Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

‘Dubarenekirina Lozanê bi yekitiyê dibe’

Parlementerên berê yên herêma başûrê Kurdistanê û endamên KNK’ê dan zanîn ku pêwîste kurd ezmûn ji xeletiyên xwe yên heta niha wergirin û bi yekitiya netewî li dijî peymana Lozanê derkevin. Sed sal di ser peymana Lozanê re derbas dibin, lê hîna jî kurd ji ber nebûna yekitiyê di nava êşan de dijîn.

Piştî mehek din wê sedsaliya peymana Lozanê ku Kurdistan bi ser çar dewletan de hat parçekirin temam bibe. Heta niha jî kar li ser bend û madeyên wê peymanê tên kirin. Hinek parlementerên berê yên Herêma Kurdistanê û endamên KNK’ê derbarê sedsaliya peymana Lozanê û giringiya yekitiya netewî ya kurdan de ji Rojnews re axivîn.

Parlementerê berê yê Herêma Kurdistanê Ebdulrehman Elî, di destpêka axaftina xwe de diyarkir ku dîroka kurdan tijeye ji bûyerên bi êş ku heta niha jî bi wan êşan dinale. Ebdulrehman got: “Kurdan tu demê ji serkeftina hevûdû heznekirine. Ji dema ku Şerîf Paşayê Xendan tevlî kongreya aştî kirî, xelkê di got ew wek nûnerê kurdan tevlî kongreyê nebûye. Xeletiya me ya mezin ewe ku em ne yekgirtîne. Pêwîste em ji xeletiyên xwe ezmûn wergirin.”

Di dewamê de Ebdulrehman Elî da zanîn ku hemû gelan xeletî û kêmanî kirine, lê ezmûn jê wergirtine. Ebdulrehman wiha dom kir: “Sed sal di ser peymana Lozanê re derbas dibe, pêwîste hizbên kurdan berjewendiyên xwe yên hizbî bidin aliyek û lihev bikin. Ji berku rewşa niha ya Kurdistanê tenê di berjewendiya dijminên kurdan de ye. Pêwîste kurd ji bo sererastkirina xeletiyên xwe bixebitin.”

Ebdulrehman xwest ku hizbên kurdî bi taybetî jî hizbên desthilatdar ên başûrê Kurdistanê lihev bikin û dawî li nakokiyan û berjewendiyên hizbayetî bînin. Her wiha got, divê pirsgirêk li ser mêzê giftûgoyê werin çareserkirin, parastina statûya herêma başûrê Kurdistan bikin û daxwaza mafên netewî yên kurdan bikin.

Parlementerê berê yê herêma başûrê Kurdistanê Elî Parleman jî li ser heman mijarê got: “Sed salin kurd di nava êşên xwe de dijîn. Gelek gotin û dirûşme tên gotin, peymana lozanê wek karesatek mezin binav dikin. Lê di pratîkî de tu pêngavek rêkûpêk neavêtine û ji bo kurdan tiştek nekirine. Îro roja siyaset û karê dîplomasiyê ye. Divê em kurd bikarîn bi rêya lobiyan bandorê li ser wan dewletan bikin daku bikarin bend û madeyên peymana Lozanê yên li dijî kurdan betal bikin.”

Di dewamê de Elî Perleman da zanîn: “Peymana Lozan ne tenê li dijî kurdane, di heman demê de li dijî gelên dine jî. Divê yekitiya me hebe û em xwedî gotin bin. Hemû tiştek di stûyê hizban de ye û naxwazin armancên kurdan pêkwerin. Ev yek jî tenê bi hizban nayê kirin. Divê rewşenbîrên kurdan li ser vê mijarê di nava hemahengiyê de bin. Pêwîste astengiyên heyî werin rakirin û li Rojhilata Navîn çareseriyek nû ji bo kurdan were dîtin.”

Endama Kongreya Netewî ya Kurdistanê Perwa Elî jî li ser peymana Lozanê axivî û got: “Meha tîrmehê wê sedsal di ser peymana Lozanê re derbas be. Mixabin tevî ku hertim dijminên kurdan zêde ne, lê kurd di nava xwe de jî dijberê hevin. Hêzên siyasî yên kurdan nekarîne di nava sed salên borî de bi qasî pêwîst plan û yekitiyek xurt avakin û li dijî dijminan helwestek yekgirtî nîşandin. Nekarîne stratejiyek demdirêj ji bo bidestxistina armancên netewa kurd diyarkin.”

Di dewamê de Perwa Elî diyarkir ku gelê kurd gelek qehremane û xakek wê ya dewlemend heye, lê dijminan hertim karîne parçebûnê bixin nava kurdan. Elî got: “Em kurd bi xwe jî bûne hevkarê parçebûna navxweyî. Hinek caran ji ber berjewendiyên siyasî, hizbî û binemalî wisan kiriye ku yekitiya kurdan di rewşa niha de be.”

Endama KNK’ê Perwa Elî di derbarê erkên ku kurd divê qonaxê de bikin jî got: “Pêwîste kurd xwe diber çavana re derbaskin, daku bikarin xeletiyên xwe yên di nava sed salên borî de sererast bikin. Raste başûr û rojavayê Kurdistan ta astekê statûyek bidest xistine, lê nekarîne bi rêya wan bandorê li ser her du parçeyên din ên Kurdistanê bikin û yekitiya her çar parçan pêkbînin. Ji bona wê divê em xeletiyên xwe diber çav re derbaskin û planek xurt daynin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar