Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dubare

Tê gotin rastî her dem dixwaze xwe bide xuyakirin. Ji bo wê tê gotin rastî nayê veşartin. Gelek caran ez dubare dikim û wiha diyar e ez her dubare bikim ku dijberiya dewleta tirk a dagirker ne di çarçova dijminantiya partiyek an jî rêxistineke, berovajî vê dijminantiya gelê kurd dike. Ji ber dewleta tirk a dagirker li dijî Tevgera Azadiya Gelê Kurd, li cîhanê bide xuyakirin hin kurd li cem wê ne, propaganda dike ku ne li dijî kurdan e, lê her car ev xepandina dewleta tirk aşkera dibe. Herî dawî li bajarê Trabzonê yê Tirkiyeyê ev rastî carekî din xwe da der. Ev ne tenê aşkerakirina rastiya dewleta tirk a dagirker e, di heman demê de rastiya kurdên ji bo ev xapandina dewleta tirk dibin dardest jî, aşkera dike. Rûreşiya wan kurdan jî aşkera dibe.

Dewleta tirk a dagirker kengî bas tê kurdan gotina ‘tirk û kurd bira ne’ dubare dikin. Niha kurd û tirk rast e bira ne, ji ber ku pirsgirêka kurdan bi gelan re nîne. Kurd dixwazin bi gelan re wek bira bijîn. Lê rastiya dewletan ên xwe li ser nîjadan ava kirine ne wiha ne. Dewleta dagirker a li ser axa Kurdistanê tu carî li ser esasê biratiyê nêzîkatiyek nîşanî kurdan nedane.

Birçî hiştin, bêkarî, bişaftin, girtin, îşkence, kuştin, komkujî para kurdên li pey mafê xwe bûn. Kurdên hevkarê dagirkeriyê jî, ger xizmeta dagirkeriyê û nijada wan bike, cihekî wî heye. Dema ez vê dubare dikim dibe ku zora hinek kesan biçe. Lê rastî ev e. Dagirkerên li Kurdistanê ger îro xwe bi hinek kurdan re dide û distîne ev ne ji ber kurdan qebûl dike, rêz digire, na. Ger ev kurd heta li dijî kurdek din bêbikaranîn cihê wî, li cem dagirkeran heye. Derveyî vê cihê kurdan li cem dagirkeran nîne.

Ji roja avabûna xwe heta niha dewleta tirk a dagirker wek siyaset li ser dijberiya kurdan xwe tevdigere. Ev dijberî ne tenê di nava sînorê dewleta tirk, li cihê kurd lê dijiyan jî belav dibe. Kurdek li ku hinek basa kurdiyê bike yan jî xebatek bike, dewleta tirk yekser dijberiya wê dike. Dema kurdan xwest li Japonyayê ji bo zarokêk xwe dibistinanek vekin, yê li dijî wê derket dewleta tirk bû. Dewleta tirk bi vê dixwaze bêje li ku kurd bigihêjin hin mafan, qebûl nake.

Aliyê balkêş ev e ku kurdên xwe xistine bin siya dagirkeriya dewleta tirk, bi hemû hêza xwe û rêyên propagandayê dixwazin ev rastiya dagirkeriya tirk û dijberiya kurdan veşêrin. Lê hêza wan jî têra ev veşartina nake. Çinkî faşîzma dewleta tirk êdî bi destê kurdan xwe teslîmî dagirkeriyê jî nayê veşartin.

Dewleta tirk a dagirker, bi rêya kurdên xwe xistine bin siya dagirkeriyê, her roj li başûrê Kurdistanê komkujiyan dike. Di wan komkujiyan bi dehan ciwanên kurd şehîd bûn û dibin. Daristanên Kurdistanê tên şewitandin, mal û milkên gel tê talankirin. Ev neheqiya li kurdan tê kirin, nayê şermezar kirin. Derdora kampa penaberan ku Neteweyên Yekbûyî parastina wê dike, tê bombebarankirin. Kurdên xwe xistina bin siya dagirkeriya tirk lêgerînê de ye ku wê çawa ev êrîşkariya faşîzmê tirk veşêre.

Faşîzma dewleta tirk ne tenê li başûrê Kurdistanê, li bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî dixwaze dagirkeriya fireh bike. Di rastî dema Efrînê ji aliyê dewleta tirk ve bi komkujiyan ve hate dagirkerin, hinek kurd wiha difikirîn ev dagirkerî wê ji bo wan rê vebike. Heta digotin dewleta tirk ne li dijî kurdan wek niha çawa dibêjin ku ‘PYD’ê, YPG’ê ji herêmê derxin û wê bidin me.’ Dibe kurd bizanibin ev xepandinek mezin e. Niha li Efrînê hebûna kurdî heye? Dibistanê kurdî, navê kurdî heye? Nîne. Hebûnek kurdî heye? Nîne. Divê evrastî were qebûlkirin ku xêra dagirkeran ji kurdan re tune.

Divê hinek kurd nebin parçeyek ji dagirkeriyê. Zelal e ku dagirker dema cihekî dagir bikin, ne ji bo kurd lê azad bijîn dagirker dikin. Ji bo azadiya kurdan a heye ji holê rakin dagir dikin. Mînaka herî li ber çavan Efrîn e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar