Li Strasbourgê rewşa çalakgerên greva birçîbûnê Yuksel Koç û Denîz Surgut giran bû û ew rakirin nexweşxaneyê
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin didomin. Rewşa çalakerên ku ketine grevê her diçe xirabtir dibe.
Li bajarê Strasboûrgê ya Fransayê jî rewşa 14 kurdistaniyên ku ev 118 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, her diçe girantir dibe.
Ji ber rewşa çalakgerên Strasboûrgê Yuksel Koç û Denîz Surgut ku ev 118 roj in di grevê de ne, giran bû û ew rakirin nexweşxaneyê. STRASBOÛRG