Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Duh meşa ruhdayînê, îro meşa azadiyê

Di rojeva gelê kurd û gelên cîhanê de azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan heye. Îro hem li Ewropa û hem jî li  Kurdistanê meşa “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” hatiye destpêkirin. Li Ewropa meşa di 22’yê çileyê de bi tevlêbûna 25 kesan ji bo 25 rojan destpêkiribû bi girseyî didome. Meşa li bakurê Kurdistanê jî ku di 1’ê Sibatê de ji milê Qersê û milê Wanê ji du milan ve bi tevlêbûna 75 kesan hat destpêkirin heta Amara didome.

Îro di rojeva hemû cîhanê de “Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan heye. Vê meşa mezin kelecan û hêzek ava kiriye. Beriya em li ser vê meşê rawestin em vegerin 50 sal berê. 50 sal berê Rêber Abdullah Ocalan li Enqereyê bingeha tevgera azadiya Kurdistanê ava kir. Dema Rêber Abdullah Ocalan li Zanîngeha Zanistiyên Îktîsadî û Siyasî ya Enqereyê dixwend, wê demê komek ciwanên kurd bi rêxistin kir û piştî tespîta “Kurdistan mêtingeh e” 48 sal berê berê xwe dan Kurdistanê. Rêber Abdullah Ocalan û komek hevalên xwe ji Enqereyê berê xwe dan Kurdistanê û dest bi tûra Kurdistanê kirin. Dest bi meşa Kurdistanê kirin. Wê demê Rêber Abdullah Ocalan û hevalên xwe hem ji bo rewşa civakî û siyasî ya Kurdistanê analîz bike û hem jî ji bo gelê kurd û Kurdistanê hişyar bike ku Kurdistan mêtîngeh e; dest bi meşa Kurdistanê kirin. Wê demê bajar bi bajar geriyan û qala mêtîngehiyê kirin. Qala polîtîkayên dewletê yên înkar, îmha û tunekirinê kirin. Gelê kurd ê ku dewletê di got “Yên Kurdistana xeyalî difikirin, di çiyayê Agiriyê dehatine veşartin û ser wan hatiye betonkirin” ji bin betonê derxist û dîsa bi ruh kir. Gelê kurd ji xewê hişyar kir û xist nava tevgerekê.

Rêber Abdullah Ocalan 50 sal berê ket nava liv û tevgerê. Dest bi karê rêxistinkirina kurdan û avakirina tevgera azadiyê kir. Piştî vegera Kurdistanê 46 sal berê Partî ava kir û di milê civakî, siyasî, leşkerî û bîrdozî de xwe bire xistin kir. Li Kurdistanê 40 sal berê hêza leşkerî ava kir û derbasî artêşê bû. Tevgera Azadiya Kurdistanê piştî xwe li çar parçeyên kurdistanê bi rêxistin kir û kir hêz, gelê kurd jî hişyar bû û xwe bi rêxistin kir. Gel li tevgerê xwedî derket û ket şopa azadiya xwe. Wekîlê xwe şandin Enqereyê û li Enqereyê doza hebûna xwe kir. Li bajarên Kurdistanê şaredarî bi dest xist û êdî gelê Kurdistanê xwe bi xwe bi rê ve bir.

Hêzên navdewletî ji bo kurdên bûye xwedî vîn û hêz bi sînor bikin, 25 sal berê di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployek navdewletî radestî Tirkiyeyê kirin û li nava çar dîwarên Zindana Îmraliyê tecrîd kirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in di şertê herî giran de tê ragirtin. Li gel van şert û mercan Rêber Abdullah Ocalan dîsa hucreya tarî, bi fikr û felseyefa xwe ronî kir. Ev ronahiya hucreyê li Kurdistan û cîhanê belav kir. Pirtûkên ku Rêber Ocalan li zindana Îmraliyê nivîsand, gelê kurd û cîhanê ji bo xwe wekî ronahiya rêya azadiyê dibîne.  Dostên kurdan ku bawer dikin dê bi paradigmaya Modernîteya Demokratîk xwe ji polîtîkayên înkar, îmha, xizanî, talanî û wêraniyê rizgar bikin, li çar aliyê cîhanê ketine nava tevgerê. Meşa Azadiyê dane destpêkirin. Gelên cîhanê û gelê kurd îro ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dest bi meşa Azadiyê kirine. Gelê ku doza azadiyê dike, bawer dike ku azadiya gelan bi azadiya Ocalan pêkan e. Gelê kurd û cîhanê bawer dike ku yê duh ruhek ava kir, îro bi azadiya wî ew jî dikarin azad bibin. Ji ber vê yekê di Meşa Azadiyê yên ku li Ewropa û Kurdistanê hatine destpêkirin de peyama; “Azadiya Rêber Apo Azadiya me ye” dan. Gel bawer dike ku dê bi azadiya Rêber Ocalan azad bibin. Ji ber vê yekê azadiya Rêber Ocalan ji bo azadiya xwe weke erk û peyvirekê dibînin. Gelê kurd û gelê cîhanê ji bo azadiya xwe, azadkirina Rêber Abdullah Ocalan wekî erkekî sincî û polîtîk dibînin. Meşa ku îro li Kurdistanê û Ewropayê dest pê kiriye, her ku diçe kelecan, coş, hevî, bawerî û ruhê 50 sal berê hatibû zindîkirin geş dike û wî ruhê hatiye zindîkirin ber bi azadiyê ve bilind dike. Kurd, Kurdistanî û gelê cîhanê bi biryar in ku heta azadiya Rêber Ocalan têkoşîna xwe mezin bikin û belav bikin. Gel dibêje duh Ocalan ruh da me, em jî îro wî ji nava çar dîwarên Zindana Îmraliyê azad bikin. Ji ber vê yekê 50 sal berê Rêber Ocalan bi Meşa Kurdistanê ruhek zindî kir, îro jî Rêwiyên Meşa Azadiyê dixwazin bi hev re wî ruhê hatiye avakirin azad bikin.

Nûçeyên Têkildar