Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Dr. Penteler: Divê Abdullah Ocalan azad bibe

Endama Yekitiya Hekîmên Navneteweyî ya Ji bo Pêşîgirtina Şerê Nukleerê Dr. Gîsela Penteler ku xwedî li pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo derdikeve diyar kir ku gelê kurd Abdullah Ocalan wek lîder dibîne û paradîgma wî dişopînin û wiha got: “Ji ber vê divê Abdullah Ocalan azad bibe û tevli pêvajoya aştiyê bibe.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdê de ye û 33 meh in agahî jê nayê girtin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 10’ê cotmehê de li her çar alî cîhanê bi awayekî hevdem pêngava ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî ji bo pirsgirêka kurd çareseriya siyasî’ li 74 welatî hat destpêkirin û ev du meh in didome. Ji her derê cîhanê piştgirî ji bo pêngavê didome.

Endama Yekitiya Hekîmên Navneteweyî ya Ji bo Pêşîgirtina Şerê Nukleerê Dr. Gîsela Penteler ku piştgiriyê dide kampanya ‘Ji Abdrullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ der barê kampanyayê de axivî.

Dr. Gîsela daxuyakirin ku tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan êşkence ye û bi tecrîda ku pêk tê jî hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin û wiha axivî: “Parêzvanên Mafê Mirovan tecrîdê wek êşkence qebûl dikin. Tirkiye aliyê Peymana Li dijî Îşkenceyê ye. Lê di gelek mijarî de hukmên vê peymanê binpê dike. CPT çû serdana Tirkiye û Îmraliyê ye. Lê destur neda rapor bên weşandin. Ji ber vê peymanê encam neda.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Dr. Gîsela destnîşan kir ku welat ji ber berjewendiyên xwe li dijî binpêkirinên mafan û tecrîda ku Tirkiye li ser Abdullah Ocalan pêk tîne bêdeng dimîne û gel li dijî hevkariya desthilatdariyan li dora Abdullah Ocalan tên gel hev. Gîsela ev tişt anî ziman: “Hikûmeta Almanyayê, dewletên Ewropa û rojava ji ber berjewendiyan girêdayê Tirkiyeyê ne. Li dijî binpêkirinên mafan yên Tirkiyeyê bêdengin. Gelê kurd Abdullah Ocalan wek lîder dibîne û paradîgma wî dişopînin. Ji ber vê divê Abdullah Ocalan azad bibe û tevli pêvajoya aştiyê bibe.”

Dr. Gîsela di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya kampanyayê û got ku ji ber vê di kampanyayê de cih girtiye û wiha dawî lê anî: “Em tevli kampanyayê bûn ji ber pirsgisrêka kurd bi azadiya birêz Ocalan û tevlibûna wê dikare çareser bibe. Em bi vê bawer dikin lê mixabin kampanya bi tena serê xwe têr nake. Kampanya pir girîng e û ji ber vê em tevli bûn. Lê hîna negihîştiye çapemeniya alîgir û mirovan. Mînak li Almanyayê wisa ye. Agahiyên der barê rewşa birêz Ocalan de û kampanyayê de tenê li dora aktîvîstên têkildar dimîne. Ji ber vê divê ev mijar demildest bê dest girtin. Divê em di vê mijarê de zextan bikin.Ez bang li hemû kesî dikim ku  bibin hevkar û vê bidin bihistin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar