PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

‘Duh DAIŞ û îro jî dê xwediyê wê têk biçe’

Ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê, li Qamişlo û Til Temirê bi hezaran kes meşiyan. Di çalakiyan de hat gotin ku dewleta tirk duh bi destê DAIŞ’ê û niha jî ew bi xwe êrîşî Rojava dike. Çalakvanan diyar kir ku mîna DAIŞ’ê dê dewleta tirk jî têk biçe

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser rojavayê Kurdistanê, bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo û Hesekê daketin kolanan û meşên girseyî li dar xistin. Di çalakiyan de li hemberî êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk, hêrseke mezin hebû.

Di vê çarçoveyê de bi sedan şêniyên Qamişloyê daketin qadan û meşek li dar xist. Di meşê de pankartên ‘Ji bo em vegerin malên xwe, em mîsogeriya navneteweyî dixwazin’ û ‘Komkojiyên Serêkaniyê qirkirina gelan e’ hatin hildan. Meş ji Çarxerêya Osman Sebrî dest pê kir û li pêşiya navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) veguherî mîtîngê.

Li ber çavê cîhanê qirkirin tê kirin

Di mîtîngê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Welîda Botî axivî û diyar kir ku di qonaxeke dîrokî de ne û dewleta tirk li ber çavê cîhanê axa wan dagir dike û qirkirinê dike. Botî got ku dewleta tirk zarok, jin û siyasetmedaran qetil dike lê dê nekare bi wan paşve gav bide avêtin. Botî da zanîn ku vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji planên komkuiyê mezintir e.

Hevserokê Kantona Qamişloyê Efram Ishaq jî destnîşan kir ku Şoreşa Rojava bi destê dewleta tirk hedef tê girtin lê dê nekarin bi ser bikevin. Ishaq daxuyand ku dê gelên Rojava bi hev re biserkevin. Çalakî bi dirûşmên ‘Bijî berxwedana Rojava’ û ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.

Meşa li Til Temirê

Bi heman boneyê li Til Temirê jî bi sedan welatî bi dirûşma ‘Ji dagirkeriya dewleta tirk re Na’ meşiyan. Meş li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir. Çalakvanan wêneyên jin û zarokên ku di şerê Serêkaniyê de bi çekên qedexekirî ya fosfora spî hatin qetilkirin û bi pankartên bi nivîsa ‘Tirkiyeyê tunekirina çand û hebûna gelan e’ hatibû hildan. Meş li ber PYD’ê veguherî mîtîngê.

‘Dewleta dagirker dê bi têkoşîna jina azad têk biçe’

Di mitîngê de ji rêveberên Kongreya Star Gulîxan Tahir axivî û wiha got: “Dewleta tirk a dagirker li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerekî bêexalq didomîne. Ji destpêka şoreşê ve bi navê DAIŞ’ê jin û zarokan qetil kirin. Piştî ku DAIŞ ji aliyê HSD’ê ve hate tunekirin, îro jî bi rûyê xwe yê aşkera çekên kîmyewî bi kar tîne. Ez bang li hemû jinan dikim ku li dijî vî dijminî bibin yek. Şoreşa Rojava bi pêşengtiya jina azad hate destpêkirin û dê bi pêşengtiya jina azad û berxwedêr jî serkeftinê bi dest bixe. Çawa ku me bi hêz û îradeya xwe DAIŞ têk bir, em ê dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê jî têk bibin.”

Meş bi dirûşma ‘Bijî Berxwedana rûmetê’ bi dawî bû. QAMIŞLO-HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar