Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Duh qetil dikirin îro xesp dikin

Dayikên Şemiyê, Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan li Stenbol, Amed, Êlih û Îzmirê aqûbeta windayan pirsîn. Di çalakiyan de bal kişandin ser tayînkirina qeyûmên li ser şaredariyan û hat gotin ku duh qetil dikirin îro xesp dikin

Çalakiyên Dayikên Şemiyê ya ji bo aqûbeta windayan bipirsin di hefteya 752’an de berdewam kir. Dayikên Şemiyê piştî çalakiya 700’emîn Qada Galatasarayê li wan hat qedexekirin û 52 hefte nin nikarin li Qada Galatasarayê çalakiyan li dar bixin. Dayikan xwest vê hefteyê dîsa li Qada Galatasarayê kom bibin û dîsa rastî astengiya polîsan hatin. Dayikên rasti astengiya polîsan hatin, derbasi pêş avahiya ÎHD’a Stenbolê bûn û li vir çalakiya xwe berdewam kirin.

Dayikan vê hefteyê çîroka Konca Kurîş a di sala 1998’an de ji aliyê Hizbullahê ve hat revandin û pişti 555 rojan malbatê xwe gîhand cenazeyê wê, vegotin. Dayikan dîsa Dayika Şemiyê Elmas Eren ku vê hefteyê jiyana xwe ji dest da bibîr anî.  Di çalakiyê de xwişka Hasan Ocakê hat revandin, Maside Ocak daxuyanî da. Ocak, Elmas Eren bibîr anî û diyar kir ku ji ber Elmas jiyana xwe ji dest daye pir xemgîn in û wiha got: “Elmas Eren 39 salan li kurê xwe geriya. 39 salan bê navber geriya û bêyî aqûbeta kurê xwe fêr bibe çû. Wê têkoşîna xwe ya 39 salan emanetî me kir û çû. Em dibêjin oxir be. Bila çavên te li paş nemînin. Em te ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin.”

Salek e Qada Galatasarayê qedexe ye

Ocak anî ziman ku salek derbas bû ku Qada Galatasarayê li wan hatiye qedexekirin û wiha lê zêde kir: “Qada Galatasarayê ku bûye cihê îtîraza herî rewa û pîroz, salek e ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Salek berê meskenê me yê em li aqûbeta zarokên xwe dipirsin xezp kirin. Yên salek berê Qada Galatasarayê xezp kirin îro Şaredariyên Bajarên Mêrdîn, Amed û Wanê xezp dikin. Yên li dijî vê bêhiqûqîyê dengê xwe bilind dikin, rastî mudaxaleya wekî îşkenceyê tên. Tirkiye niha felaketa îktîdarê ya hêza bê kontrol û bê pîvan dijî. Ger ku em bêdeng bimînin û îtîraz nekin emê dibin şirîkê vî sûcî. Lê em bêdeng namînin û nabin şirîkê vî sûcî.”

555 roj şûnde gihiştin cenaze

Ocak anî ziman ku Konca Kurîş di sala 1998’an de ji aliyê Hizbullahê ve hat revandin û wiha axivî. “Konca Kurîş 37 salî bû û dayika 5 zarokan bû. Di 16-17’ê Tîrmeha 1998’an de li pêş mala xwe ji aliyê 3 kesên çekdar ve hatin revandin. Malbat 555  roj şûnde gihiştin cenazeyê wê. Dadgehê di sala 2011’an de bersûcê wê serbest berdan û hiqûq binpê kirin. Ev bersûc piştî hatin berdan ji holê winda bûn. ”

Parlamentera HDP’ê Huda Kaya jî diyar kir ku Kuriş jinek misilman û feminist bû û wiha got: “Hişmendiya saltanata dewletê red kir. Bi wêrekî û jinîtiya xwe dengê xwe bilind kir. Em tundiya dewletê ya li dijî jinan dibinin. Herî dawî Emine Bulut hat kuştin. Ger ku Konca jiya bûya wê tekoşîna wê jî bidomiya.

Birayê min pir ji welat hez dikir

Keça Elmas Eren, Îkbal Eren jî anî ziman ku dayika wê jî wekî her dayikê xwest zarokên xwe mezin bike û wiha lê zêde kir: “Birayê min Hayrettin Eren ji welatê xwe pir hez dikir. Lê vê dewletê mirayê min ji me dizî. Wê rojê dayika min 47 salî bû. Dayika min piştî 47 saliya xwe ev welat baştir nas kir. Li ser piyan rawestiya û jiyan fêrî me kir. Demek dirêj hat qada Galatasarayê. Lê piştre ji ber tenduristiyê êdî nekaribîbûn bên. Piştre ez li şûna wê hatim. Ji min re digot silavan li tevan bike. Her şemî saet di 14.00’an de li min digeriya û çalakî dipirsî. Dayika min 39 salan bê navber tekoşiya. Tu carî hêviya xwe winda nekir. Em jî tu cari dest jê bernadin.”

‘Duh qetil dikirin îro xesp dike’

Xizmên Windayan û Rêveberên ÎHD’ê ya Amedê, di hefteya 550’î de li ÎHD’a Amedê kom bûn û bi şîara “Bila winda bên ditin û kiryar bên darizandin” çalakiya xwe berdewam kir. Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytun di çalakiyê de diyar kir ku têkildarî binpêkirina mafan darizandinek bi bandor nehatiye kirin û wiha got: “Em dixwazin darizandinek bê kirin. Di salên 90’î de kurd û dostên kurdan dihatin windakirin û qetilkirin. Dewlet îro vîna gelê kurd ji nedîtinê tê û vîna gel xesp dike. Tayînkirina qeyûm a 19’ê Tebaxê ya Amed, Mêrdin û Wanê bê hiqûqî, bê edaletî û neheqî ye. Darbeya li diji vina demokratîk e.”

Parlamenterê HDP’ê Kemal Pekoz jî diyar kir ku qeyûmên berê şaredarî di bin deynan de hiştin û çûn û got: “Niha pergala hevserokatiyê gilî dikin. Hevalên me tev bi hilbijartinê hatin hilbijarin. Pergala Hevserokatiye ji bo me pergalek ku nebe nabe ye.”

Rêvebera ÎHD’ê ya Amedê Gurbet Yavuz jî piştre çîroka Mesut Dundar ê di tîrmeha 1992’yan de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat winkirin xwend. Yavuz, anî ziman ku piştî demekê Mesut Dundar winda bû û piştre di 6’ê îlona 1992’yan de destê wî li pişt wî girêdayî kuştî hat dîtin. Li gorî şahidan yên cenazeyê Mesût anîne yek jê polîs û 3 kesen çekdar in. Der barê kuştina Dundar de DMME Tirkiye mahkum kir.”

Dayika Şemiyê Elmas Eren bibîr anî

Li Êlihê jî xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan û rêveberên ÎHD’e li  ÎHD’a Êlihê çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmên windayan di hefteya  456’an de dîsa li hev kom bûn. Malbat, parazvanên mafên mirovan, endamên OHD, Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kesên din beşdarî çalakiyê bûn. Malbatan pankarta “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” vekirin. Malbatan wêneyên windayan rakirin. Hevserokê ÎHD’a Êlihê Devran Yidiz, ewil Dayika Şemiyê Elmas Eren bibîr anî û sersaxi xwest.

Piştre parazvanê mafê mirovan Mahfus Akgul, Aqûbeta Îbrahîm Kartay ê di 15’ê tebaxa 1994’an de li Navçeya Hênê hat windakirin pirsîn. Malbatan piştre çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan li dar xist û belav bûn.

Xizmên windayan û endamên ÎHD’ê yên Îzmirê jî aqûbeta Hayrettîn Elmas pirsîn.  Dîsa xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan bi pankarta “Winda diyar in, kiryar li ku ne” vekirin û li pêş Sumerbank a Konakê kom bûn û daxuyanî dan. Parlamenterên HDP û gelek kesên din jî tev li çalakiyê bûn. Endamê ÎHD’ê Denîz Bayrak aqûbeta Hayrettin Eren xwend û wiha got: “Me vê hefteyê dayika Hayrettîn Eren Elmas Eren winda kir. Jiyana Elmas Eren wê ji bo dîroka welatê tari bibe ronahî. ”

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar