Êrîşên dewleta tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê hê jî bênavber didomin. Di çarçoveya êrîşan de dewleta tirk şevê din careke din bajarokê Dêralokê ya girêdayî Zaxoyê bombebaran kir. Ji ber bombebarana dewleta tirk ziyaneke mezin gihîşt bax û baxçeyê welatiyan.
Di heman demê de çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku 2 balafirên keşfê yên dewleta tirk jî li herêma Dêralokê ketine xwarê.
Têkildarî ketina balafirên keşfê yên dewleta tirk heta niha ji HPG’ê tu daxuyanî nehatine dayîn. ZAXO