Rêxistinên Civaka Sîvîl ên Amedê bi pêşengtiya DTSO kampanya alîkariyê ji bo welatiyên Îran û rojhilatê Kurdistanê yên ji ber lehiyê bi bondar bûn, da destpêkirin
Rêxistinên Civaka Sivîl ên Amedê bi pêşengtiya Odeya Pîşesazî û Bazirganî (DTSO) a Amedê, ji bo welatiyên Îran û rojhilatê Kurdistanê yên ji ber lehîya rabû bi bandor bûn, kampaya alîkariyê dest pê kir. DTSO ku bi Odeya Pişesazî û Bazirganî ya Ûrmiyeyê re ket nava têkiliyê dê di çarçoveya pêdiviyên welatiyan de alîkarî kom bike.
Alîkarî Serokê Desteya Rêveber ê DTSO’yê Erdal Avşar, derbarê kampanyayê de daxuyanî da û wiha got: “Ji ber lehiya li Îranê rabû, gelek welatî mexdûr bûne û me xwest em kampanyaya alîkariyê bidin dest pê kirin. Ji ber vê me dest bi kampanyayê kir.”
Avşar da zanîn ku wan pêdiviyên lezgîn diyar kirin û wiha domand: “Li gorî agahiyên me ji Ûrmiyeyê girtin, pêdivî bi van amûran hene; Betanî, amûrên hîjyenîk, paçên zarokan, sabûn û dermanê cilan hene. Emê alîkariyên werin li Avahiya Xizmetê ya Odeya Pişesazî û Bazirganî ya Amedê kom bikin û ji vir jî em ê bişînin qadên lêhî lê rabûn.”
Her wiha Avşar ji bo kesên alîkarî bidin, xwest ku agahiyên berfireh ji DTSO’yê bigirin. AMED