apo ya di azadiya gelan de axivî. Dr. Thomas Jeffrey Miley, nivîskarê pirtûkên “Your Freedom and Mine” û “Self-determination struggles: in pursuit of the democratic confederalist ideal” e ku mafê tayînkirina qedera xwe ya kurdan û Konfederalîzma Demokratîk vedibêje. Miley, dibêje ku li pişt komploya navneteweyî NATO heye.

‘Abdullah Ocalan alternatîfa li dijî emperyalîzmê pêşkêş dike’

Miley diyar kir ku ji bo mirov revandina Ocalan fêm bike divê ji ewil jihevbelavbûna pergala emperyalîst û mercên krîza di rewşa heyî de baş bên fêmkirinev tişt anî ziman: “Van rojan em di nûçeyên; şerê li dijî Filistînê, qirkirina nijadî ya li dijî Filistînê… Di heman demê de DYA û şirîkê wê Îsraîl piştgiriyê dide vê. Li pişt komploya navdewletî ya li dijî Abdullah Ocalan DYA heye û hêza emperyalîst a sereke ye. Girtina Abdullah Ocalan nîşan dide bê ka hêzên emperyalîst bi hev re çawa tevdigerin û alternatîfên Abdullah Ocalan ji bo xwe çawa weke xetere dibînin. Ji ber ku Abdullah Ocalan tenê di krîzekê de bi rola aştiyê ranabe, di heman demê de fikrekî pêş dixe û dibêje ku li dijî pergala emperyal alternatîfek heye. Ev rewş bi navên cuda tê pênasekirin û em jê re dibêjin Konfederalîzma Demokratîk.”

‘Nêzîkatiya li hemberî Abdullah Ocalan zilma li ser kurdan radixe ber çavan’

Miley anî ziman ku li Îmraliyê rejîmeke îstîsnaî li ser Abdullah Ocalan tê ferzkirin û got ku ev yek tercîha Tirkiyeyê ye. Miley wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tê dîtin ku cezayê hepsê yê li Îmraliyê ji bo têkbirina tevgera kurd e. Weke ku min berê jî gotibû, Abdullah Ocalan ji bo pêvajoyeke aştiyê bi roleke sereke dilîze. Lewma jî jidervehiştina hiqûqê ya Abdullah Ocalan, nîşaneya zilma li ser gelê kurd e.”

Bi domdarî Miley bi lêv kir ku sînorên hêzên rojavayî dixwazin bikin jî hene û banga CPT’yê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi bîr xist. Miley, wiha got: “Civaka navneteweyî ji bo bicihanîna qanûn û hiqûqê çendek gavên biçûk hatin avêtin. Lê miameleya dermirovî ya li dijî Ocalan didome û hêzên emperyal ji bo dilê şirîkê xwe yê bazirganiyê Tirkiyeyê nehêlin tişta ji dest tê dikin. Beşekî pirsgirêka girêdayî pergala navneteweyî ew e ku hewldanên wan ên ji bo çareserkirina rewşa li Îmraliyê pir qels in.”

Miley got ku “Li gorî min Abdullah Ocalan semboleke nûwaze ye” û ev nirxandin kir: “Li gorî min; modernîteya demokratîk ku ew li dijî modernîteya kapîtalîst pêş dixe, gelek îlhamê dide mirov. Ji bo kesên weke me ku dixwazin li dijî dînamîkên rûxîner ên modernîteya kapîtalîst alternatîfan biafirînin; Abdullah Ocalan pir sûdewer e. Li gorî min yek ji sedemên ku hêzên navneteweyî wî weke xetere dibînin jî ev e.”

Jefferey Miley Abdullah Ocalan weke “çirûska ku agir pêdixe” pênase kir û wiha pê de çû: “Lewma jî êşa wî veguheriye êşa gelê kurd. Fedekariya wî bûye fedekariya gelê kurd. Lê di heman demê de Abdullah Ocalan ji lehengekî neteweyî pir wêdetir e; bi nivîsên xwe yên têkildarî Modernîteya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk re yek ji wan zaynarên pêşeng e ku nîşan da bê ka alternatîfa li dijî modernîteya kapîtalîst çi ye. Bi vê yekê re ne tenê xwe digihîne gelê kurd, her wiha xwe digihîne xeyala gelek radîkalên li cihanê.”

Nikarin Abdullah Ocalan bêdeng bikin

Dr. Miley got ku ew jî di şandeya Îmraliyê de bû û têkildarî mijarê pirtûka wî heye û wiha axivî: “Min pirtûka xwe ya ‘Your Freedom and Mine’ diyarî parêzerê Nelson Mandela, Essa Moosa kir ku her wiha pêşengtiya şandeya çûyî Tirkiyeyê jî kiribû. Essa Moosa, digot ku Ocalan dikare heman rola Nelson Mandela bilîze ku rejîma Apartheidê bi dawî kiribû. Abdullah Ocalan kesayetekî karîzmatîk e û xwedî vîzyona Mandela ye lewma li gorî min rolekî girîng dilîze. Û tişta din jî ew e ku tirkan tu caran cisaret nekir wî bikujin. Abdullah Ocalan îzole dikin û dibêjin qey dê bikarin wî bêdeng bikin. Lê nikarin fikrên wî bêdeng bikin. Lê Abdullah Ocalan nemir nîne. Ji bo pêvajoya aştiyê divê were berdan. Li gorî min heke hêj ew sax e aştî çênebe, êdî pir zehmete ku çêbibe.”

‘Divê ji hêla meşruiyeta rewşenbîriyê ve bêhtir bibim alîkar’

Mileyanî ziman ku piştî pirtûka Your Freedom and Mine, dixwaze di pirtûka xwe ya “Self-determination struggles: in pursuit of the democratic confederalist ideal” de bi alîkariya Abdullah Ocalan mijara mafê tayînkirina qedera xwe ya gelan berfirehtir binirxîne. Miley axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo were fêmkirin bê ka di sesala 21’emîn de Konfederalîzma Demokratîk tê çi wateyê, min xwest berfirehtir vebêjim. Çendek gotarên ku li pey îdela Konfederalîzma Demokratîk a Ocalan ketîn jî di pirtûkê de hene. Armanca esasî ya pirtûkê jî ew e ku bi berfirehî vebêjim bê ka di sedsala 21’emîn de Konfederalîzma Demokratîk tê çi wateyê. Ya ku ji bo nivîsandina van pirtûkan min motîve dike, Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Xwendekarekî min ji bo tiştên li Rojava rû didin bibînim, di sala 2014’an de li şandeya ku dê biçûya Sûriyeyê hatim vexwendin. Ez jî tev li bûm û pir bibandor bûm. Hem ji hêla akademîk ve, hem jî li Parlamentoya Ewropayê, Parlamentoya Îngilistanê û Konseya Ewropayê her ku ez ji bo doza gelê kurd bêhtir tev li xebatên lobiyê bûm, min dît ku divê ji hêla meşruiyeta rewşenbîriyê ve bêhtir bibim alîkar. Lewma min hîs kir ku cidîgirtina fikrên tevgerê, di heman demê de tevgerê rewa dike û bihêztir dike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar