Kerem Ayas û Zekeriya Aşkin hevalên hev in û ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Malbatên her du hevalên berxwedêr diyar kir ku zarokên wan zeîf bûne û rewşa wan nebaşe lê tevî vê jî di berxwedana xwe de bi israr in. Malbatan banga piştgiriyê li raya giştî kirin
Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zêdetirî 7 hezar girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Ji van girtiyan Kerem Ayas û Zekeriya Aşkin ku di dema qedexeya derketina derve ya di navbera 2015-2016’an a li Silopiya ya Şirnexê de hatin girtin, hevalên hev in û di greva birçîbûnê de ne. Ayas û Aşikin bi rêya malbatên xwe da zanîn ku heta tecrîd bi dawî dibe dê li ber xwe bidin.
Kerem Ayas (20) di 16 saliya xwe de hate girtin û bi îdiaya a‘endamtiya rêxistinê’, 6 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ayas niha li Girtîgeha Orduyê tê girtin û ji 1’ê adarê ve di greva birçîbûnê de ye. Zekeriya Aşkin jî bi heman îdiayê hate girtin û 6 sal û 8 meh ceza lê hat birîn. Aşkin niha li Girtîgeha Tîpa T ya Bunyan a Kayseriyê tê girtin û ji 1’ê adarê ve di greva birçîbûnê de ye.
‘Destên wî direhilîn’
Dayika Ayas, Leyla Ayas der barê hevdîtina dawî ya bi kurê xwe re axivî û got ku du hefte berê bi kurê xwe re hevdîtin kiriye. Dayika Ayas anî ziman ku kurê wê gelek zeîf bûye û wiha domand: “Destên wî direhilîn. Ji bo ku destên wî nebînim, dixist bin maseyê yan jî li pişt birayê xwe vedişart. Tu hal di wan de nemabû. Kurê min got; ‘heta ku em sax bin dê li ber xwe bidin. Hûn jî li malê rûnenin.’ Çima her kes bêdeng e? Her kes li mala xwe rûniştiye. Divê êdî xwedî li van zarokan bê derketin.”
‘Ev zarok birçî ne, çawa radizên?’
Têkildarî mijarê dayika Aşkin, Nergîz Aşkin (39) jî axivî û got ku herî dawî di 1’ê nîsanê de bi kurê xwe re hevdîtin kiriye. Dayika Nergîz der barê rewşa kurê xwe de de wiha got: “Kurê min pir zeîf bûye. Destên wî cemidî bûn. Min bi destên xwe germ kirin. Dema min destên wî germ kirin, xwîn lê geriya. Rewşa girtiyên din jî wisa ye. Kurê min got ku her sibe bi ser odeyên wan de digirin. Hevalên wî yên di grevê de xistine hucreyê. Ji ber ku ev rewş protesto kirine, 15 rojan nehiştine kîlo, şekir û tansiyona wan bê kontrolkirin. Ji roja destpêkê ve xew bi çavên me nakeve. Ev zarok birçî ne, çawa radikevin? Dema pariyekî nan dixwim, hêsir ji çavên min tên. Bila êdî tecrîd rabe û her kes rabe ser pêyan. Êdî bes e.” ŞIRNEX