Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Du qatên Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê hatin valakirin

Li cîhanê hejmara kesên ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane ji 8 hezarî bihûrîn. Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê jî aşkera kir ku li Tirkiyeyê 2 welatiyan jiyana xwe ji dest daye û her ku diçe hejmara yên vîrûs li wan geriyaye zêde dibe. Metirsiyên vîrûsa koronayê li welat berbelav dibe. Tedbîrên pêşîgirtina vîrûsê kêm tên dîtin. Qata 1’emîn û 2’yemîn ên Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîla Amedê ji bo dermankirina kesên bi vîrûsa koronayê ketine hatin valakirin.

Her du qatên nexweşxaneyê ji bo welatiyên testa vîrûsê pozîtîf derdikevin dê were bikaranîn. Her wiha hat zanîn wê beşek nexweşxaneyê jî ji bo kesên bi gumana vîrûsa koronayê serî li nexweşxaneyê bidin were veqetandin.

Diyaloga di navbera personel û welatî de

Li aliyê din nexweşek ku li Navenda Banga Lezgîn 112’an geriya û diyaloga di navbera nexweş û xebatkerek Navendê derbas dibe rewşa ku tedbîr û amadekarî kêm in radixîne ber çavan.

Diyaloga di navbera nexweş û xebatkarek Navenda Banga Lezgîn 112’yan de çêbû wiha ye:

Welatî: Ez nexweşê neqla organê me. Li piyasayê ne maskeyek ne jî hilberînên dezenfekteyê peyda dikin. Xebatek Wezaretê di vî warî de heye gelo?

Wezîfedarek Navenda Banga Lezgîn 112’an: Tu xebatek wezaretê nîne. Heke hûn dixwazin li 184’an bigerin.

Welatî: Ez lê geriyam. Tenê 14 xalan bi min dan guhdarkirin û girtin. Ez jî xebatkarê nexweşxaneyê bûm. 4 sal in min îxrac kirine. Min neqla organê pêk anî. Ez ji neçarî carna derdikevim derve. Ez maskeyan nabînim. Min serî li nexweşxaneya berê lê dixebitim da. Pakêtek maske 180 lîre ye. Tu dahata me nîne.

Wezîfedarek Navenda Banga Lezgîn 112’an: Niha tiştek ku em bikin nîne. Dezenfekteya me jî li 112’an nîne.

Welatî: Niha em ji kî re gilî bikin, em çi bikin?

Wezîfedarek Navenda Banga Lezgîn 112’an: Bawer bikin em jî nizanin. Tiştek em jî bikin nîne.

Welatî: Cihek ku em ê serî lê bidin nîne.

Wezîfedarek Navenda Banga Lezgîn 112’an: Niha wê çi bibe û çi nebe em jî nizanin. Tiştek ku em ê bikin û ji we re bêjin tune ye. Li gel me jî maske nîne. Em nizanin belkî sibê em jî nexweş bikevin. Ji ber vê yekê ez nikarim ji we re bibim alîkar. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar