Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Dundar bêtehemûliya li dijî kurdî û Kurdistanê ji Soylu pirsî

Parlamenter Pero Dundar têkildarî bêtehemûliya li dijî zimanê kurdî, daxistina tabelayên kurdî û peyva ‘Kurdistanê’ pêşnûmepirsek pêşkeşî meclisê kir. Dundar bi daxwaza ku wezareta karên hundir bibersivîne pirsên weke ‘Armanca girtina saziyên kurdî çi ye?,  Çima bikaranîna peyva Kurdistanê qedexe ye?’ kir

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Pero Dundar polîtîkayên pişaftinê yên li ser zimanê kurdî, girtina saziyên perwerdeyê yên kurdî, daxistina tabelayên kurdî û qedexekirina peyva ‘Kurdistanê’ xist rojeva meclisê. Dundar bi daxwaza ku Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylû bibersivîne, pêşnûmepirsek da serokatiya meclisê.

Dundar têkildarî mijarê ev pirs ji Soylû kirin;

“* Çend saziyên ku bi kurdî perwerde didan hatin girtin? Li gorî qanûnê, sedema girtina van saziyan çi ye?

* Armanca girtina saziyên kurdî çi ye?

* Çend saziyên ku weşana bi kurdî dikirin, hatine girtin? Li gorî qanûnê sedema girtina van saziyan çi ye?

* Çend welatiyên ku ji ber ku bi kurdî axivîne rastî êrîşê hatin û jiyana xwe ji dest dane? Ji kesên ev êrîş pêk anîn heta niha çend jê hatine girtin? Ji bo pêşîlêgirtina van êrîşan xebatên bi çi rengî tên kirin?

* Armanca daxwaza di bin avê de hiştina Heskîfê qirkirina çandî nîne?

* Çima bi kar anîna ‘Kurdistanê’ hatiye qedexekirin?

* Li aliyekî kesên peyva Kurdistanê bi kar tînin tên darizandin û cezakirin, li aliyê din bikaranîna vê peyvê ya ji bo propagandaya hilbijartinê hûn çawa dinirxînin?

* Tabeleya pirzimanî ya Şaredariya Bedlîsê çima hatiye daxistin? Gelo ev bêtehemûliya li dijî kurdî nîne?

* Dê tabelaya pirzimanî ya Şaredariya Bedlîsê kengî bê daliqandin? Tu hewldaneke we ji bo ji nû ve daliqandina vê tabeleyê dê çêbibe yan na?

* Bi derxistina peyvên kurdî yên ji tabeleya Şaredariya Bedlîsê hûn difikirin ku ji kurdan deng bigirin?

* Hûn ê kengî dev ji bikaranîna gelê kurd û kurdî ya ji bo porpagandaya hilbijartinê berdin?

* Kurdî dê kengî di makeqanûnê de cih bigire? Ji bo ku kurdî bikeve makeqanûnê xebatên we yên bi çi rengî hene?” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar