Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Du helîkopter hatin derbkirin û 27 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên hêzên wan ên li dijî artêşa tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Li dijî tevgera dagirker a ku artêşa tirk a dagirker li ser herêma Heftanînê, berxwedana dîrokî ya hêzên me didome. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de li dijî dagirkeran çalakî li dar xistin û derbên giran li dijmin dane. Agahiyên berxwedana dîrokî wisa ye;

Di 18’ê hezîranê saet di 22.00’an û di 19’ê hezîranê saet di 14.30’an de hêzên me li Girê Şehîd Adar li dijî yekîneyên dijmin 2 çalakî li dar xistin. Çalakî bi teknîka sabotajê û bi çekên ferdî hate kirin û 11 leşkerên dijmin hatin kuştin.

Di 19’ê hezîranê saet di 10.45’an de hêzên me yekîneyên dijmin ên ku hewl didan ji Girê Şehîd Hemze yê girêdayî Girê Partîzanê ber bi Girê Qesrokê biçin, xistine bin konrolê û çalakiyek li dar xistin. Hêzên me ji nêz ve li yekîneyên dijmin xistin û li vê derê 11 leşkerên dijmin hatin kuştin. Di vê çalakiyê de rêhevala me Amara heta fîşeka xwe ye dawî şer kir û şehîd bû. Artêşa tirk a dagirker piştî çalakiyê bi helîkopteran qad bombebaran kir. Hêzên me li helîkopteran dan û helîkopter neçar man ku ji qadê vekişin.

Di heman rojê de di danê nîvro de hêzên me leşkerên li Girê Şehîd Bêrîvan xistin bin kontrola xwe û çalakiyek li dar xistin. Hêzên me li yekîneya dijmin xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

2 helîkopter hatin derbkirin

Di heman rojê saet di navbera 20.00 û 21.00’an de balefirên şer ên artêşa tirk a dagirker û helîkopteran li qada Xantûrê dan. Hêzên me li helîkopterên qadê dane û derb li helîkopterekê dan. Dîsa saet di navbera 20.00 û 00.00’an de helîkopteran hewl dane qadê bombebaran bikin, ev helîkopter jî bûne hedefa hêzên me. Li vê derê jî hêzên me derb li helîkopterekê dan. Hêzên dagirker ên ku derb xwarin, neçar mane ku ji qadê vekişin.”

Çalakiya li Çelê

HPG’ê der barê çalakiya li Çelê de jî ev agahî dan: “Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, hêzên me di 18’ê hezîranê saet di 14.00’an de li wesayîteke tîmên taybet dan. Ev wesayît ji Girê Şehîd Bager a Çelê ber bi Girê Şehîd Rêber ve diçû. Bi xurtî li vê wesayîtê hate xistin, ev wesayît îmha bû û 5 leşkerên tê de mirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar