Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dr. Mehmûd Osman: Dijminê me yek in divê em jî bibin yek

Siyasetmedar Dr. Mehmûd Osman diyar kir ku divê hemû aliyên siyasî bi yekgirtî li dijî êrişên dewleta tirk bisekinin û wiha got: "Mijar PKK nîne, dagirkirina xaka Kurdistanê ye. Divê rêxistin û partiyên kurdan li hev bişêwirin, yekitiya neteweyî pêk bînin.”

Ji 23’yê Nîsanê ve artêşa tirk a dagirker ji bejahî û hewayî êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê Metîna, Zap û Avaşînê dike. Dixwaze pêş de biçe û wan herêman dagir bike. Li hemberî wê Hêzên Parastina Gel (HPG) û YJA Star destanên lehengiyê û berxwedanê li hemberî wan êrîşan, nîşan didin. Bi êrîşa dewlet tirk a dagirker re asta pêwîstiya yekitiya neteweya ya kurd hîn zêdetir hat xuyakirin.
Siyasetmedarê kurd Dr. Mehmûd Osman, têkildarî êrîşên dagirkirinê, helwesta hikûmeta Iraq û Hikûmeta Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê û yekitiya neteweyî ji ajansa ANF’ê re axivî.

Osman anî ziman ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ne nû ne û diyar kir ku dewlet tirk li dijî kurdan siyaseta nijadperestiyê dike û wiha got: “Di vir de sûcdarê esasî Enqere ye. Siyaseta Tirkiyeyê siyasetekî nîjadperestiye. Terora dewletê li dijî kurdan dimeşîne. Êrîşên dagirkeriyên yên niha hîn zêdetir û berfireh in. Mijar PKK nîne, mijar kurd in û dagirkirina xaka Kurdistanê ye. Di her alî de êrîşî kurdan dike. Rêveberiya Enqereyê siyasetekî wiha li dijî kurdan dimeşîne.”

Divê hikûmeta Irak Başûr helwesta xwe nîşan bidin
Osman bal kişand ser bêdengiya hikûmeta Iraq û Hikûmeta Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê û wiha pê de çû: “Berê jî min anîbû ziman, divê Iraq li dijî êrîş û dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser axa Iraqê li qada navneteweyî gilî bike. Divê daxwaz bike ku hemû navend û bingehên leşkerî yên Tirkiyeyê werin valakirin û ji herêmê bê derxistin. Dema em li vê yekê dinêrin, wisa dixuyê ku hikûmeta Iraqê jî bi veşartî di hinek mijaran de li gel Tirkiyeyê ye. Dibe tifaqên hê ji demê Saddam Huseyîn hebin, ji bo wê bêdeng bin. Dîsa ligel Iraqê, Hikûmeta Herêmê jî bêdeng e. Ji bo wê ye ku Tirkiye bi kêfa xwe û dîsa bi piştevaniya Amerîkayê bi dehan care sînor derbas dike û êrîşên xwe pêk tîne. Ewropa, saziyên Neteweyên Yekbûyî bêdeng in. Amerîka û Rûsya li gel Tirkiyeyê ne, ji bo vê Tirkiye bi hêz û cesaret ji van digire bi kêfa xwe li Rojava, Başûr û Bakur êrîş dike.

Divê herêma Kurdisanê li gel PKK’ê di nava diyalogê de be, di nava xwe de li hev bikin, bê ka wê çi bikin, çawa tev bigerin. Rê nedin ku Tirkiye bi vê siyaseta li herêmê bidomîne. Divê PKK û PDK bi diyalogê pirsgirêkên hene çareser bikin.”

Yekitiya neteweyî
Her wiha siyasetmedarê kurd Dr. Mehmûd Osman diyar kir ku divê hemû aliyên siyasî bi yekgirtî li dijî êrîşên dewleta tirk bisekinin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Yekitiya neteweyî ji her tiştê girîngtir û pêwîst e. Divê hemû rêxistin û partiyên kurdan di nava diyalogê de bin û bi hevdû re alîkar bin. Divê rojek berî rojekê yekitiya neteweyî were avakirin. Ev girîng û pêwîstiyekî lezgîn e. Dijmînê me yek in, Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiye. Ji bo vê yekê divê em di nava xwe de yek bin. Divê kurd bi hevdû re alîkar bin û derfet nedin ku planên Tirkiyeyê bi ser bikeve.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar