Nihêrîna li çîrokekê, yan jî ravekirina hin bûyeran girîng e. Hunermend bi kîjan şêweyî nêzî çîrokê yan jî bûyerê dibe û ew çawa afirîneriya xwe li tiştên heyî zêde dike? Her wiha gava hunermend dixwaze peyamekê bide, ew li kîjan alî disekine û aliyê xwe çawa diyar dike? Ev yek ji bo hunermendan û berhemên wan pirsên bingehîn in. Ugur Gallenkuş, hunermendekî, kolajvanekî zîrek e, bi şêwazê xwe yê afirîner du dinyayên cihê tîne cem hev û bi saya kolaj-wêneyên xwe di serê mirovan de pirsan ava dike.
Divê em hay ji jiyana hevdû hebin
Gallenkuş ji wêneyên heyî çîrokên nû derdixe û wan ji nû ve şîrove dike. Ew li Stenbolê dijî lê wêneyên wî li dinyayê belav bûne. Ew bêhtir bi karên dijîtal re mijûl dibe û kolajan çêdike. Ew du dinyayên dijber tîne ber hev û du çîrokan bi wêneyekî dibêje. Xizanî û dewlemendiyê, kêfxweşî û xemgîniyê, şer û aramiyê digihîne hev û dixwaze em li ser van dinyayên cuda bihizirin. Ew bi van wêneyên xwe yên balkêş, nêrînên nû çêdike bi bîneran re û dixwaze em li ser van dinyayên dijber biponijin û van dinyayan hîs bikin.
Gallenkuş, armanca xwe ya ji van wêneyên dîjîtal wiha tîne ziman: “Ez dixwazim ji dinyayê re bibêjim, li welatên bindest mirov di nav şer, birçîbûn û êşê de dijîn. Heger em jiyaneke di nav aştî û aramiyê de bixwazin, divê em hay ji jiyana hevdu hebin û hev binasin.”
Ji bo fêhmkirina berhemekê pêdivî bi ziman tune ye
Gallenkuş sala 2015’an sibehekê radibe û çav bi weneyên Alan Kurdî yên li perava behrê dikeve. Ev yek dilê wî diêşîne û pê re lêgerînekê ava dike. Herî dawî ew biryarê dide ku bi wêneyan kolajan çêke û balê bikişîne ser rewşên dijber ên dinyayê. Gallenkuş beriya dest bi vî karî bike, karmend bûye, lê ji bo xwe di karên dîjîtal de bigihîne astekê, bi şev xebitiye û di hêla teknîka dîjîtal de xwe bi pêş xistiye.
Di demeke kin de ev wêneyên wî bala mirovan dikişînin û têne parve kirin. Gallenkuş bandora kolaj-wêneyên xwe wiha tîne ziman: “Carinan wêneyek ji sed hevokî bi bandortir e. Ji bo çareseriya aloziyekê gelek peyvên tevlihevbûyî hene, lê ji bo fêhmkirina berhemeke hunerî, pêdivî bi ziman tune ye.”
Rêveberiyeke qenc mafê her civakê ye
Şer û pêvçûnên li dinyayê bala wî dikişînin, bi taybetî jî şer, xizanî, koçberî û penaberî. Ew bi wêneyên xwe derfet û nebûna derfetê nîşan dide û vê rastiyê tîne rojevê. Ew wêneyên nûçegihanên dinyayê berhev dike û bi rêya teknîka kolajê careke din şirove dike. Newekheviya li dinyayê ji xwe re dike mijar û ji bo civakên dinyayê hemûyan aramiyê dixwaze. Piştî ku ew van wêneyan çêdike, nûçegihan jî piştgiriyê didinê û wêneyên xwe jê re dişînin. Gallenkuş dixwaze li dinyayê mafê kesên bindest werin misogerkirin: “Mafê welatên xizan û bipaşvemayî jî heye ku perwerdeyeke wan baş hebe û bi zanyariyê re mijûl bibin. Rêveberiyeke qenc ji wan re jî pêwîst e. Ez bi wêneyên xwe dixwazim vê yekê bînim bîra mirovan û mafên van kesan misoger bikim.”
Gallenkuş sala 1990’î li Nîgdeya Tirkiyeyê hatiye dinê. Wî dibistana seretayî û lîseyê li Stenbolê xwendiye. Sala 2013’an ji Zanîngeha Anadoluyê mezûn bûye. Piştre di gelek şirketên taybet de dixebite û malperên wan bi rê ve dibe. Gava ku kolaj-wêneyên wî tên ecibandin, ew dixwaze vî karî dewam bike. Wî heta niha li Ewrûpa û gelek deverên din pêşangeh li dar xistine, lê ji ber pandemiyê ev du sal in gelek pêşangehên wî betal bûne. Ew li dinyayê bêhtir bi pêşangeha xwe “Dinyayên Hevterîb” tê naskirin. Gallenkuş, niha li Stenbolê bi karê wêneyan re mijûl e û dixwaze di vî karî de berhemên nû biafirîne. Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka