Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Dr. Milley: Abdullah Ocalan bi lehengî li ber xwe dide

Dr. Jeffrey Milley di Sempozyûma Navnetewî ya Piştevaniya bi Girtiyên Siyasî re axivî û wiha got: “Abdullah Ocalan ne tenê Rêberê PKK’ê ye, di heman demê de rêberê gelê Kurd e. Li hemberî rewşên nemirovî yên ku bi komploya navneteweyî dest pê kirine bi lehengî li ber dide.”

Li paytexa Îngiltere Londonê Sempozyûma Navnetewî ya Piştevaniya bi Girtiyên Siyasî hat lidarxistin. Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê parêzer Mazlûm Dînç, hîndekarê Sosyolojiyê yê Zanîngeha Cambridge Jeffrey Milley, nûnerê Komîteya Piştgiriya bi Girtiyên Siyasî ya Navneteweyî ya Ewropayê Suleyman Gurcan û nûnerê Platforma Dengê Girtiyan (TSP) ê Ewropayê Baki Selçûk beşdarî sempozyûmê bûn. Axaftvanan bi bîranîna rêberê şoreşger Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer û 4 kesên ku li girtîgeha Amedê bedena xwe dane ber agir, dest bi axaftina xwe kirin.

Di rûniştina ewil de Buroya Hiqûqê ya Asrin û parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç axivî. Mazlûm Dînç pergala Îmraliyê ya ku mînaka wê li cîhanê nîne û polîtîkayên zêdeyî 25 sal in li ser Rêber Apo tên meşandin nirxand û diyar kir ku Îmraliyê weke herêmeke leşkerî hatiye îlankirin, li hemû seferên bejahî, hewayî û deryayî yên sivîlan hatiye girtin. Dinç der barê Îmraliyê de anî ziman ku pergala êşkenceyê ye û wiha axivî: “Şikandina tecrîdê wê li Tirkiye û Rojhilata Navîn bibe sedema pêvajoya aştiyê. Ji bo birêz Ocalan rola xwe bilîze divê şert û merc bên guhertin. Şikandina tecrîdê wê li gel pêşketina demokrasiyê li Kurdistan û Rojhilata Navîn aştî pêş bikeve. Ji bo vê jî divê em têkoşîna xwe mezin bikin.”

Hîndekarê Civaknasiyê yê Zanîngeha Cambridge Jeffrey Milley wateya têkoşîna azadiya kurd û tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo tê meşandin vegot. Dr. Thomas Jeffrey bal kişand ser pênaseya ‘terorîzmê’ ku dewlet bikar tîne û got ku dewlet ji bo pergala xwe rewa bike peyva ‘terorîst’ bi kar tîne û wiha got: “Lê terorîstê yekî ji bo yên din azadîxwaz e. Tekoşînên rizgariya neteweyî yên wekî IRA li Brîtanyayê, PKK li Kurdistanê û tevgera BASK li Spanyayê. Ji ber ku şert û mercên hebûna wan dewkletan dixe xeteriyê ji aliyê dewletan ve di çarçoveya ‘Rêxistinên Terorê’ de tên girtin. Ne tenê yên ku têkoşîna rizgariya neteweyî didin, şoreşgerên li dijî fermanê têkoşînê didin jî weke ‘terorîst’ tên nîşandan. Abdullah Ocalan li hemberî rewşên nemirovî yên ku bi komploya navneteweyî dest pê kirine bi lehengî li ber dide û heta roja îro jî berdewam dike.”

Platforma Dengê Girtiyan (TSP) Baki Selçuk diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan karakterekî wî yê ducartir û kûrtir heye. Selçûk tecrîd, êşkence, muameleya xerab û zextên li girtîgehên Tirkiyeyê bi daneyên îstatîstîkî vegot û bal kişand ser girîngiya hevgirtin û têkoşîna navneteweyî ya ji bo rakirina tecrîdê.

Nûnerê Ewropayê yê Komîteya Piştevaniya bi Girtiyên Siyasî re ya Navneteweyî Suleyman Gurcan bal kişand ser girîngiya xeta têkoşînê ya hevpar û wiha axivî: “Girtiyên siyasî yên ji bo demokrasî, wekhevî û azadiyê têdikoşin weke ‘dijmin’ dibînin û hiqûqa dijmin li ser wan tê meşandin. Girîng e li hemberî vê yekê têkoşîneke hevpar bê pêşxistin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar