KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Dûman ê piştî 28 salan hat berdan

Huseyîn Dûman ku di sala 1994'an de li Wanê hat girtin û piştî AYM'ê careke din derbarê wî de biryara ji nû ve darizandinê da hat berdan, ji bo tiştên hatine serê wî got: "Trajedî ye."

Huseyîn Dûman, di 1994’an de gava 19 salî bûye li Wanê hatiye girtin. Dûman, tam 14 salan hatiye darizandin. Piştî darizandineke 14 salan Dadgeha Cezayê Giran a 6’an a Amedê di 22’yê Sibata 2007’an de cezayê muebedê lê biriye. Lê ji ber ku di binçavan de bêyî parêzeran îfadeya wî hatiye girtin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) biryara binpêkirina mafan daye. Piştî van biryaran Dûman ji nû ve hatiye darizandin.

Dûman ku piştî 28 salan hat berdan, tiştên di van salan de hatine serê wî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re gotin. Dûman ev tişt anî ziman: “Ez di 19 saliya xwe de hatim girtin. Û di temenekî ciwan de min zindanê nas kir. Gava ez nû ketimê, min hîs kir ku zindan cîhaneke cuda ye û jiyaneke pir cuda divê. Jiyana me ne jiyaneke parçekirî ye û xwedî felsefeyek e. Di destpêkê de zehmet bû, ji lew re tu ji jiyanekê ber bi jiyaneke din vê çûyî. Ewilî tu tim xewnên li ser derve dibînî û xeyalan ji xwe re çêdikî. Ji Wanê çûm Dîlokê, ji wir çûm Sêrt, Mûş, Kirikkale û herî dawî jî girtîgeha Bûrhaniyeyê. Çendî cih cuda bin jî, lê her girtîgehek jiyanek xwe heye. Me di 28 salan de pir tişt bihîstin, pir tişt hatin serê me û em gelek tiştan hîn bûn. Girtîgeh xwedî çandek û felsefeyekê ye. Ez jî li gor wê felsefeyê jiyam. Min di 28 salan de bi hezaran name nivîsandin û name ji min re hatin. Ev ji bo min sermayeyeke manewî ya pir mezin e. Di girtîgehê de ji bo min tişta herî zehmet ev bû; tam 14 salan li ser hev çûm dadgehê. Gava dadgeh dûr bûnan, ev zehmettir dibû. Her girtîgehek qadeke têkoşînê ye. Û divê mirov wir fêm bike. 28 salên min bi nivîsandin, xwendin û lêkolînan re derbas bûn. Ez li ser dîrok, felsefe û zimanê kurdî xebitîm. Gava dîtin û bihîstin çi qas bisînor bin, xeyal jî ew qas mezin dibin. Herî zêde kesên di girtîgehan de bi vê dizanin. Me herî zêde hêz da xeyal û hêviyên xwe. Ez ji xwe re dibêjim, xwezî di wî 28 salan de min hîn bêtir bixwend û binivîsanda.”

Dîwar û xeyal

Dûman di girtîgehê de pirtûka helbestan a bi navê “Rêdil” û romana bi navê “Xeyala Vegerê” çap kiriye û 3 berhemên ku hê çap nekirine nivîsandine. Dûman got: “Nivîsandin û lêkolîn pir girîng in. Nizanim ji bo her kesî wisa ye yan na, lê gava xeyal, hêvî û hisên mirov mezin bin ew dîwar bandorê li te nakin. Çi dibe bila bieb şerekî te bi wan dîwaran re heye. ew dîwar ji te re dibêjin ‘Min tê dîl girtiye û tu yê wekî min bijî’ lê tu jî ji wan re dibêjî, ‘Belê, ez di nava çar dîwaran de me, lê ez ê xwe radestî te nekim. Ez mirov im û ez ê hemû hestên xwe yên mirovî biparêzim.’ Helbet ne hêsan e mirov 28 salan di girtîgehê de bimîne, lê gava tu bi awayekî manewî xwe biparêzî tu yê bi ruhekî hîn baştir ji wir derkevî. Min 28 sal berê nikaribû bi kurdî bixwîne û binivîse, lê niha ez bi vî zimanî helbestan û romanan dinivîsim. Ez ji roja ku derketime ji wxe dipirsim, ‘mirov dikare bi awayekî fizîkî biguhere, lê min di cewhera xwe de çi guherandiye.’ Ji lew re em niha tiştekî ku li cîhanê tune ye ava dikin. Lewma li hemû qadên jiyanê divê ew manewiyat te li ser pêyan bihêle.”

‘Ev trajediyek e’

Dûman, 14 salan hat darizandin û piştî DMME û AYM’ê derbarê wî de biryara binpêkirina mafan da, hat berdan. Dûman ku piştî 28 salan hat berdan, ji bo bêhiqûqîtiya hatiye ser wî got: “Ez û hevalên xwe em bi awayekî bêhiqûqî hatin girtin. Niha bi hezaran kes ji ber vê bêhiqûqîtiyê girtî ne. Ez di sala 1994’an de hatim girtin û di 2008’an de cezayê muebedê li min birîn. Lê DMME’yê diyar kir ku cezayê hatiye birîn neheqî ye û ev ceza bêyî darizandineke adil hatiye birîn. Yanî ez tam 14 salan çûm dadgehan û hatim. Ma ji vê bêhiqûqîtiyê mezintir bêhiqûqîtî heye? Ez 28 salan di girtîgehê de mam û piştî ev qas salan hatin û gotin ‘Belê me darizandineke adil nekiriye.’ Ev trajedî ye. Mirovek 28 salan bi vî awayî di girtîgehê de ma. Ma tu çawa kesekî ku te ew bi awayekî adil danerizandiye 28 salan dig irtîgehêd edihêlî? Ez dixwazim ev doza me bibe dozeke emsal. Ji lewre biryarên dadgehê dibin sedema trajediyan. Ger hiqûq hebûna dê tiştekî wiha çênebûna. Bi sedan hevalên me yên di vê rewşê de hene. Ez dixwazim ev bibe trajediya dawî.”

Kêliya derketina ji girtîgehê

Dûman, destnîşan kir ku gava ji girtîgehê derketiye ji bo wî kêliya herî êşbar, li ser hevalên wî girtina deriyê qawîşê bûye û wiha got: “Belkî min ê careke din ew heval hew bidîtana. Lê xeyalên me hebûn. Ev xeyal jî em li welatekî azad jiyana xwe ya mayî bijîn. Gava di korîdorê re derbas bûm, li wir odeyeke ku hevalên me tê de dihatin ragirtin hebû. Ji bo xatir ji wan biaxwazim min destûr xwest, lê nehiştin. Gardiyanekî ji min pirsî bê ka çend sal in girtî me, min jî got ’28 sal.’ Gardiyan ji min re got, ‘Mirovek çawa dikare 28 salan di girtîgehê de bimîne.’ Min jî got, ‘îrade’. Gava ez gihaştim ber deriyê girtîgehê, eskeran ez girtim. Dê kar û barên min ên eskeriyê bikirana, lê li ser nasnameya min hejmara TC’ê tune bû. Esker ji min pirsî bê çima li ser nasnameyê hejmara TC’ê tune ye. Min got, ‘di dema me de tiştekî wekî hejmara nasnameyan tune bû.’ Hemû keniyan û ji wan weye ez henekan dikim. Paşê gava li ser ewraqên min dîtin ku 28 salan di girtîgehê de mame, şaş man. Paşê, piştî 28 salan li wî aliyê derî bûm.”

Ber deriyê girtîgehê

Dûman, bilêv kir ku gava derketiye derve li ber derî ewilî ax, dar û şaxên daran ên li ber bayê dikirin xişexiş bala wî kişandine û wiha got: “Şaxên darekê li ber ba dikirin xişexiş. Te digot qey ji min re dibêjin ‘tu bi xêr hatiyî.’ An jî min wisa hîs kir. Min li derdorê mêze kir, min dît pelekî darê li erdê ye û li aliyê din jî ax û ba. Paşê li ber derî hevalan ez pêşwazî kirim. Hingî wisa kêfxweş bûm, nikarim bînim ziman. Wisa difikirim, ger kesek nehatana ber deriyê girtîgehê ez ê pir biêşiyama. Min kêliyekê dareke li ber girtîgehê hemêz kir û piştî 28 salan cara ewil ez gihaştibûm axê û daran.”

Ew û dêya xwe

Dûman, behsa wê kêliya ku dêya xwe dîtiye jî kir: “Têkiliya min a bi dêya min re pir cuda ye, çimkî ez zarokê dawî yê dêya xwe me. Min û dêya xwe qet wext derbas nekiribû. Mirov gava di girtîgehê de be bêriya hemû tiştên xweş dike. Nexweşîneke giran bi dêya min re heye. Gava di girtîgehê de bûm, tekane daxwaza min ez dêya xwe bibînim, berî bimire. Ji lewre 13 salan me qet hev nedîtibû. Dêya min nexweş bû û ez jî di girtîgeheke dûr de bûm. Lewma me niakribû hev du bibîne. Di girtîgehê de min tim ji xwe re digot, ‘Rojekê eger derkevim ez ê fîstanê wê maç bikim.’ Gava ez hatim ber derî min dêya xwe dît. Ez çûm nigê wê û min fîstanê wê maç kir, lê wê ez nas nekirim. Pirsî, ‘ev kî ye?’ Paşê gotin ‘Husên e.’ Ew kêlî ji bo min kêliyeke pir giran bû. Piştî 28 salan min dêya xwe hemêz kir û min xeyalên wê pêk anîn. Dêya min gotibû, ‘Berî bimirim tenê dixwazim ez wî bibînim û hemêz bikim.’ Yanî wê kêliyê ez û dêya xwe gihaştin mirada xwe. Lê tişta ez xemgîn kirim jî, bi sedan dê û hevalên me bêyî hev du hemêz bikin koç kirin û bi hezaran hevalên wekî min ên bi hesreta dê hene. Bi hezaran hevalên wisa hebûn, lê cenazeyên dêyên xwe jî nedîtin. Ev, ez pir êşandim. Ez ji roja ku hatime berdan heya niha, her sibeh destê wê maç dikim û ez deynê xwe yê bi salan didim.”

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar