Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan tev li bernameya taybet a Medya Haber TV bû û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê, nêzîkatiya PDK’ê û helwesta PKK’ê nirxand.
Dixwazim bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê bikim. Demeke dirêj e agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê wergirtin. Saziyên pêwendîdar jî bêdeng in.
Belê, beriya her tiştî berxwedana dîrokî ya Îmraliyê, Rêber Apo bi rêzdarî silav dikim. Em di her bernameyê de dixin rojevê, dinirxînin. Rojeva civakê ye, rojeva tevgera me ye, rojeva mirovahiyê ye. Heta ku pêşî li Rêber Apo neyê vekirin her tişt li cîhanê ewqasî bi pirsgirêk e, xitimî ye. Em vê yekê li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn dibînin. Li cîhanê dibînin. Ya rast her kes di nava rewşeke xitimandî de ye. Pêwîstî bi hêza çareseriyê heye. Hinek jî tîne ziman. Hêza çareseriyê dîl hatiye girtin. Dibêjin, ‘Ji bo pirsgirêk rû bidin, ji bo krîz bê afirandin, di rewşeke wiha de zext û mêtingerî bê kirin, em desthilatdariya xwe dewam bikin’. Kar li ser vê bingehê tê meşandin. Pêwîst e pêşî li vê yekê bê girtin. Bêguman bi vî rengî nabe. Me gelek caran anî ziman. Divê refleksên civakê neyê ceribandin, ji ber ku em tevgerek, gelekî ne ku ji bo azadiyê li ser xeta fedayî têdikoşin. Dibe ku encamên wê gelekî giran be. Ev rastiyeke.
Lewma, em çiqasî dijmin jî bin, çiqasî şerê hev bikin jî gotinek gotin, me jî got, wê gotina xwe bi cih bînin. Yanî çiqasî me ji wan bawer nekir jî em li bendê bûn ku bi cih bînin. Ji ber ku Rêber Apo kete dewrê. Zêdeyî 200 rojî greva birçîbûnê pêk hat, mirov ketin rojiya mirinê. Dibe ku bi dehan, bi sedan jiyana xwe ji dest bidan. Rewş ji vê yekê re amade bû. Lê belê kesî soza xwe bi cih neanî. Saziyên navneteweyî, yên ku ev rewş afirandine, yên ku komploya navneteweyî kirin bêdeng in. Xuya ye ji rewşê gelekî razî ne. Yên soz dane bêdeng in. Yanî em nizanin li Îmraliyê çi dibe. Rewşa jiyan, tenduristiya Rêber Apo çi ye? Agahiya me jê nîne. Weke tevger, weke gel agahiya me nîne.
Dibe ku zext heye, zilm heye, lê belê li deverên din jî mirov di bin zext û îşkenceyê de agahî ji rewşa wan têne wergirtin. Dema ku diçin nexweşxaneyê agahî jê tê girtin. Ji Îmraliyê tu agahî nîne. Lewma fikareke mezin heye. Bi vî rengî nabe. Li aliyê din civak di nava fikareke mezin de ye. Zexteke giran li ser me heye. Agahî tê xwestin. Divê parêzer hîn bêhtir bêne agahdarkirin. Yanî çi dibe bila bibe divê civak bê enformekirin. Ji ber ku zexteke giran li ser me jî heye. Saziyên navneteweyî, saziyên neteweyî, yên berpirsyar çi dibêjin? Çi agahî hene divê parve bikin. Civak dixwaze agahiyê werbigire, ev gelekî xwezayî ye. Agahî nîne. Nayê zanîn ku di kîjan astê de zext tê kirin. Lewma her tişt dikare bibe.
Di vê çarçoveyê de pêngava me ya ‘Dem dema azadiyê ye’ ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin divê hîn bi xurtî bê meşandin. Li her qadê kete meriyetê. Yanî dibe ku rewşeke ku êdî mirov nikaribe xwe lê rabigire rû bide. Di vê mijarê de divê her kes bi berpirsyariya xwe zanibe. Dawiyê divê nebêje çima bi vî rengî bû. Îradeya civakekê, yanî hêza ku çareseriyê ji pirsgirêkan re peyda dike, li pêş çavan tê tunekirin. Her tişt bê çareserî tê hiştin. Bêguman bi vî rengî nameşe. Divê her kes vê bibîne.
Têkoşîna li Zap, Avaşîn û Metînayê du meh in dewam dike. Rewşa şerê li wir çawa ye?
Şerekî li ser xeta fedayîtiyê ya Zîlan heye. Di meha şehîdan de li ser xeta şehîdan berxwedaneke mezin hate meşandin. Şer hate meşandin. Niha di meha fedayîtiyê de li ser xeta Zîlan bi rastî jî şerekî lehengî tê meşandin. Rastiyeke me ya şer a Zîlanbûnê heye. Rastiya me ya tevgerê heye. Ruh, îrade û hişmendiya fedayîtiyê di asta herî bilind de ye. Têkoşîneke bi vî rengî tê meşandin. Beriya her tiştî vê berxwedana mezin silav dikim. Şervan û fermandarên leheng ên Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê, Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê, Pêngava Şoreşger a Egîdên Botanê pîroz dikim. Şehîdên fedayî bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Hemû li pey Zîlanbûnê ne. Li ser xeta Zîlan têdigihêjin, birêxistin dikin, şer dikin. Di şexsê hevrê Zîlan de şehîdên leheng hemûyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Belê şer nêzî du meh in dewam dike. Di sê rojên destpêkê, di hefteya destpêkê, di roja 20’an de di meha destpêkê de Fermandariya Navenda Parastina Gel daxuyaniyên giştî da. Bîlançoya şer rojane tê parvekirin. Haya raya giştî ji vê heye. Ne pêwîst e careke din bên dubarekirin. Bêguman bîlançoya du mehan wê bê parvekirin, encamên wê hingî wê ji aliyê raya giştî ve baştir bê dîtin. Divê mirov vî şerî ji rêzê nebîne. Bi rastî jî rewşeke bêeman diqewime. Divê rastiya vî şerî rast bê fêhmkirin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyan dide, rojane bîlançoyê aşkera dike, bersiv dinirxînin. Fermandariya me ya Biryargeha Navendî dinirxîne. Ev tê dîtin. Me berê jî got. Yanî ewqas teknîk li ber destên wê ye, hêzeke NATO’yê heye, civîn çêkirin, piştgirî wergirtin, bi vî rengî propaganda kirin. Yanî hêzeke bi vî rengî dikare xwe bigihîne cihekî, dikare li ser girekî bi cih bibe. Bêguman bê hêsanî nikare vê bike, lê me tu carî negot ku nikare vê bike. Lê belê me ev yek got, dikare bê lê dikare vegere yan na? Ev ê çawa bibe. Ya duyemîn, li cihê ku xwe gihandiye wê çi bike, çawa bisekine? Bêguman ev mijar cihê nîqaşê ye. Niha her kes vê nîqaş dike. Ev aşkera dibe. Belê artêşa tirk hat, lê rewşa xwe çi ye? Çawa dikare bimîne? Dikare jê derkeve? Ev mijarên nîqaşê ne. Fermandaiya ma ya Biryargeha Navendî got xitimî ne. Welê lê hatiye ku nikare gavekê jî biavêje. Gelek caran nikare xwe vekişîne jî. Tê gotin ku li hin deveran xwe vekişandiye. Lewma nikare xwe vekişîne jî. Di rewşeke xitimandî de ye û di rewşeke wiha de bêguman faşîzma AKP-MHP’ê tu pîvanên hiqûq û exlaqê nas nake. Di şer de jî van pîvanan nas nake. Bi her awayî jehrê bi kar tîne. Çekên kîmyewî bi kar tîne. Ev yek gelek caran ispat kirin. Aşkera kirin. Li pêş raya giştî dibêjin ku bi vî rengî kirine. Yanî rewşeke fermî, li laboratûwarê ispatkirî heye. Sûc dikin, bi rengekî aşkera sûcê şer dikin.
Bi piştgiriya ji hêzên cuda wergirtî hewl dide ku vê bike. Di vir de du tişt girîng e. Yanî divê armancên dijmin baş bêne dîtin. Tevgera me, biryargeha navendî ev yek gelek caran anî ziman, aşkera kir, aşkera dike. Divê her kes bi vê zanibe. Ya duyemîn; divê berxwedan baş bê dîtin. Bi rastî jî berxwedaneke çawa heye? Çawa şer tê kirin? Ev kar hêsan nîne. Kîjan berdêl têne dayîn? Bi wêrekî û fedakariyeke çawa, bi ruhekî çawa ev têkoşîn tê meşandin? Ev ne tiştekî hêsan e. Yanî ji her kesî nayê. Dibêje ku şert û mercên ne wekhev in. Mîna şerê gêrîk û fîlê ye. Rewşeke bi vî rengî ye. Yanî rewşeke ku bîne beramberî hev nîne, lê belê gêrîk niha fîl têk dibe, diqedîne. Welê li fîl hatiye ku nikare xwe bilivîne, nikare xwe biparêze. Ev gelekî girîng e. Ev bi çi tê kirin? Bi wêrekî, bi fedakariyê tê kirin. Bi ruhekî fedayî tê kirin. Yanî ev asteke bilind e.
Ji aliyê armanca dijmin ve me ev yek got. Yanî bi rastî jî divê biçûk neyê dîtin. AKP, MHP, serweriya Tirkiyeyê ji xwe gelan dixapîne. Berê gelekî hewl da ku kurdan bixapîne. Niha hewl dide cîhanê, mirovahiyê bixapîne. Divê ev yek bê dîtin. Tayyîp Erdogan li kursiya Neteweyên Yekbûyî nexşe rê da, îlan kir; ez ê van deveran bi dest bixim. Kesî dengê xwe nekir. Yanî dixwaze desteser bike. Dixwaze beşeke girîng a başûrê Kurdistanê, dixwaze Colemêrg û Şirnexê vala bike û bi vî rengî serweriyeke çeteyan li vê derê çêbike. Yanî çeteyên ji Idlibê ji deverên cuda, çeteyên DAIŞ, El Qaîdeyê heta dawiyê bi kar tîne. Her wiha bombeya kîmyewî bi kar tîne. Sûcê şer dike. Ev çete bir Lîbyayê, bir Azerbeycanê. Li Efrînê, Girê Spî, Serêkaniyê bi cih kir. Têrê nekir, niha jî anîne Heftanînê, Avaşînê, Metînayê û dixwaze li beşeke başûrê Kurdistanê, her wiha li Colemêrg û Şirnexê yên bakurê Kurdistanê van çeteyan bi cih bike, dewleteke çeteyan li van deveran ava bike. Yanî dixwaze herêmeke çete ava bike. Bi vî rengî dixwaze kurdan qir bike, van li navenda Kurdistanê bi cih bikin, civaka kurd ji van deveran derxîne, sirgûn bike, qir bike. Her wiha bi vî rengî dixwaze gefê li tevahiya mirovahiyê bixwe. Hêzeke bi vî rengî metirsîdar e.
Diyar e hin hêzan niha di bin kontrolê de dibîne, yanî weke gefekê nabînin. Vî cîhanê di dema xwe de Hîtler jî weke metirsiyê nedîtibû. Lê belê dema ku bû desthilatdar vê carê qiyamet rakirin ku çawa dikarin jê rizgar bibin. Helwesta niha têkildarî Tirkiyeyê tê nîşandan bi vî rengî ye. Tevî ku ewqas tiştên şênber li holê heye, hîn jî gelek hêz piştgiriyê dide, ji nedîtî ve tê.
Di ser re dibêjin, çima li vir şer dibe? Çima PKK li ser sînor şer dike? Ya rast sînorê ku weke sînorê Iraq û Tirkiyeyê tê binavkirin ji bo şer ewqasî guncaw nîne. Me li wir tu carî şer nekir, me li Botanê şer kir. Li Zagrosê, li aliyê din ê Colemêrgê me şer kir. Şerê me tu carî li nêzî sînor nebû. Ev şer niha li ser sînor nîne, li Başûr e. PKK neçûye cihekî. Çeteyên AKP-MHP’ê ketine nava başûrê Kurdistanê. Ketin cihê gerîla. Şer li wir diqewime. PDK jî ji aliyekî ve hewl dide bikeve herêmê. Yanî rewşeke welê diafirîne, mîna ku PKK êrişî her kesî dike. Dibêjin PKK êrîşî filan cihî dike. Ne bi vî rengî ye. Êrîş li ser PKK’ê dibe. Li cihê ku lê ye êrîş lê tê kirin. Hem sûcdar e hem jî xwe mafdar nîşan dide. Dibêjin PKK çima li vir e? Tu jî hatiye vir. Artêşa tirk çima li vir e? Kê aniye? Yanî yên ku anîne bila rabin aşkera bikin, ragihînin. Bila bêjin ku ‘min bang li vê artêşê kiriye, dostê min e, baş e’. Çima nabêjin? Ji tirsa çima nabêjin? Bi sûcdarkirina PKK’ê hewl didin vê rewşê binixumînin. Gelo raya giştî ehmeq e, ji wan heye ku dikare bixapîne? Her kes zane ku li hev kirine û bi vî rengî hatine.
Lewma rewşeke dagirkeriyê heye, gefeke mezin heye, êrîş tê kirin. Ev yek li dijî Kurdistanê, li dijî Rojhilata Navîn û mirovahiyê ye. Hin ji rewşenbîrên ereb ev yek hinekî fêhm kir. Gelekî girîng e ku li ber radibin. Ji Iraqê jî nerazîbûn tê. Ev girîng e. Dibêjin Osmaniya Nû. Ya rast hîn bêhtir çetetî heye. Divê hêzên demokratîk ên li Rojhilata Navîn, mirovahî bi temamî vê yekê bibîne.
Çawa bi destê DAIŞ’ê gef xwarin? Ji Fransayê heta Amerîkayê. Ka bila li van deran bi cih bibin wê çaxê wê were dîtin bê ev zîhniyeta faşîst wê çi bîne serê cîhanê. Lê wê demê dê dereng bibe. Lewma em dubare dikin: Bila her kes aqlê xwe bîne serê xwe. Bila gotegotinên ‘êrîşa terorê ya PKK’ê’ filan û bêvan deynin aliyekî, rastiyê bibîne. Li holê dagirkerî heye, qirkirin heye. Bûyereke welê heye ku bûye bela serê Rojhilata Navîn, cîhanê û mirovahiyê. Divê bêyî ku firsend ji vê re bê dayîn bê rawestandin. Ya girîng e v e. Me her kes vexwend vê yekê. Naxwe jixwe em têkoşîna vê yekê dikin.
Balkêş e ku di rewşeke wiha de li dijî gerîla, li dijî qadên gerîla hewldanên provokatîf ên PDK’ê hene. Ev yek rewşeke metirsîdar diafirîne. Ji vî alî ve hûn dikarin çi bêjin?
Belê, gavên girîng hatin avêtin. Me di bernameya derbasbûyî de gotibû ku nerazîbûn kêm e. Divê hîn zêdetir be. Rewş cidî û metirsîdar e. Yanî di vê dema derbasbûyî de ji vî alî ve gavên girîng hatin avêtin. Cidiyet hate dîtin, nerazîbûneke girîng hate destnîşankirin. Li hemberî vê yekê bi rastî jî hewldaneke cidî çêbû. Li Ewropayê, li Rojava, li Başûr. Li çar parçeyên Kurdistanê. Li nava mirovan hestiyarî heye. Nerazîbûnên mezin nîşan dan. Li Ewropayê, li Başûr hunermendan nerazîbûn nîşan dan, helwest nîşan dan. Hêzên cuda yên demokratîk, şoreşger, saziyên mafên mirovan nerazîbûn nîşan dan. Hatin heta Hewlêrê û xwestin dest li vê rewşê werdin. Bi navê Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê rêxistinbûnek ava bû. Ev hemû gavên gelekî hêja ne. Li Ewropa, li Başûr, li Rojava gelê me, dostên me li ser pêyan e. Li dijî vê metirsiyê mirovahî rabûye ser pêyan. Beriya her tiştî van silav dikim. Bi navê partiya me serketinê ji wan re dixwazim. Dixwazim bêjim ku vê yekê gelekî watedar dibînim. Jixwe rêveberiya me ev yek silav kir. Bi navê PKK’ê jî ez dixwazim silav bikim. Hem Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê, hem hunermendan, hem jî gelê me ya li Başûr û Ewropayê helwestê nîşan didin, têdikoşin. Wê bi ser bikevin. Baweriya me bi vê yekê heye. Yanî wê teqez bi ser bikevin. Beriya her tiştî divê ev yek bê gotin. Xusûseke din jî ew e ku daxuyanî hatin dayîn, rêveberiya me daxuyanî da. Fermandariya me ya Navendî rewşa şênber nîşan da. Helwesteke aşkera destnîşan kir. Piştî axaftina hevalê Cemal mirov çi dikare bêje? Tiştekên bên gotin hatin gotin, helwesta bê nîşandan hate nîşandan. Ya girîng ew e ku ev bê fêhmkirin û bersiv jê re bê dayîn. Em dikarin wê bêjin. Tevî vê yekê jî mirov dixwaze vê yekê bêje. Dubarekirin ji bo hin tiştan ne baş e. Em naxwazin hin tiştên berê qewimîne bînin ziman. Ne baş e lê belê ewqasî cidî ye û her kesî eleqedar dike ku divê bêne gotin. Ji ber ku her kes nîqaş dike. Ji bo rast bê nirxandin, ji bo karekî rast bê kirin divê di asteke têrker û rast de rewş bê fêhmkirin. Ev jî girîng e. Lewma divê hin tişt bêne gotin. Yanî ne tiştekî nû ye. Beriya her tiştî vê bêjim. Bûyera 5’ê Hezîranê qewimî. 15’ê Hezîrana derbasbûyî Mexmûr û Şengal hatibûn bombekirin, 16’ê Hezîranê êrîş li ser Heftanînê çêbûbû. Niha ev mijara 5’ê Hezîranê jî girîng e. Careke din êrîş li ser Mexmûrê çêbû. Piştre jî bûyera li Metînayê qewimî. Têkildarî jidestdana jiyana pêşmergeyan fermandariya me ya biryargeha navendî bang kir ku bê lêkolîn û aşkerakirin. Yanî got ku berpirsyar em nîne. Bang kir ku lêkolîneke hevpar bê kirin. Ew gelekî girîng bû. Ji wê jî girîngtir, çi karê wan pêşmergeyan li wir heye, çi dikir? Ne 5 kes bûn, bi 40 wesayîtên zirxî hatin. Yanî hatina bi ser qadên bicihbûnê yên gerîla tê çi wateyê? Ji aliyê leşkerî ve mantiqê vê heye gelo? Çi ev yek qewimî? Her wiha çima 5’ê Hezîranê? Em matmayî man. Ji ber ku hevdîtin çêdibûn. Em li benda hevdîtinên nû bûn. Em li ser vê yekê difikirîn, kûr dibûn, ji nişka ve li rewşeke wiha rast hatin. Çi bû, me çi jê fêhm kir?
Di 14’ê Hezîranê de civîna bilind a NATO’yê hate lidarxistin. Amerîka û dewleta tirk hevdîtin kirin. Tayyîp Erdogan rabû li salona NATO’yê axivî. Dema ku me ew axaftin bihîst, hingî me bûyer fêhm kir. Li wê derê got, ‘YPG’ê li nexweşxaneyê xist, sivîlan qetil dike, rêxistina terorê ye, filan û bêvan’. Xuya ye eger jê bihata wê hîn bêhtir bigota ‘PKK êrîş dike, li Metînayê êrîş dike, êrîşî dostê me, êrîşî PDK’ê dike. Em ji bo wan li wir e’. Dibe ku bi rengekî veşartî gotibe jî. Aşkera ye ku ev hemû ji bo wê yekê kirin ku li dijî PKK’ê biryareke NATO’yê werbigire. Yanî ji bo şerê li dijî PKK’ê xwest ku ji nû ve piştgiriya hêzên NATO’yê werbigire. Amadekariya ji bo civîna bilind bû. Xwest bêje; ‘binêrin PKK êrîş dike, Tirkiye di bin êrîşê de ye, yan jî PDK di bin êrîşê de ye, ji bo piştgiriya PDK’ê bike dewleta tirk li wir e, wê demê divê NATO jî piştgiriyê bide dewleta tirk, divê her kes li ber terora PKK’ê rabe’. Lê belê ev yek pêk nehat. Kifş bû. Bi baldariya raya giştî, bi daxuyaniyên tevgera me, bi helwesta rast a welatparêzên başûrê Kurdistanê, pêşmergeyan û yên birîndar, ev lîstik hate têkbirin. Maske ji ser rûyê wan kete xwarê. Aşkera bû ku ev yek lîstikeke û ji bo piştgiriya NATO’yê ya ji dewleta tirk re hatiye amadekirin. Me fêhm kir ku dewleta tirk lîstikên bi vî rengî dike. Tê gotin ku li nava osmanî lîstik gelek in. Em bi vê rewşê zanin. Baş e çima PDK bû amûrek ji vê lîstikê, me ew fêhm nekir. Çi wateya vê heye? Bi rastî jî ew qas e? Me fêhm nekir. Tiştên ku PDK dike bi rastî jî em fêhm nake. Dibêjin ku PKK tiştan tîne serê PDK’ê. Em tiştekî nakin. PDK li xwe dike. Em li ber vê dikevin. Yanî ne pêwîst e ku bi vî rengî bike.
Niha tiştên welê dibêjin, mîna ku PKK nû hatiye Xakurkê heta Heftanînê, mîna ku PKK nû ava bûye, mîna ku tu têkiliya xwe bi PDK’ê re nebû, mîna ku tu carî bi hev re kar nekirine, weke ku ji nişka ve ji xewê hişyar bûne û dibêjin çi karê PKK’ê li vir heye? Dibêjin ku ne rêxistineke kurd e filan û bêvan. Me bi vê PDK’ê re beriya 40 salî peyman mohr kir. Li binê vê peymanê îmzeyên Rêber Apo û Mesûd Barzanî hene. Di sala 1982’an de. Dema ku hate îmzekirin li binî Partiya Karkerên Bakurê Kurdistanê nedihat nivîsandin. Ev peymana bi PDK’ê re bi navê Partiya Karkerên Kurdistanê hate îmzekirin. Ev gelekî aşkera ye.
Di 12’ê Kanûna 1982’an de ez tevî Azad Berwarî hatim. Ez jî di nava rêveberiya PKK’ê de bûm. Azad Berwarî jî endamê mekteba siyasî ya PDK’ê bû. Em di heman wezîfeyê xwe de bûn. Niha wezîfeya me çi bû, ya me herduyan weke hev bû. Dema ku em hatin li gundekî rojhilatê Kurdistanê tevî hevalê Karasûngûr me du caran bi Îdrîs Barzanî û Mesûd Barzanî re hevdîtin kir. Weke serokê PDK’ê, serokê giştî û alîkarên serokê giştî. Ne ku ez hatim, em bi sedan hatin başûrê Kurdistanê. Di Kongreya Duyemîn de me biryar dan û hatin. Em ne ji bo gerê hatin. Em ji bo şerê azadiya Kurdistanê hatin.
Li van çiyayan, ji Xakurkê heta Heftanînê şopa bi hezaran, bi deh hezaran şehîdan hene. Hatin, jiyan, şer kirin, şer dikin. 40 sal in, yanî ne tenê niha. Mîna ku 40 sal in ev rêxistin nehatiye naskirin dibêjin, hatine vê derê, ne ji vir in, divê biçin. Jê wêdetir jî bêjim; mînak piştî sala 1980’î yê ku kampa destpêkê li Heftanînê ava kir hevalê Agît e. Yên ku qereqolên li derdora Heftanînê, qereqolên Saddam ji holê rakir, Heftanîn rizgar kir, şerê hevpar ê gerîlayên PKK’ê û pêşmergeyên PDK’ê bû. Di Cotmeh, Mijdara 1983’an de. Fermandarê PKK’ê hevalê Agît bû. Fermandarê PDK’ê jî Mulazim Alî bû. Eger sax be, bila rastiyan aşkera bike. Yanî Heftanîn bi vî rengî hate rizgarkirin. PDK’ê bi saya têkiliyên bi PKK’ê re encamên têkçûna xwe ya sala 1975’an ji holê rakir û jinûve veguherî tevgereke ku têbikoşe. Têkiliyên bi PKK’ê re gelek tişt bi PDK’ê dan qezenckirin. Divê ev yek bê zanîn, bê dîtin. Ji ber ku niha mîna ku qet têkilî tune bû nîşan didin. Halbûkî mînak di salên 1980’î de vê têkiliyê bi wan da qezenckirin. Di salên 1990’î de şer qewimî, bi ser neket. Piştî salên 2000’î têkilî sererast bû, pêşketin çêbû. Kongreya Neteweyî pêk dihat. Rêber Apo, tevgera me pêşniyar kir ku Mesûd Barzanî û Leyla Zana bi hev re bibin hevserokên Kongreya Neteweyî. Dibêjin, ‘PKK me nas nake, dixwaze me tune bike’. PKK xwest te bike serokê neteweyî. Lê wan xwe ji vê vekişandin. Ne ku bi vê nizanin, ev yek li pêş çavên her kesî ye. Eger ez yekî televîzyonkar bim ez ê wan wêneyan li ekranê biweşînim. Li kêleka Mesûd Barzanî û Nêçirvan Barzanî hevala Ronahî jî rûniştî ye. Çawa bi PKK’iyan re rûniştin? Nikarin bêjin ku mîna ev yek neqewimiye. Niha çi bû? Dixwazim vê bêjim. Bêguman li ber vê rabûn. Di Tebaxa 1985’an de tifaq xera kirin. Bi Tirkiyeyê re tifaq kirin. Li dijî PKK’ê şer kirin.
Bi çi rengî li ber PKK’ê rabûn? Di sala 1985’an de xera kirin, ji sala 1988’an heta 1990’î dewam kirin. Di salên 1990’î de li dijî PKK’ê şer kirin. Çi bû? Timî şer bû. Salên 1990’î şerê PDK-YNK’ê, şerê PDK-PKK’ê her tim bi şer derbas bû. Piştî sala 2000’î têkilî çêbûn. PKK jî bi pêş ket, PDK jî bi pêş ket. Bicihbûna PKK’ê li cihê ku niha ‘dagirkerî’ tê gotin, bi gelê kurd re timî da qezenckirin. Bi azadiya kurdan da qezenckirin, bi PDK’ê da qezenckirin. PDk anî vê astê. Niha me ev yek pêşniyar kir. Qala pîvana qezenc bike bide qezenckirin tê kirin. Yanî bi têkilî, tifaqê û yekitiyê em bi ser bikevin. Hevalên me gotin, me tiştekî din qet nîqaş nekir. Niha rabûna li ber vê yekê û di vê astê de lihevkirina bi dijminê kurdan re, tifaqa bi hêzên ku dixwazin kurdan qir bikin metirsîdar e. Bi vî rengî nabe, divê dest ji vê nêzîkatiyê berdin.
Gelo hinek vê sor dike? Divê nekevin vê xefikê. Dibe ku ew jî bibe. Ez dikarim çend tiştên din jî bêjim. Piştî şerê 1995’an di Çileya 1996’an de heyetên PKK û PDK’ê hevdîtin dikir. Li wir peymanek hate îmzekirin. Çileya 1996’an yan jî Sibat bû. Li wir jî me îmze kir, lê belê di dema wê hevdîtinê de heyeta me ragihand ku Nêçirvan Barzanî wiha gotiye: “Hûn çima êrişî me dikin, me fêhm nekir. Hûn me hemûyan, hûn PDK’ê tune bikin jî Amerîka wê bê, PDK’yeke nû ava bike.”
Me ev fêhm kir. Niha di navbera PYD û ENKS’ê de hevdîtin dibin, li Rojava agahî belav dibin di bin kontrola Amerîkiyan de. Dibêjin, ENKS’iyan li dijî DAIŞ’ê şer nekirin, niha jî hatine doza mafê xwe dikin. Amerîkiyê li wê derê navbeynkariyê dike dibêje; çima ma me şer nekir? Me şer kir. Yanî dibêje ENKS em bi xwe ne. Em bi vê zanin, me ev jî bihîst, ew jî bihîst, me ev rastî fêhm kir. Em bi baldarî nêzîk dibin. Ji aliyê leşkerî ve ji bo Nêçirvan Barzanî jî dikarim vê bêjim. Ew jî dikarin hinekî baldar bin. PKK xwedî hêzeke çekdarî ya ji deh hezaran kesî ye. Eger bixwaze dikare bi sed hezaran ciwanî bi çek bike. Potansiyela xwe ya bi vî rengî heye. PDK li 2 wîlayetan rêxistinkirî ye, lê PKK li 22 wîlayetan rêxistinkirî ye. Baş e bi êrîşa li ser PKK’ê, wê çawa karibin PKK’ê biqedînin? Gelo bi rastî jî ji vê bawer dikin? AKP-MHP’ê sond xwarine, xwe bi vê dane bawerkirin. Ew mijareke cuda ye. Baş e PDK bi rastî jî ji vê bawer dike? Nepêkan e. Yanî em gotinên wan cidî dibînin, li ser disekinin. Lê belê rêveberiya PDK’ê jî li ser hin rastiyan bisekine wê baş be. Ne tiştekî baş e ku xwe gelekî zêde bi derve ve girê dane, angaje bûne. Bêguman yekitiya neteweyî divê. Derfet û firsendên baş gelek in ku rêveberiya me mîna ku li ber bigire, bang kir. Pêvajo pênase kir. Firsend destnîşan kir, diyar kir ku eger derfet neyên bikaranîn wê metirsiyeke çawa rû bide. Divê ev bêne nirxandin û yekitî bê avakirin. Divê em tifaqê çêbikin. Em bi mîsyona xwe ya dîrokî rabin ku bi me hemûyan bide qezenckirin. Em jî mîna yên beriya xwe tiştên neyînî nekin û piştre neyên rexnekirin. Yanî ev hemû gotinên vala bûn? Na. Me ji vê bawer kir û got. Em hîn jî jê bawer dikin. Rêveberiya me, PKK’ê ji vê bawer kirin, ji rastiya van nêrînan bawer kiriye. Li ser vê bingehê dijî, şer dike, têdikoşe. Gelo tu nirxê van nîne? Ewqas firsend û dem derbas bûn. Dibêjin, ‘zor û zehmetiyên me hene, pirsgirêkên me hene, wê Tirkiye me daqurtîne, derfetên me nîne’. Dibêjin ku ew hewcedarê Tirkiyeyê ne. Ev ne tiştekî cihê baweriyê ye. Çima hewcedar in? Em bibin yek. Bi piştevaniyê em bersivê bidin pêwîstiyên hev. Gelo pêwîstiya wan bi pere heye, bi şervanan heye, hêz hene ku gefê li wan dixwin? Em amade ne ku di asta hêza xwe de bersivê bidin van hemûyan, hêza me gelek e. Li şûna ku ji hinekan bixwazin bila bên ji PKK’ê bixwazin, bila bêjin ku em derfetên PKK’ê bi kar bînin. Eger PKK’ê got na, bila hingî PKK’ê sûcdar bikin. Ev qet nayê kirin. Bandora ji hêzên derve nebaş e, ne rast e. Bila her kes bi vê zanibe. Biryargehê aşkera kir; em li dijî siyaset û zîhniyeta faşîst, qirker, mêtinger şerê man û nemanê dimeşînin. Şerekî dîrokî ye. Bi her awayî me giranî dane ser vê yekê. Çi karê me bi hêzeke cuda re heye? Me gelek caran got; werin tev li bibin, em bi hev re biparêzin. Eger ev nebe qet nebe nebin asteng. Me ev yek got. Ev xusûsên derbasdar in. Me gelekî dirêj kir. Ya rast pewîstî bi gotina vê yekê nîne. Rêveberiya me aşkera kir. Em di wê baweriyê de ne û hîn jî bi hêvî ne. Em hîn jî li bendê ne ku rastî bê dîtin. Gelek lîstik hene, divê mirov xwe ji wan vegirin. Têkiliya bi PKK’ê re her tim bi PDK’ê dide qezenckirin. Kes nikare berevajî vê îdîa bike û ispat bike. Lewma piştî şerê sala 1996’an Rêber Apo bang kiribû. Yanî gotibû ku heta dawiyê hûn dikarin piştrast bin. Tekiliya bi PKK’ê re bi her kesên rast nêzîk dibe dide qezenckirin. Ya derbasdar ev e. Lewma divê li ser vê bingehê ji şaşitiyê, ji zirarê vegerin. Em ji bo vê jî ji her tiştî re amade ne. Vaye yekemcar Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê ava bû. Gelekî hêja ye. Çi ji me dixwazin weke tevger em amade ne ku bi cih bînin, lê belê heta niha timî ev yek ji me re tê gotin; em ê we tune bikin. Hûn ê teslîm bibin… Rêyeke sêyemîn daneynin pêşiya me. Teslîmiyetê li me ferz dikin. Yanî ji bo teslîmbûnê, ji bo tunebûnê me dest bi vê rêwîtiyê nekirine. Yanî em xwedî ferasetekê ne, xwedî têkoşînekê ne. Me ewqas şehîd dan, ji bo serketinê em bi rê ketin. Tiştekî ku em ji bo şexsê xwe qezenc bikin nîne. Em dibêjin bila gel qezenc bike, azadî qezenc bike. Bila gelên Rojhilata Navîn qezenc bikin. Hemû bi hev re. Em bi hev re Rojhilata Navîn bikin bexçeyê gelan. Di hemû pirtûkên pîroz de ji bo vî welatî bihûşt hatiye gotin. Xaka bihûştê ye. Wê demê em bihûştê bi hev re ava bikin. Daxwaza PKK’ê ev e. Banga wê jî ev e. Nêzîkatiyeke xwe ya welê nîne ku li ser kesî serwer be. PDK jî bi vê zane. PKK’ê li gel PDK’ê di salên 1980’î de li Başûr, di salên 1980, 81, 82’an de li Bakur şer kir. PKK’ê bi hezaran şehîd da. Gelo PKK’ê tiştek ji bo xwe xwest? Na. Tenê têkoşiya. Yanî dide qezenckirin. Dixwaze bide qezenckirin. Tevgereke fedayî ye, tiştekî ku ji vê bitirse nîne. Em di wê baweriyê de ne ku wê rastî baştir bê dîtin, bê fêhmkirin û helwesteke rast bê nîşandan. Banga rêveberiya me jî li ser vê bingehê bû. Bi navê PKK’ê em vê bangê dubare dikin.
Bi esasî em bang li gelê xwe, rewşenbîran, hunermendan, siyasetmedaran, jin û ciwanan dikin ku li çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî jî li başûrê Kurdistanê ji bo afirandina yekitiya neteweyî demokratîk têkoşînê bênavber bimeşînin, xurt bikin û bigihînin encamê. Ya ku bide qezenckirin ev yek e.” BEHDÎNAN