Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Du nobedên edaletê

Dema ji bo nivîsê min berê xwe da kompîtûrê, nûçeya tahliyeya Ahmet Altan ket ber çavê min. Tehliyeya sêyemîn a Ahmet Altan bû. Berê jî du car hatibû berdan. Di ya ewil de çend roj şûnve dîsa hatibû girtin. Di ya duyemîn de, jixwe qet nehatibû berdan.  Belê, berdana Ahmet Altan girîng e. Lê ya ji vê tehliyeyê girîngtir bê hiquqiya li Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê tu kes tena serê xwe bi tehliyeya Ahmet Altan kêfxweş nebû. Ahmet Altan jî piştî berdana xwe di peyama xwe ya ewil de, vê bê hiquqiyê anî ziman û bal kişand kesên hê jî li zindanan in.

Belê bi hezaran kes hê jî li hundir in. Biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê wekî Ahmet Altan neheqiya li dijî Selahattîn Demîrtaş jî anî ziman. Ji bo berdana wî biryar girt. Lê dewlet vê yekê pêk neanî. Erdogan vê biryarê nas nekir. Yên wekî Selahattîn Demîrtaş bi hezaran kes hene. Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak, Îdrîs Balûken û gelek kesên din…

Ne tenê kurd, her wiha bêhiquqiyên mezin li gelên Tirkiyeyê jî tên kirin. Bi dehan rojnameger tê de, nêzî 60 hezar însan ji ber sedemên siyasî di zindanan de ne. Rejîma takekes, kî li hember desthilatdariyê yek gotinek bike berê wî/wê dide zindanê.

Yên hatine revandin hene û bi dehan meh in ji wan tu agahiyek naye girtin. Ji ber ku navê van kesan bi Cemaata Fithullah Gulen re derbas dibe kesek ji tirsa xwe nêzî wan jî nake. Huseyîn Galîp Kuçukozyîgît ê raportorê kevin a serokwezîriyê, ji 29’ê kanûna sala 2019’a heta niha winda ye. Aşkera ye ji alî hêzên dewletê hatiye revandin. Berê jî çend mînakên bi vî rengî hebûn. Hinek ji wan hê jî nehatine dîtin. Keça Huseyîn Galîp Kuçukozyîgît a xwendekara tibê dike nake dengê xwe nagihîne tu kesan.

Yên dengê van kesan dianiya ziman, yek ji wan wekîlê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu bû. Niha ew jî di zindanê de ye. Cezakirina wî sosretek e. Nûçeyek li ser medyaya dîjîtal parve dike. Ji bo vê nûçeyê tu lêpirsînek nehatiye vekirin. Lê di der haqê Omer Faruk Gergerlîoglu de doz vedikin. Di demek gelek kurt de ceza didin. Vê cezayê tesdîq dikin. Li meclisê didin xwendin û di ser de jî wekîltiya wî dixin. Her wiha wî diavêjin zindanê. Ev bê hiquqiya ew ê çawa were tarîfkirin? Ev êdî ne bêhiquqî ye. Ev faşîzma rûreş e.

Tiştên bi malbata Şenyaşaran jî tên kirin, rûreşiyek mezin e. Wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl yildiz  û çeteyên wî, bav û du zarok, ango 3 kesên malbata Şenyaşaran qetil dike. Yek ji van li dikana xwe, du ji van jî di nexweşxaneyê de bi lêdanan tên kuştin. Doza vê qetlîamê du hefte berê bi dawî bû. Kurê hatiye girtin a malbatê bi nêzî 40 salan hate cezakirin. Lê çi bi yên qatil hatin? Tenê yek kes, belê yek kes û ew jî bi 18 salan hate cezakirin. Diyar e çendek şûnde, bi awayek wî jî berdin.

Dayika Emîne, li hember vê zilmê îsyan dike. Vê neheqiyê qebûl nake. Bi rojan e li ber dadgeha Rihayê bi tevî kurê xwe yê di destê wê de maye rûdine. Dikare çi bike? Dibêje; “Tenê canê min maye, werin canê min jî bigrin.”

Hem Omer Faruk Gergerlîoglu, hem jî Emîne Şenyaşar û kûrê wê, li hember vê zilmê ku li wan hatiye kirin, dest bi Nobeta Adaletê kirin. Lê ya bi rastî, piştgiriyek xurt tune ye. Rast e, HDP û hin aliyên muxalîf piştgirî didin van nobetan. Lê di serî de CHP, gelek muxalîfên AKP’ê li hember van lêgerînên edaletê bêdeng in.

Divê em qebûl bikin. Bêdengiya li hember bê edaletî, tesdîqkirina zor û zilmê ye. Tesdîqkirina rejîma zordar û xwînxwar a Erdogan e.

Ev du nobetên edaletê, mînak in. Lê em zanin, bê edaletî ne tenê ev du kiryarên qirêj a rejîmê ye. Bi hezaran bê edaletî hene. Di serî de yên ji vê bê edaletiyê zirar dîtine û dibînin, divê hemû aştîxwaz, edaletperwer û demokrasîxwaz êdî dengê xwe zêdetir bilind bikin.

Rast e, windakirina 128 milyar dolar jî gelek girîng e. Lê divê em ji bîr nekin, heta bê edaletî neqede, ew ê hê gelek 128 milyar dolaran winda bibin.

Nûçeyên Têkildar