Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Nabe tu hêzek kurd bi dagirkeran re êrîşî hêzeke din ê kurd bike’

Dr. Şêrko Heme diyar kir ku dewleta tirk dixwaze tevayî destkeftiyên başûrê Kurdistanê ji holê rake û wiha got: “Li dijî kurdên Bakur komkujiyan dike û hebûna wan înkar dike. Nabe bi tu rengî tu hêzek kurd bikeva nava komployek li dijî parçeyek din ê Kurdistanê.”

Dewleta tirk a dagirker bi hevkariya malbata sîxur Barzanî û çeteyên wê êrîşên xwe yên li ser xaka Herêma Kurdistanê berdewam dike. Di êrîşan de welatiyên sivîl, mal û baxên wan hedef digre. Mamosteyê Zanîngeha Silêmaniyê û çalakvanê siyasî Dr. Şêrko Heme Emîn derbarê dagirkeriya dewleta tirk a li ser başûrê Kurdistan û Iraqê, hevkariya PDK’ê û hewldana hikûmeta Iraqê jî tevlî şerê li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê de bikin, axivî.

Dr. Şêrko Heme di destpêka axaftina xwe de diyarkir ku Kurdistan di Peymana Lozanê de bi ser her çar dewletên Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiye de hatiye parçe kirin û got: “Her çiqas li başûrê Kurdistanê hikûmetek kurd heye, sazî û statûyek destûrî heye, lê dewleta tirk a dagirker bi hemû rê û rêbazan li dijî dewleta kurd û doza kurd sekiniye. Dewleta tirk dixwaze tevayî destkeftiyên başûrê Kurdistanê ji holê rake. Li dijî kurdên Bakur komkujiyan dike û hebûna wan înkar dike.”

Di dewamê de Şêrko Heme da zanîn ku armanca dewleta tirk a dagirker ew e ku her dû hikûmetên Herêm û Iraqê rakêşe nava şerê li dijî PKK’ê û got: “Ji bo vê çendê zextên li ser herdu hizbên desthilat zêde kiriye ji ber ku her du hizb xwediyê hêzên çekdar in.”

Têkildarî hevdîtinên berdewam ên rayedarên tirk li gel berpirsên PDK’ê jî Dr. Şêrko Heme wiha axivî: “Ji ber ku PDK li Herêma Kurdistanê serokatiya herêmê hikûmet, wezareta navxwe, beşek ji wezareta pêşmerge, dijeteror û ajansa parastin û zanyarî di jêr destê wê de ye, her wiha mijara peymana 50 salî yek ji sedemên din ên civîna navbera herdu aliyan e.”

Derbarê êrîşên berdewam ên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê de jî Dr. Şêrko wiha got: “Dewleta tirk a dagirker divê êdî bizane ku wê bi êrîş û dagirkeriyê bi ser nekeve. Ji ber ku wê tu demê ne kurd, ne Qendîl û nejî gerîla tune nebin. Ji ber ku ew xwediyê dozek rewa fikir û baweriyek mezine. Li beramberî vê bîr û baweriyê de wê hêza çekdarî nikaribe biserkeve.”

Dr Şêrko Heme Emîn li ser rewşa Iraqê û hêza wê ya parastina sinorên xwe jî wiha got: “Iraq nikare sinorên xwe biparêze. Biryarên siyasî li nava Iraqê de nayên dayîn, ji ber ku di rastiyê de hêzên milî şia Iraqê birêve dibin. Dewleta tirk a dagirker, Amerîka û hinek dewletên din rola wan di biryardan û biryarên siyasî yên li Iraqê de heye.”

Şêrko Heme diyarkir ku dewleta Iraqê ti demê wek niha lewaz nebûye ku kengê dewleta tirk dixwaze asîman û xaka Iraqê binpê dike.

Derbarê hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re û şandina hêzên xwe ya dibin navê parêzvanên sinor û ala Iraqê ya ji bo qadên gerîla jî, Dr. Şêrko Heme got: “Wê tu hêzên li heêberî parçeyeke din a Kurdistanê şer bike wê bi ser nekeve. Vêca ev hêz çi YNK dibe li dijî hizbên rojhilatê Kurdistanê yan jî PDK be li dijî hizbên bakurê Kurdistanê bisekine, wê bi sernekeve. Ji ber wê nabe bi tu rengî tu hêzek kurd bikeva nava komployek li dijî parçeyek din ê Kurdistanê.”

Di dawiya axaftina xwe de jî Mamostayê Zanîngehê Dr. Şêrko Heme Emîn wiha berdewam kir: “Ji ber plan û êrîşên dewleta tirk a dagirker a bi hevkariya PDK’ê pêk tên, gelek gundên başûrê Kurdistanê vala bûne. Ev jî enfal û jenosîdek dine ku li dijî gelê kurd pêk tê. Her wiha bûye sedem ziyanê bigihîne xelkê gundan û aboriya Herêma Kurdistanê. Ev jî daxwaza dewletên dagirker da ku aboriya başûrê Kurdistanê bêhêz bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar