Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Duh Hewlêr, îro Zagros e!

Berî 25 salan hîmên parçekirinê di nava du hêzên kurdî de hat danîn û heta niha jî, gelê kurd dibe qurbana wê siyasetê. Weke wê gotinê lê hat ‘Ji bo ez hebim, dikarim destê xwe têxim destê dijmin.’ Em qala Hewlêrê dikin. Wê demê ji bo PDK’ê Hewlêrê ji destê YNK’ê û Mam Celal derxîne, bi rejîma Baasa Sedam Huseyîn re li hev kir û di 31’ê Tebaxa 1996’an de 30 hezar leşkerên Iraqê ketin nava Hewlêrê. Dibe ku mirov bi êş van bûyeran tîne zimên lê îro ew bûyer şaxê xwe dîsa li başûrê Kurdistanê vedide, hem tifaqên bi Tirkiyeya dagirker re û hem jî windakirina axa Kurdistanê re.

Dema ku serokê PDK’ê yê wê demê got ‘me Hewlêrê ji Celaliyan paqij kir’ îro jî rayedarên wan dibêjin ‘PKK’ê dagirker e.’

Cudahiya di navbera herdu gotinan de, hew derbasbûna salan û guhertina hêza dagirker e. Partiya desthilat li başûrê Kurdistanê, îro hêzên xwe dişîne deverên hêzên gerîlla da ku mayînan ji pêşiya dewleta tirk rakin, gelo çima, kî sûdê digire û çima nabe hêzeke din a kurdî ji bilî wê hebe?!

Mijar ne tenê Zap, Avaşîn û Metîna ye lê belê rêvebirina başûrê Kurdistanê ji hêla du aliyan ve, hiştiye ku hêza xwe winda bike, tovê vê yekê jî li Hewlêrê bi destê PDK’ê hat çandin lê ew jî çavnebariyê bi dawî nake. Ji lewre armanca sereke jî îro jihevxistina YNK’ê ye û dûrixstina Lahor Şêx Cengî ye. Ji ber ew li dijî dagirkirina axa Başûr ji aliyê Tirkiyeyê ve û him jî dijberiya siyaseta PDK’ê ya li dijî PKK’ê û Kurdistanê dike.

‘Hewlêrê’ hişt ku destê Îran, Iraq û Tirkiyeyê di nava axa başûrê Kurdistanê de dirêj bibe. Îran daxwaz dike ku hêzên Rojhilat ji Başûr derkevin û rêwîtiya wan a berxwedanê bi dawî bike û ev jî piştî serdana serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo serokê Îranê Ibrahîm Reîsî re pêk hat. Tirkiye nêzî 70 nuqte û baregeh li başûrê Kurdistanê ava kiriye û piştî dîwarê di navbera Rojava û Bakur de, niha di navbera Rojhilat û Bakur de ava dike û bi hemû hêza xwe êrîş dike, di heman wextê de jî dixwaze hem Herêmên Parastinê yên Medyayê û hem jî bi rêya dagirkirina Şengalê Rojava bifetisîne. Hikûmeta Iraq a ku her tim ji bo êrîşên Tirkiyeyê xwe li erdê dixe lê di rastiyê de, ew jî di nava plana li dijî kurdan e.

Ev hêzên derdor bi destê kurdan, kurdan dikujin û dîsa dîroka piraniya serhildanên kurdî dubare dibe. Ji ber nakokiyên siyasî yên di nava kurdan de, ax winda dibe, zarok tên kuştin, kurd ji cih û warê xwe koçber û penaber dibin û xwezaya Kurdistanê tê qirkirin. Ji Efrînê heta bi sînorê rojhilatê Kurdistanê, êrîş îro dijwar in û roja man û nemanê ye. Eger em bêjin duh Hewlêr bû, îro jî Zagors e, heman plan e lê hew qurbanên kurdan bi derbasbûna salan re zêde dibin..!

Nûçeyên Têkildar