Sal 1883’ê bû. Şêx Ubeydulahê Nehrî sê sal li pey şikestina serhildana sala 1880’an li welatê Erebistanê wefat kir. Wê salê Simkoyê Şikak hate dinê ku ji 1905’an heya 1930’an serkêşiya serhildanekê kir ku sînorên destçêkirî yên li ser axa Kurdistanê jêre bêwate bûn. 21’ê Tîrmeha1930’an Simko bi planeke dewleta Riza Pehlewî li bajarê Şinoyê hate terorkirin. Dema ku ji bo tirsandina kurdan laşê Simko li qada navendiya bajarê Urmiyeyê danîbûn û xelk neçar dikirin ku bên û temaşe bikin, Ebdulrehman Qasimlo hate dinê. Ew semboleke aştîxwaziyê bû. Kesekî dûrbîn, dîplomat, zimanzan, jîr û zana bû, lê sed heyf û mixabin di rewşeke hesas a xebata siyasî ya kurdan de ji hêla rejîma totalîter a îslamî ve hate terorkirin. Di roja îro de mîrasê wan li ber çavan e û hezaran kesan daye ser rêya wan. Yanî dijmin negihişte armancên xwe.
Qasimlo û aştîxwazî
Wî her tim û li her derê wiha digot: “Gelek ku azadiyê bixwaze, divê nirxê wê azadiyê jî bide…”, wî dizanî zilm û zordarî çi ye. Çimkî li welatekî mezin bibû ku hakimên siyasî tenê bi rêya, heqaret û zorê, gotinên xwe derbasî pratîkê dikirin.
Birêveberên komara îslamî li Îranê baş dizanîn ka ew di nava kurd û azadîxwazên îranî de çiqas bi gotin, perspektîf û karîzma xwe ya giran lîderekî bi bandor e. Piştî çendî civînên dûr û dirêj bi berpirsên îstixbaratê re, ev gotina Ayetulah Xaminêyî û Haşim Refsencanî ya dawiyê bû: “Bi her bihayekê dibe, divê Qasimlo bê kuştin…”.
Dr. Qasimlo kî ye?
Ebulrehman Qasimlo ku weke Rehman Qasimlo jî dihate binavkirin, di 22’yê Kanuna sala 1930’an de di nava malbatek dewlemend û navdar de li bajarê Urmiyeyê hat dinê. Xwendina xwe ya destpêk û navîn li bajarê Urmiyeyê bi dawî kir û piştre ji bo berdewamkirina xwendina xwe çû bajarê Tehranê. Qasimlo ji temenê zarokatiyê bi wan hûrbîniyên xwe yên kûr, zû pêhesiya ku gelê wî di rewşeke kambax û dijwar de jiyana xwe didomîne. Her çend Ebdulrehmanê nûgihiştî ji malbatek dewlemend û bavê wî Mihemed Axayê Wisuq yek ji dewlemend û feodalên herî mezin di herêma Urmiyeyê de bû, lê wî jiyana xwe qet ji derd û xemên jiyana xelkê reş û rût cuda nedidît. Li ser wê helwesta kurdheziyê wî çalakiyên xwe yên siyasî ji sala 1945’an dema ku hê di temenê 15 saliya xwe de bû bi pêkanîna (Yekitiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistan – YCD.K) di bajarê Urmiyeyê de dan destpêkirin. Piştî ku Komara Kurdistan(Mehabad 1946) bi hevkariya hêzên biyanî û xiyaneta Yekitiya Sovyetê têk çû, Dr. Qasimlo bi hevkariya gelek hevalên xwe yên din dîsa xebata xwe ya siyasî bi rengekî nihînî û berfirehtir da destpêkirin. Piştre ew bû endamê fêrmiyê Hizbî Demokratî ya Kurdistanê. Bi vî rengî wî armanc û rêya xwe ya dûr û dirêj hilbijart.
Qasimlo di temenê 18 saliya xwe de ji bo xwendina bilind çû welatê Fransayê. Piştî demekê ji wir çû Çekuslowakiya û piştî ku li zanîngeha Piragê lîsansa xwe ya di warê siyasî-civakî de stand, di sala 1952’yan de çaxê desthilatdariya Dr. Mihemed Musediq vegeriya Îranê. Di xebata li dijî emperyalîzmê ya ji bo millîkirina petrola gelên Îranê li rex hêzên opozîsyon ên rejîma seltenetî ya M. Riza Pehlewî cih girt. Qasimlo her çend bi temenê xwe ciwan bû, lê li wir ji bo siyasetvanên îranî hat xuyanîkirin ku E. Qasimlo di kar û xebata siyasî de mirovekî jîr û jêhatî ye. Yanî wî bi prensîb û terzê xebat û nirxandinên xwe yên siyasî-zanistî bala herkesî kişand ser xwe.
Dr. Qasimlo piştî pênc salan xebata li dijî empiryalîzmê careke din vegeriya Çekuslovakiya û karî di sala 1962’yan de ji zanistgeha Piragê doktoraya xwe ya di para aborî de jî bistîne.
Wî heya sala 1970’an wek mamosta di zanistgeha Piragê de “êkonomiya Kapîtalîstî, ekonomiya Sosyalîstî û teoriya pêşkeftina aborî” yê, karê xwe yê dersbêjiyê domand.
Karekî herî girîng di jiyana Dr. Qasimlo de ew bû ku ji sala 1976’an heya 1978’an di para “ziman û bajarvaniya kurdan” de di zanîngeha Surbonn a li Parîsê, mijûlî dersgotinê bû. Wî bi nivîsandina çend babetên cur bi cur di rojname û kovarên ewropî de derheqa jiyana civakî, dîrok û rewşa siyasî ya kurdan de, di wê demê de karî heya radeyekê dîrok û pirsgirêka gelê kurd baştir bi raya giştî a Ewropayê bide nasandin.
Li 11 Adara sala 1970’an dewleta Baesê ya Iraqê neçar ma ku bi kurdên başûrê Kurdistanê re li ser maseya gotûbêjê rûne. Dewleta navendî ya Iraqê bangek ji bo otonomiya başûrê Kurdistanê da xuyakirin. Wê demê para parastina Îranê (SAWAK) li hemû Îranê û bi taybetî jî li rojhilatê Kurdistanê bîr û rayên azadîxwaziyê di dil û mejiyê hemû gelên Îranê de zindanî kiribûn. Dr. Qasimlo ji bo ku çalakîyên HDK’ê baştir ji berê organîze bike, vegeriya Iraqê û li wir bi hevkariya hevalên xwe karî di demek kêm de kar û barê xwe yê rêxistinî derbasî gelek herêmên rojhilatê Kurdistanê bikin.
Terora li dijî Dr. Qasimlo
Roja 13’yê Tîrmeha sala 1989’an xebera terora serokê giştiyê KDP-Îranê Dr. Ebdulrehman Qasimlo û du hevalên wî li paytexta welatê Avûsturyayê(Wien) ne tenê Kurdistan belkî hemû Îranê hejand û azadîxwaz xistin nava şokeke giran. Kesên ku ji cewherê demokrasiyê fam dikirin an jî berhemên Dr. Qasimlo xwendibûn û ew ji nêz ve nas dikin, zû têgihiştin ku cîhana demokrasîhezan mamostayekî mezin di xwendingeha demokrasiyê de ji dest da. Heta ew berpirsên îranî yên ku li dijî çareserkirina pirsgirêka kurd jî bûn, encamdayîna karekî wiha ji hêla rayedarên komara îslamî ve, dûr ji exlaq û prensîpên dîplomasiyê binav kirin. Çimkî Dr. Qasimlo di çaxê hevdîtinên ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd ên li Îranê, hate kuştin. Ew roj di jiyan û têkoşîna siyasî ya gelê kurd de rojeke herî bi êş e. Teror ji aliyê berdevkên komara îslamiya Îranê ve çêbû.
Xemsariya welatên Ewropayê di cezakirina terorîstên ku Dr. Qasimlo bi bihayek pir erzan ji me kurdan standin, birîneke kûr di dilê me de vekiriye. Çimkî ew têkoşerekî mezin û bênimune yê demokrasî, azadî û hertim li dijî terorîzimê bû. Di nava kurd û biyaniyan de jî Qasimlo wek sembola rastî û dilsoziyê dihate naskirin. Heyf ku wî şîreta bavê xwe ji bîr kiribû ku tim jêra wiha digot: “Kurê min ger ecem rastî te hatin, an li ber bireve, an wan bikuje yan jî ew ê te bikujin…!”
Xweziya di roja îro de Dr. Qasimlo sax bûya, ez bawer im hingî wî yê rolekî pir aktîf di çareserkirina pirsgirêka kurd de bilîsta.
Ez bawer im mîratgirên rêbaza Simkoyê Şikak û Pêşewa Qazî Mihemed niha bi rewşa heyî re baştir ji herkesî dizanin ka Dr. Qasimlo kî bû û pêwîst jî nebû hêza xwe par-par bikin.