Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Du girtî sê meh in di rojiya mirinê de ne

Sîbel Balaç û Gokhan Yildirim ku dixwazin binpêkirina mafên mirovan bi dawî bibe û bi rengekî adil bêne darizandin, bi mehan e di rojiya mirinê de ne

Li Girtîgeha Sîncan a Jinan Sîbel Balaç û li Girtîgeha Tekirdag a Jimare 1 a Tîpa F’yê Gokhan Yildirim ji bo “darizandineke adil” di rojiya mirinê de ne. Balaç 98 roj in û Yildirim jî 93 roj in di rojiya mirinê de ne û dixwazin daxwazên wan bên qebûlkirin.

Balaç û Yildirim ku tenduristiya wan xirab dibe, daxwazname ji Wezareta Dadê re şandin û li bendê ne daxwazên wan bên qebûlkirin.

Sîbel Balaç gava mamosteya kesên astengdar bû hatibû sirgûnkirin û bi mobbîngê re rû bi rû mabû. Balaç ji ber vê îstifa kiribû. Di heman salê de karmend, mamoste û akademîsyenên bi Biryarnameya di Hiqmê Qanûnê de hatibûn îxrackirin jî li Kolana Yuksel a Enqereyê çalakiya “ez karê xwe dixwazim” dabûn destpêkirin. Balaç jî tevli vê çalakiyê bûbû û di 10’ê Kanûna 2018’an de li Kolana Yukselê tevî çalakgeran hatbû binçavkirin û di 18’ê Kanûnê de jî hatibû girtin. Bi hinceta “endamtiya rêxistinê” 8 sal û 15 roja ceza li Balaçê hatibû birîn.  Balaç di 19’ê Kanûna 2021’ê de ji Girtîgeha Sîncanê ya Jinan ragihandibû ku ji bo darizandinek adil dest bi rojiya mirinê kiriye.

Gokhan Yildirimê jî li Taxa Gaziyê ji ber ku li dijî tiryakê têkoşiyaye û paşê bûye hedef û hatiye girtin, bi hin sûcên edlî 46 sal ceza lê hatiye birîn. Yildirim ku ji sala 2016’an ve di Girtîgeha Tekirdagê ya Jimare 1’ê de ye, di 25’ê Kanûna 2021’ê de ragihandibû ku ji bo darizandineke adil dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kiriye. Yildirim di 22’yê çileya 2022’yan de jî çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar