Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Du nêzîkatiyên şaş ên bingehîn

Li dijî ferdperestiya ku modernîteya kapîtalîst li ser civakê ferz dike, parastina civakbûnê û têkilîdanîna wê bi daxwazên azadî û wekheviyê re îdealên bingehîn ên utopya sosyalîzma klasîk in. Hesreta ji rêûresmê ya ji bo civak, azadî û wekheviyê bi hegemonîkbûna kapîtalîzmê re dijwartir bûye. Her ku hegemonya îdeolojîk a lîberal bi pêş ket, utopyayên civakî jî ketin bin bandora zanistên pêş diketin û xwe sosyalîst îlan kirin. Di serdema nû de hegemonya sîstema şaristaniya navendî dest guhert û ev di encama têkoşîna dirêj a bajarbûna Ewropaya Rojava de pêk hat. Hegemonya şaristaniyê ya welatên Îslamî, Çîn û Hindistanê di destê xwe de digirtin bi awayekî bingehîn di sedsala 16. de destpê kir, bi lez dest guhert. Çanda bajêr a Ewropaya Rojava bi awayekî serketî çanda navendên şaristaniyê kir malê xwe û di destguhertina hegemonyayê de ev yek bi rola sereke radibe.

Çawa ku tê zanîn, şaristaniya Ewropaya Rojava ne bi çanda Xiristiyantiyê û hêza wê ya çareserker, lê ji ber ku nikarîbû bersivê bide pêdiviyên jiyana bajarê nû, li çandên nû geriyaye. Xiristiyantî li hemberî pêşketinên sedsala 16. bi tenê bi reformê dikarîbû xwe dewam bikira. Reforma di dîn de gelekî kêm dikarîbû bersiva pêdiviyên çandî yên şaristaniya bajarê nû bidaya. Netewebûyîna dêrê bi xwe ji dil nebû, guhertineke şêweyî bû. Çavkaniyên bingehîn ên ku pêdiviya çandê pê hebû, Îslama Rojhilata Navîn, şaristaniyên Çîn û Hindistanê bûn. Veguhestinên ji van navendan, di dawiya sedsala 18’emîn de bi şoreşên polîtîk û civakî yên Fransî û ekonomiya Ingilîz bi encam bûne. Hemin bandora gelek faktorên din jî di vê yekê de hene. Herçiqasî keşif û vedîtinan rê li ber nûtiyê vekiribin jî di tehlîla dawî de eşkere bû, eger ji navendên şaristaniyê veguhestina çandî nebûya, destguhertina hegemonyayê jî ne pêkan bû.

Bêguman ji Ewropayê hat ku bi tevgerên Ronesans, Reform û Rohnîbûnê sentez û nûbûneke mezin pêk bîne. Em di demên berê yên dîrokê de tevgerên bi vî awayî li Kevana Bi Bereket, Mezopotamya Jêr, Rojhilatê Derya Spî û peravên Egeyê dibînin. Ya rastî, sîstema şaristaniya navendî ya bi rêzê li van navendên dîrokî pêk hatiye, weke xeleka mezin a dawî li peravên Ewropaya Rojava rehên xwe berdane. Di vê de şaristaniyên bajêr ên Îtalyayê bi roleke diyarker rabûne.

Di çarçoveya mijara me de girîngiya vê şaristaniya nû, ango modernîteya kapîtalîst ew e, paradîgma nû ya zanistî kiriye bin hegemonya xwe. Zanista nû ya pragmatîk a li şûna dîn, heta li şûna zêhniyeta bi koka xwe felsefî hat danîn, bû nirxeke payeberz û hêja. Şoreşa zanistî ya di dawiya sedsala 18. de li zanîngehan bi pêş ket, şoreşên din ên polîtîk, civakî û ekonomîk temam kirin. Zanistên fizikî yên bi ceribandinê û zanistên têkiliya xwe bi xwezaya civakî re bi awayekî bingehîn ji hev cihê kirin. Di nava wan bi xwe de jî gelek qadên pisporiyê û şaxên zanistî pêkanîn. Hegemonya îdeolojîk a lîberal zêde dereng nema mohra xwe li zanista civakî xist. Encamên erênî yên şoreşan di bin yekdestdariya xwe de kedî kir û bi berjewendiyê xwe re kir ahengekê. Utopya sosyalîst ber bi nîvê sedsala 19. ve bi pêşengiya K. Marks û F. Engels xwe weke sosyalîzma zanistî eşkere kir û ev bi bandora zanistperestiya lîberalîzmê pêk hat. Jixwe K. Marks û F. Engels eşkere anîn ziman ku sosyalîzma wan a zanistî sentezeke felsefeya Elman, polîtîka ekonomiya Ingilîz û sosyalîzma Franseyê ye.

Tevî îdeaya wê ya zanistîbûnê û rexnegiriya wê hemûyî, di serî de sosyalîzmên pêkhatî yên Rûsya û Çînê di gelek ezmûn û ceribandinan de hat dîtin ku ji sosyalîzma zanistî bi temamî nehatiye ji avahiyên çanda maddî ya modernîteya kapîtalîst (saziyên ekonomîk, civakî û polîtîk), ji zêhniyet û cîhana wê ya zanistî bibihure. Kes nikare îddîa bike ku şoreşên sosyalîst bi temamî têkçûne, û hatine pûçkirin. Şoreşên em behsa wan dikin mîrateyeke mezin li pey xwe hiştin û kes nikare înkar bike ku hê jî di jiyana rojane de hêmanek in ku dest ji wan nabe û hêza herî zêde bi hêvî ya cîhana zêhniyetê ne. Lê nikarîbûn cihêwaziya şaristaniya alternatîf û modernîteyê mezin û xurt bikin. Di nava modernîteya kapîtalîst de bi giranî heliyan û nikarîbûn xwe ji vê aqûbetê rizgar bikin. Ev rastî ne qeder û çarenûs bû, îro têra xwe eşkere bûye ku bi wan pirsgirêkan re têkildar e, ku sosyalîzma dema kapîtalîzmê nikarîbû çareser bike.

Bi destpêka pîşesaziya kapîtalîzmê re guftûgoyên der barê civakê de girîng in. Di vê demê de hewl didin utopyayên sosyalîst li ser bingehekî zanistî û xeteke çalakiyê deynin. Lê di binê hemûyan de fikra Rohnîbûnê heye ku ji binî ve ji rabihuriyê qut bûye. Fikra Rohnîbûnê bi awayekî diyalektîkî ji rabihuriyê nebihuriye, ji rabihuriyê ji binî ve qut bûye, lewma bi xurtî tesîr kiriye li pêvajoya dused salên paşê. Bi awayekî rahiştine diyardeyan mîna ku ji nû ve têne avakirin, ti têkiliya wan bi rabihuriyê û rêûresmê re tineye. Û heta her tiştê bi rabihuriyê re têkiliya xwe heye bûye mijara nirxandinên negatîf.Herçiqasî mirov li gorî paradîgmaya nû vê helwestê fêhm bike jî eşkere ye ku wê rastiya civakî berevajî bike û nîşan bide. Bêguman kapasîteya heqîqetê ya fikra Rohnîbûnê bi gelek aliyên xwe (ne bi temamî) di ser serdemên beriya xwe re ye. Eger wisa nebûya, jixwe nikarîbû serdema nû biafirîne. Lê wexta em dibêjin wisa bû, nayê wê maneyê ku bi temamî heqîqetê di nava xwe de dihewîne. Lê îdeaya tevahiya pêşiyên wê bi vî awayî bû. Çavkaniya pirsgirêkan jî ev îdea ne. Mirov dikare Hegel weke fîlozofê mezin ê fikra Rohnîbûnê, yê ku ew kiriye ber revîzyonê bide naskirin. Dîroka civakî bi awayekî heqê wê bide, felsefeya zanistî jî bi hêzeke ku hê kes nikaribe jê bibihure (ji aliyekî ve) daniye holê.

K. Marks ê ji Hegel girtiye, yeqîn kiriye ku wê karibe bi materyalîzmê ji aliyê bi hêz û zêde îdealîst ê felsefeya Hegel bibihure û di vê de jî têkûz tevgeriyaye. Li vir a pirsgirêk ew e, ji hev cihêkirina îdealîzm û materyalîzmê zêde ne girîng e, ji ber ku ne hatiye fêhmkirin, herdu jî bi xwe xwedî xisletên metafizîka îdealîst in. Yeqîn kirine ku du felsefeyê dijber in. Li vir, Marks ji Hegel zêdetir ji xeta Rohnîbûnê bi tesîr bûye. Marks, rabihurî ji bihurînê jî wêdetir bêhukim hesibandiye yan jî ew weke ku bi tenê siya bûyerekê, ya dîmenekî be nirxandiye. Nikarîbûye îdrak û fêhm bike ku rabihurî bi tevahî giraniya xwe ‘niha’ ye. Di vê mijarê de bi qasî Hegel bi gurçûpêç nîne. Mirov dikare bibêje, di salên dawî yên temenê xwe de (1880-1883) li vê kêmanî û şaşiyê hayil bûye, hem li girîngiya diyardeya dewletê ya joravahî ye, hem jî li girîngiya civaka kominî ya berê hayil bûye. Eleqeya wî ji bo civaka Rojhilat zêde bûye. Di fikra xwe de hin alî sererast kirine. Lê belê xeta Rohnîbûnê di tevahiya dîroka sosyalîzma pêkhatî de serwerî Marksîzmê bûye. Şaşiya bingehîn a wê demê ev e: Bawer kirine ku ji civaka kapîtalîst bibihurin ango bi temamî di ser kapîtalîzmê re derbas bibin wê karibin civaka nû yan jî kominîzmê pêk bînin û heta di asta zanistî de ev yek weke ‘sosyalîzma zanistî’ bi nav û nirx kirine.

Di vê nêzîkatiyê bi xwe de jî du şaşiyên bingehîn hene: Ya pêşî, ne di zanistên fizîkî de, ne jî di zanistên biyolojîk de zanist xwedî hukmê vebirrî û ji sedî sed nîne (têkiliya vê yekê bi baweriya zêde ya bi zanistên demê re heye), ev rastiya ku paşê hatiye fêhm kirin nehatiye dîtin ango fêhm nekirine ku mirov nikare bi formulasyonên zanistî yên vebirrî rahêje xwezaya civakî û binirxîne. Xwezaya civakî bi xwe çand e. Bandora zêhniyetê ya di derekê de bi cih nabe her tim li ser heye. Lewma nabe ku mirov pîvanên xwezaya civakî bi yên fizîkî yan jî qanûnên biyolojîk ên Darwînîst re wekhev bibîne û di bingehê şaşiya wan de ev nêzîkatiya zanistî heye. Şaşiya duyemîn, dîrok bi felsefeyê re têkildar e. Nikarîbûne bibînin ku civak bi xwe diyardeyeke dîrokî ye, lê bi awayekî cuda divê weke xwezayeke duyemîn bê nirxandin. Jixwe nexwestine bibînin ku nihaya civakî bi giranî dîroka civakî ye. Fikra rohnîbûnê destûrê nade vê yekê. Ji vê û pêve jî nirxandinên kapîtalîzmê dimînin yên ku lîberalîzmê nava wan vala kiriye û bi fikreke çor a dinyayê hatine kirin. Kapîtalîzm weke civaka serdest, yekane û li gorî dema xwe ya herî pêşketî hatiye hesibandin.

Kapîtalîzm ji şêweyekî mêtinkariyê wêdetir bi civaka nû re wekhev hatiye dîtin. Pêkhatina dinya-civakê bi mîlyonan belkî jî bi mîlyaran salî kişandiye. Lê belê rêbazeke îstîsmarê ya weke Kapîtalîzmê ya ku bi rêbazên herî zêde dermirovahî û lewra jî derdinyayî civaka mirovan dişelîne weke rastiya civakê ya bi ser ketiye hatiye hesibandin! Di paradîgmaya Marksîst de qelsiya bingehîn di vir de ye. Ango faktora bingehîn a bû sedema jihevdeketina sosyalîzma pêkhatî jî ev bû. Tevgereke sererastkirinê ya xwe bisipêre Marksîzmê yan jî sosyalîzma pêkhatî divê bi vê heqîqetê rabe.

Nûçeyên Têkildar