Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Du Minbic hene; Yek di bin erdê de ma ya din jî ev e ya ku hûn dibînin

Berhevkar: Nêrgiz Ismayîl

Yadê: Dîba – (Herêma Minbicê)

Dilê min diçû şorbeşîrê. Îro bûkên min ji min re çêkirine. Bûkên min qenc in. Xwedê wan bihêle. Stara xwedê li ser wan be. Ka vê taskê tu jî bixwe. Tama wê gelekî xweş e. Dibêjin zarok û pîr mîna hev in… himmm…ha ha ha.. Dema zarok biçûk be şorebeşîrê hez dikin, dema pîr jî dibin wiha ye. Ev yek rast e ez nizanim! Lê ez tenê dizanim ku ji şorbeşîrê hez dikim. Xwedê me ji wê jî mehrûm neke. Ax îro pişta min diêşê. Lê niha baş im. Ji Xweda re şukur. Wexta ew bê bavan li vir bûn heyat ji me re nema bû. DAIŞ çi bi me kir û çi nekir. Ji tirsan em ji malên xwe dernediketin, ne deng ji mirovan dihat, ne ji heywanan dihat, dengê zarokan li kolanan jî nedihatin. Ecêb bû dinyakî bêdeng. Kesek bawer nake ku demek were û tu di dinyayekê de bêdeng bijî, gelekî ecêb e!!

Temenê min 110’e ma min çi dîtin û çi nedîtin. Min leşkerên tirkan, îngilîzan, fransiyan, leşkerê Sûriyeyê, ev kesên Cêşa Elhur. Cebhet El Nusra û ha… va min şervanên HSD’ê jî dîtin. Ez wan weke ehlê xwedê dibînim. Naşibin tu kesan. Erê bi xwedê. Na.. na.. ya rebî naşibin tu kesî. Hatin nan ji me re anîn, av dan me. Qîmetê jinan li gel wan heye. Xwedê stara xwe biavêje ser wan erê bi xwedê.

Temenê min 110’e. Nizanim ew sal çawa derbas bûne! Bi Xwedê weke ku ez duh ji dayik bûme. Hin roj qet ji bîra min naçin lê hin roj jî naxwazim bêne bîra min. Em jin rojên me ji temenê me dirêjtir û meztir in. Gelek caran min ji xwe re gotiye em çima hatine vê dinê? Me di vê dinyayê de çi kir? Ê em hatin dinyayê û xelas…

Min eskerê fransiya dîtine, yên înglîzan dîtine. Kî hatine ser vê axê min dîtine. Zarokatiya me xweş bû. Em koçeber bûn, jiyana me li çolê bû. Me deve û pez xwedî dikirin. Bi dayika xwe re diçûm çolê li ku derê av heba em li wê derê bûn. Min pez didot. Me şîr dikeland, me dikir mast. Ez jî keçeke jêhatî bûm. Esmerî xweşik bûm. Têra xwe jêhatî bûm. Hemû cîranan ji diya min re digotin xwezî ev keçik bibe bûka mala me. Ev gotin kêfa min tanî. Ji ber li cem me Minbicê li bajêr û gundewarên wê gava pesnê keçekê didin gelekî xweşiya mirov diçe… hahahaha…

Ê nizanim nayê bîra min xelkê digot ev bajêr e ev gund in??? Nizanim weleh. Ev der wekî xwe bû. Her der wekî xwe bû. Ji ber me pez xwedî dikirin li vir jî xelkê kirîn û firotin dikirin û ser pişta devan diçûn cihên dûr û nêzîk. Deve jî gelekî qenc in. Ji ber bi tehemûl in. Çil rojî dikare avê venexwe. Ev gelekî baş e. Ev der weke herêmekê dihate naskirin. Ê çemê Firatê li vir e. Ava wê nasekine. Av dihişt ku xelk li ku derê bin werin ber avê. Masî digirtin. Nan li vir çêdikirin. Xêra xwedê li vir pir e. Heta niha jî. Keçika min, gelek car jî firtonên avê radibûn gelek mal li ber xwe dibirin. Wiha li vê derê dihat gelek xelk dimirin. Gelek kes li ber avê diçûn. Gelek kulên me vê Firatê bi xwe re biriye. Lê kesek nizane. Hema her kes wiha dibêjin qey hema her tişt ji ba Xwedê çêbûye… na welehî… de ka şorbaşîrê bixwe gelek xweş e. Kêfa min gelek jê re tê gelekî jê re tê. Neviyên min dibêjin tu bûye wekî zarokan… haa .. haa.. ê.. ma zarok nebaş in? Carina mirov zarok be baştir e ku mirov kesek nebaş be…

Ev der ne wekî bajaran bû. Minbic wekî dayikan bû, her komek, her eşîrak, her malbatek xwe lê digirtin. Xêr û bêra wê pir e, niha jî pir e. Ava wê bes e ku dinyayek mirov xwedî bike. Erê bixwedê.

Haa.. ha.. fedî dikim.. bixwedê.. ew roj ji bîra min naçe. Tê bîra min… Ew leşkerê fransî ji bîra min naçe. Ez hîna duwanzdeh salî bûm. Qet ji bîra min naçe… wax.. wax.. çi bêjim jin ecêb in… tiştên xweş di dilê xwe de vedişêrin.. Qet… Heta vî emrî… Ha ha ha… eyb nebe ew hezkirina minî cara ewilî bû. Dilê min gelekî lêdida. Nizanim çima lê lêdida… Erê bixwedê.  Ew leşker di kolana me diçû û dihat, carê bi tenê bû, carê bi hevalên xwe re bû. Satila şîr di destê min de bû. Bi hinceta satila şîr bibim an jî bînim min dixwest ez wî bibînim. Ew jî li min meyze bike. Carina bi rojan li benda hatina wî bûm. Bejna wî zirav wekî şitlek rîhanê bû. Dêmên wî spî bûn. Cilên fransiyan serwalên wan ji jêrê ve zirav bûn, ji jorê ve jî fireh bûn modelê wan ecêb bû. Sîngên wan pan bûn. Botên wan dirêjî reş bûn. Nizanim carê min di dilê xwe de digot ma qey havînan çawa dikin? Erê bixwedê. Ma ew leşker bû lê kêfa min gelekî jê re dihat. Ez dilxweş dibûm dema min li kolanê didît ez carina li benda hatina wî bûm. Hîna jî ewqas  sal derbas bûne ew li bîra min e. Dema tê bîra min ez vedigerim wê ciwaniyê û dilxweş dibim.. çima ez niha van gotinan ji te re dibêjim nizanim.. ê hema dilê min xwest bêjim.. de xwedê li me helal bike.. .

Diranên min hîna baş in. Ez bi xwe dikarim serê xwe bişom nahêlim bûkên min bişon. Hemd ji xwedê re. Vaye kofîka min li serê min e. Ez dikarim nimêja xwe jî bikim. Her wextê ji xwedê du’a dikim ku me hemiyan biparêze. Xwedê siya xwe li ser me bihêle. Xwedê bihêle ku zalim bi ser nekevin. Hêvî me her wisa be. Ji ber qeweta xwedê ser a her kesekî re ye.

Di jiyana xwe de min gelek hêz dîtin. Cira leşkerên tirkan ne baş bû. Osmanî bûn. Ew kes tu rehim di dilê wan de tune ye. Ji ber ku ew kes her wextê bi xwe difikirin bi kesekî din nafikirin. Tenê ji xelkê xwe hez dikin. Ew tenê dagirkeriyê fêm dikin. Dagirker in. Zalim in. Ji zilmê û şûn de tu tiştî nizanin. Zilm di xwîna wan de ye. Welehî heta leşkerên fransî ji wan baştir bûn.

Li vê derê keçikên mala nikarin tu tiştekî bêjin. Hemû biryar ên bav in. Em jî wisa ne. Em ereb bi taybet erebên koçer hîn baştir in. Ji ber ku em diçûn her deverê. Pezên me hebûn. Deve hebûn. Jiyana me berê xweştir bû. Niha tama wê nemaye. Welehî çi bêjim. Berê em di bin konan de bûn. Hemû xelk dil birehm bûn. Ji hev hez dikirin ji ber ku alîkariya hev dikirin. Bi hev dihesiyan, wek hev bûn. Niha nema wisa ye. Kesê zengîn feqîran nafikirin. Kesê feqîr jî encex karibe xwe îdare bike. Ez ji ezîmetan gelekî hez dikim. Ji ber hemû nevî, bûk û kurên min têne li derdora min hev dibînin gelekî kêfa min xweş dibe. Hîna min di dilê xwe de negotiye ez bûme sed û deh salî. Dilê min xweş e. Lê şer nahêle mirov dilxweş bimîne. Erê bixwedê. Hetanî niha cil û bergên me jî hatine guhertin. Jinên me jî nema mîna berê cilên xweşik û bedew li ber xwe dikin. Tenê niha fistanên reş li xwe dikin. Ma cilên reş kengî me li xwe kirine. Cilên reş bi zorê li me kirine. Erê welehî. Kêfa min ji jinên niha re nayê. Dev ji eslê xwe berdane. Nema nanê sêlê çêdikin. Nema tenûran çêdikin. Nema mîna berê tepikan çêdikin. Hema li tiştên hazir digerin. Welehî… welehî em jin diçûn ser çemê Firatê û me zend û bendê xwe badidan. Bi şev weke ez bêjim demjimêr çarê sibehê me şebeka xwe tavête nava avê de. Em diman hetanî demjimêr heştê sibehê. Wiha em diçûn me didît ku va ye tijî masî bûne. Me tanîn malê. Me heftiyekê ji malê û zarokên xwe re çêdikirin. Jiyan xweş bû. Bi wate bû. Kesek feqîr nedima. Kesek birçî nedima. Niha masî bi pereyan e. Nan bi pereyan e. Niha zarokên sêwî hene. Niha feqîrtî pir bûye. Çi bêjim derdê mirov zêde bûne. Hema çi bêjim. Çi nebêjim. Serê min carina diêşê lê kêfa min li cih e. Zarok û neviyên min ji min re baş in. Xwedê wan bihêle. Tenê mal û mewdanê min ev hûngulîska zêr maye di destê min de ye. Ew jî hîna ya rehmetî ye, neviyên min carina heneka dikin dibêjin; zû bimire em vê gustîlkê ji te bidizin ha … ha… ha… ê xwedê wan bihêle ma ez çi bêjim dîsa ez pîrka wan im xem nake dema ez mirim bila ji wan re be. Ê xêra xwedê ku ev gustîlk jî maye. Bi xwedê… xwedê em gelekî ezibîn. Hemû kesên jin bin di jiyana xwe de ji bilî nexweşiyan û zehmetiyan nabînin. Em ereb ev adeta me ye. Jina pez xwedî neke, jina nanê sêlê çêneke, jina di dîwanên mezin de ji mêhvanan re mergê di van mensefên mezin de çêneke welehî di nava gund de kenê xwe pê dikirin. Diviyabû keçik di mala bavê xwe de jêhatî be. Ê ma keçik gava duwanzdeh salî be çi dizane?!! Welehî… welehî ez nizanim zarokatiya min çawa bû. Nayê bîra min zarok hebûn tune bûn nizanim. Wê demê eybeke mezin bû. Çawa keçik li kolanên gund bilîzin. Gelekî şerm bû. Wê cîranan çi bigota? Keçika filan malê bêedeb e. Êêê… wexta li ser keçikekê ev bihata gotin wê demê kesek ji xortên gund nedihatin wê nedixwestin. Didan ber dilê xwe û digotin ew keçik ne jina malan e. Bêedeb e. Bêterbiye ye. Ê ma gava ev gotin bihata gotin ew keçik di malê de dima û di malê de mayîn jî tê maneya keçik bêstar maye. Keçika bêstar keçika bêxwedî ye. Erê bi xwedê wilo bû…

Êêê.. de vê şorbeşîrê em bixwin lêêê. Xwedê min çiqasî ji vê şorbeşîrê hez dikir niha jî ez gihiştime vî emrî dîsa hez dikim. Dibêjin şorbeşîr a zarokan e!! kê gotiye?! welehî ne wilo ye… Va, ez sed û deh salî me lê hîn jê hez dikim û dixwim. Nizanim xelk hema çi tê ber devê wan dibêjin!!!

Ji berê ve xelkê Minbicê diçûn masî ji çemê Feratê dianîn. Kesek li vê derê namire kî birçî bimîne!! Masî hene, pez heye, xwedê xêr û bêr daye vî miletî. Ji berê ve ji ber vê xêrana Osmanî hatine û bi hespên xwe pêlî vê erdê kirine, Bîzentî hatine, ji Selahedînê Eyubî ew jî hat û qela Nicim ji nû ve ava kir. Dîwarên wê xerab bûbû. Xwedê rehma xwe lê bike layê qencan bû, dibêjin kurd e. Welehî kurd mêr in û camêr in. Ma divabe em rastiyê bêjin. Kurd ji roja xwe de baş in û ji cîranan hez dikin erê bixwedê.

Tu dizanî keçika min, wexta temenê min mezin dibû hêdî hêdî didanên min diketin û nediman. Erê bixwedê. Lê wexta ez bûm sedsalî mîna zarokên nehmehî yek bi yek didanên min derdiketin, wiha didanên min hemû derketin. Niha naêşin jî. Ez sed û deh im tê wê wateyê didanên min ên deh saliyan e… ha .. ha .. haa.. Ecêb e! Lê ez çi bêjim, xuyaye xwedê gelekî ji dilê min hez kiriye. Ma çima hez neke, welehî min tu xerabî bi tu kesekî nekiriye, her dilê min ji bo mala me, ji bo cîranan paqij bû ez rojekê nayê bîra min ku ez xerab ji bo kesekî fikirîme. Na welehî na welehî tobe ya rebî tobe. Ne bi diziyê fikirî me, ne bi xerabiyekê.

Keçika min di demê me de diviya her keçikek bi layê apê xwe re bizewiciya. Adet wilo bû. Ez jî bi layê apê xwe Ebid re zewicîm, xwedê kir qismet û nesîb, îcar ê me berdêlî bû, ez û birayê xwe Hesen, Hesen xwişka Ebid ji xwe re xwest, Ebid jî min ji xwe re xwest, wê heyamê wilo bû. Xweş bû, bi layê apê xwe re zewcandin serbilindî bû. Wilo bû.

Welehî sê kurên me û sê keçên me xwedê dan. Xwedê min ne ji keçan, ne ji xortan mehrûm hişt. Na bixwedê. Layê apê min sîh salî bi min re ma û wefat kir ji ber nexweşiyê, bes gelekî layê camêran û ji min re qenc bû. Ez jî lê miqate bûm ez jê re gelekî baş bûm. Rehma xwedê lê be. Bi hadisa seyarê mir emrê wî pêncî û pênc bû .

Ez jineke ji roja roj de nimêj dikim, ji xwedayê xwe hez dikim, rojî digirim, jineke paqij im. Welehî welehî gava cîranên me bi hev dikevin ez pereyan didim wan ji bo ku li hev werin. Nabe mirov ji mirovekî din bixeyide.

Lê belê xweş tê bîra min mala me li Reqayê bû rojekê ez û Ebid me li hev nekir, ew jî serê wî hişk bû, ê welehî serê min jî hişk bû.. haa..haa… Ez xeyidîm ez ji Reqayê çûm Helebê bi meşê. Ma ez ê bitirsiyama, na welehî min dikaribû hetanî Filistînê bi meşê biçûma, ez jineke gelekî serxwe bûm, biceger bûm, bi dilê xwe yê mezin min dikaribû dinyayê ava bikim û xerab bikim. Wexta ez çûm şaş ma û ecêb ma. Çawa ji Reqayê hetanî Helebê wiha bi meşê çûm!!

Ebid muxtarê gund bû, xelkê hemiyan gelekî qedir didayê û mirovekî gelekî dilbirehm bû, serhişk bû jî ha. Ez dixwazim eger xwedê tala emrê min bibe, bila bi xweşî û bêzehmetî min bibe cineta xwe, dilê min jê re paqij bû, bawer im wê cihê min jî di dilê wî de û di buhuşta wî de jî paqij bimîne. Erê bi xwedê ez tiştekî din naxwazim.

Xweziya min ev e.

* Ji cîlda 2’yemîn a pirtûka Rûpelên Jînê hatiye wergirtin

Rêberê dilnizm, felsefeyeke mezin e

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar