Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dr. Seher: Berxwedana li dijî tecrîdê nirxeke mezin nîşan dide

Dr. Seher Hesen Ehmed diyar kir ku ya ku Tirkiye dike nîşaneya siyaseta wê ya qirêj û zalim e û wiha got: “Rejîm bi zilma li ser lîderên mîna Ocalan dixwaze tevgerên azadiyê û ruhê kolektîf tune bike. Tevî şert û mercên giran jî Ocalan û yên pê re li girtîgehê li ber xwe didin ku ev yek nirxekî hîn mezin ê manewî nîşan dide.”

Aktîvîsta Misrî Dr. Seher Hesen Ehmed têkildarî tecrîdkirina Rêber Apo nerînê xwe anî ziman. Dr. Seher Hesen Ehmed destpêkê bal kişand ser bandora Rêber Apo ya li ser tevgerên siyasî û civakî û wiha axivî: “Ocalan yek ji lîderên herî bi bandor e. Dengê Kurdan e û berhemên wî bi kûrahî bi dîroka çandî û siyasî ya gelê kurd dadikeve. Abdullah Ocalan mîna ‘Konfederalîzma Demokratîk’ modelên alternatîfa dewletê ya kevneşop weke teoriyên civakî û siyasî yên cuda pêşkêş kir. Bi rêya van teoriyan dixwaze civakeke ku xwe dispêre jiyana bi hev re ya aştiyane ya pirçandî, demokrasiya yekser ava bike.

Aktîvîst Dr. Seher Hesen anî ziman ku Rêber Apo sîstema cîhanê ya li ser kapîtalîzm, mêtingerî û emperyalîzmê ava bûye rexne dike, ji bo pêkanîna wekheviya civakî û edaletê alternatîfan pêşniyar dike û wiha got: “Berhemên wî xwe dispêrin tecrûbeyeke demdirêj a şexsî ya têkoşîna leşkerî û siyasî. Ev tecrûbe têkildarî zor û zehmetiyan agahiyên hêja pêşkêş dike. Berhemên wî mijarên edaleta çandî û civakî dide pêş, girîngiya xurtkirina jinan û misogerkirina wekheviya zayendî ya civakî destnîşan dike. Ji ber vê jî xwendina berhemên Ocalan têkildarî rastiya Kurdan, sîstema civakî û siyasî ji bo afirandina teoriyên alternatîf dibe alîkar, her wiha ji bo her kesên dixwazin bi rengekî rexneyî li sîstema cîhanê ya heyî binerin dibe çavkaniyeke analîz û lêkolînê ya girîng.”

Dr. Seher Hesen têkildarî tecrîda giran a li Îmraliyê wiha domand: “Ya ku Tirkiye dike nîşaneya siyaseta wê ya qirêj û zalim e. Ev rejîm ne tenê tecrîda fîzîkî ye, di heman demê de hewldaneke bi rêk û pêk a ji bo tunekirina fikir û nasnameya têkoşîna kurdan e. Ji aliyê exlaqê civakî ve ev sîstem ji gelek aliyan ve dikare bê lêkolîn. Li dijî mirovahiyê ye û binpêkirina rûmetê ye. Rejîma qirkirinê ya li Îmraliyê mînakek ji binpêkirina rûmeta mirovan û binpêkirina mafên mirovan e. Armanca sîstemê ew e ku mirovan ji mafên xwe yên nasname, çandî û siyasî bêpar bihêle. Rejîm bi zilma li ser lîderên mîna Ocalan dixwaze tevgerên azadiyê û ruhê kolektîf tune bike. Tevî şert û mercên giran jî Ocalan û yên pê re li girtîgehê li ber xwe didin ku ev yek nirxekî hîn mezin ê manewî nîşan dide.”

Seher Hesen anî ziman ku hebûna rejîmeke zordar a li Îmraliyê tê wateya lawazkirina tevgerên civakî û azadîxwaz ên li herêmê û got, “Hewldanên ji bo pêkanîna wekheviya civakî û edaletê asteng dike. Nirxên azadî, edalet û mafên mirovan li tevahiya cîhanê divê bêne parvekirin û bicihanîn. Binpêkirina van nirxan li cihekî hingî baweriya bi wan a di asta navneteweyî de lawaz dike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar